Politîkaya mîjûlkirinê û zimanê serdestiyê

Aştî û çareserî beriya her tiştî di ziman de dest pê dike. Heke zimanê siyasetê biguhere, zemîna baweriyê jî bihêz dibe.Helwesta niha ya AKPê nîşan dide ku ew hewl dide vê hevkirinê ji naverokê vala bike, sînorên wê teng bike û tenê qanûneke fermî ya bêbandor derxîne holê.

•
1 deqe xwendin
Politîkaya mîjûlkirinê û zimanê serdestiyê

Pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan re dest pê kir, kete qonaxeke gelekî krîtîk. Di heyama sal û nîvekê de, Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo vekirina rêya çareseriya siyasî û demokratîk gavên dîrokî, berçav û berpirsiyarane avêtin. Bendewariya civakî û siyasî ew bû ku dewleta tirk jî li beramberî van gavan, di çarçoveya pîvanên vê bangê de berpirsiyariya xwe bibîne û gavên qanûnî û yasayî yên pêwîst bavêje. Lê, geşedanên dawî û nîqaşên li ser anîna Qanûna Çerçoveyî ya ji bo Meclîsa Tirkiyeyê nîşan didin ku desthilatdariya AKPê hîn jî ji hişmendiya kevnar a dewletê qut nebûye.

Nîqaş û agahiyên ku ji aliyê AKPê ve tên belavkirin, di nav raya giştî de fikaran kûr dikin. Vekişandina nexşerêyê bo qada nediyarî û derengxistina şandina Qanûna Çerçoveyî bo Meclîsê, ne kêmkirina rageşiyê ye, belkî polîtîkaya naskirî ya AKPê ya "mijûlkirin û xapandinê" ye.

Yek ji xalên herî girîng ku divê bi helwesteke tund bê rexnekirin, nêzîkatiya AKPê ya hîn xwe serdest dîtinê ye. Li şûna ku taslaka Qanûna Çerçoveyî bi rêxistinên civaka sivîl, aliyê muzakerevan û raya giştî re bi rengekî zelal bê parvekirin, AKP vê taslakê wekî "sireke dewletê" yan jî amrazekî desthilatdariyê vedişêre. Aştî û muzakere bi hişmendiya "ez serdest im, ez çi bêjim ew dibe" re pêkan nabin.

Weke ku Rêveberiya Tevgera Azadiyê û nûnerên DEM Partiyê jî diyar kirine, di hevdîtina 20ê Tîrmehê ya bi Rêber Apo re de, li ser naverok û çarçoveya vê qanûnê li hevkirinek çêbûbû. Rêber Apo bi eşkereyî destnîşan kiribû ku: "Divê qanûna bê derxistin ne sivik û teng be. Divê li gorî hesasiyeta her du aliyan bê amadekirin. Divê ev qanûn xwedî wê taybetmendiyê be ku aştiyê ji xwe re bike armanca sereke."

Lê belê, helwesta niha ya AKPê nîşan dide ku ew hewl dide vê hevkirinê ji naverokê vala bike, sînorên wê teng bike û tenê qanûneke fermî ya bêbandor derxîne holê.

Aştî û çareserî beriya her tiştî di ziman de dest pê dike. Heke zimanê siyasetê biguhere, zemîna baweriyê jî bihêz dibe. Lê belê desthilatdariya AKPê di ziman û retorîka xwe de tu guhertineke hişmendî çê nekiriye. Ji destpêka vê pêvajoyê û vir ve, bikaranîna domdar a têgehên "teror" û "rêxistina terorê" pêvajoyê dixetimîne û dixe nava aloziyeke mezin û xeternak. Ger mijar teror be bawer dikim ku sûcên dewleta tirk ên li Kurdistanê li dijî gel kirine terora herî mezin û sûcê li dijî mirovahiyê ye. 

