Plana veşarî ya li ser deriyê Sêmalkayê

PDK’ê di 16’e kanûnê de deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbêra başûr û rojavayê Kurdistanê de ye girt. Plana esasî ya pişt perdê derket holê.

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

PDK’ê di 16’e kanûnê de deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbêra başûr û rojavayê Kurdistanê de ye girt. Plana esasî ya pişt perdê derket holê. Tê gotin ku piştî PDK'ê deriyê Sêmalka girt, niha jî bi endamên ENKS'ê yên kaçaxçitiya mirov û hişberiyan dikin re amadekariyê dike ku xelkê herêmê derbasî başûrê Kurdistanê bikin.

Endamekî Partiya Yekitî ya di bin sîwana ENKS'ê de ye agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA). Endamê Partiya Yekîtiyê anî ziman ku beriya deriyê sînor a Sêmalka bê girtin Rêveberên ENKS'ê û ya PDK'ê bi endamên ENKS'ê yên kaçaxçiya mirovan û hişberiyê dikirin re civînek taybet çêkirine. Di civînê de ji kaçaxçiyan re gotine ku piştî derî bê girtin divê hûn hin kesên ji herêma Koçeratan û Dêrikê amade bikin da ku hûn derbasî başûrê Kurdistanê bikin. Armanc ji vê jî ew e ku wek e dij-propagandayê li ser Rêveberiya Xweser bikin.

Endamê Partiya Yekitî, destnîşan kir ku ji bo kesên ku bi riya kaçaxçiyên mirovan derbasî başûrê Kurdistanê bikin li Hewlêrê qampekê koçberana nû dê were avakirin. Çavkaniyê diyar kir ku PDK û Tirkiye dê vê rewşê di aliyê siyasî, dîplomasî û civakî de li dijî Rêveberiya Xweser bi kar bînin.

Tê gotin ku li gor vê planê guman heye ku Tirkiye êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bike.