Gava ku tu aliyê ku bi wî re dipeyvî û muzakereyê dikî hîn jî wekî "terorîst" pênase bikî, ev yek nîşan dide ku tu ji dil ji çareseriyê re ne amadeyî. Zimanê serdest û sûcdarkirinê, hesasiyeta gelê kurd û pêdiviyên pêvajoyeke rastîn a muzakereyê li ber çavan nagire. Li gorî wê tevdigere û gavan davêje. Lê mixabin hişmendiya dewleta tirk di qalibên xwe yên înkarê de hîn bi israr e. Lewma Ev pêvajoya ku ji bo milyonan mirovî bûye hêvî û rê li ber demokratîkbûna Tirkiyê vedike di vê astê de dixetime. 

Ev rastiyeke siyasî ye ku bêyî diyarkirina statuya Rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî, ev pêvajo nikare bi awayekî saxlem bi rêve biçe. Rêber Abdullah Ocalan sermuzakerevan û muxatabê sereke yê vê pirsgirêkê ye. Heta ku şert û mercên xebat, ragihandin û karkirina wî neyên rastkirin û ew rasterast nekeve dewrê, ne mumkun e ku pêwîstiyên ti qanûneke çarçoveyî di pratîkê de bên bicihanîn.

Heke di qanûna çerçoveyî de statuya Rêber Abdullah neye diyarkirin û li ber çavan neyê girtin, ew qanûn ji roja yekem ve wê li ber pratîzekirinê bibe astengiyeke mezin. Ji bo zêdekirina baweriya giştî ya bi pêvajoyê re, divê statuya Rêber Abdullah zelal bibe û gav bi gav qanûnên demokratîkbûnê ji bo Meclîsê bên veguhastin.

Di nava 50 salên borî de, ji ber polîtîkayên înkar, tundî û şer, li gorî daneyên ku rayedarên AKPê bixwe jî carinan li ber çavan radixin, zêdetirî 2 trîlyon dolar çavkaniyên aborî hatine xerçkirin. Fatura înkar û şer ji bo civak û aboriya Tirkiyeyê bûye karesateke mezin.

Li şûna ku ji vê faturaya giran ders bê girtin û çareseriyeke xurt û demokratîk bê avakirin, AKP hîn jî li pêy dek û dolaban, lîstina bi gotinan û taktîkên qezenckirina demê ye. Derengxistina qanûna çerçoveyî û anîna wê ya bi rengekî sersaranî, îspata wê ye ku dewlet hîn jî naxwaze bi raboriya xwe re rûbirû bibe. Divê were zanîn ku ger îro li holê hîn pirsgirêkek bi vî rengî heye sedema wê ya sereke nêzîkatiya teng ya desthilate bi xwe ye. Heya ku ev nêzîkatiya li gorî berjewendiyên hizb û partiyên siyasî hatiye avakirin ji holê neyê rakirin wê tu deshilat nikaribin li Tirkiyeyê bi awayekî rasteqîn nîzî aştiya civakî bibin. Eger di politikayen înkar û îmhade were israrkirin ne 2.5 trilyon wê werin windakirin pûşerojek û hebûna pergala heyî jî wê bikeve bin xeteryê. Çawa Împaratiya Osmanî bi nêzikatiyên wisa parçe bu Komara heyî jî wê wisa bikeve bin xetereyeke ne diyar de.

Di emcam de em dikarin bêjin ku pêvajoya çareseriyê ne lîstikeke taktîkî ye ku tenê ji bo berjewendiyên teng yên desthilatdariyê bê bikaranîn. Gelê Kurd û hêzên demokratîk gavên xwe bi berpirsiyarî avêtine. Ew dem hatiye ku AKP dev ji helwesta xwe ya serdest û lîstikên bi gotinan berde, taslaka Qanûna Çerçoveyî bi rengekî demokratîk, berfireh û li gorî daxwazên Rêber Abdullah Ocalan û hesasiyeta aliyan bîne Meclîsê. Rêya tenê ya aştiyê, naskirina muxataban û avakirina zemîneke qanûnî ya xurt e.