Pervîn Bûldan: Bangek ji bo têkoşînê ye

Di Cotmeha 2024an de atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê guherî û nîqajên pêvajoyeke nû dest pê kir û heyeta Dem Partiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.

•
5 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Pervîn Bûldan: Bangek ji bo têkoşînê ye

Di Cotmeha 2024an de atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê guherî û nîqajên pêvajoyeke nû dest pê kir û heyeta Dem Partiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Piştre heyetê yek bi yek bi partiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê re her wiha bi sazî û zendîkayan re hevdîtin pêk anî. Heyeta Îmraliyê herî dawî bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan li ser hevdîtinê bersiv da pirsên ANFê.

Di nîqaşên têkildarî pêvajoyê de hevdîtina bi Erdogan re girîng dihate dîtin. Têkildarî vê hevdîtina bi Erdogan re hate kirin çavdêriyên we çi ne?

Birêz Serokkomar cara yekemîn bû ku Heyeta Îmraliyê qebûl kir. Demeke dirêj me hevdîtin dikirin. Bi partiyên siyasî re me hevdîtin kir. Birêz Serokkomar ku kesayetekî divê di navenda vî karî de be, di vê mijarê de gelekî dûr sekinî. Di vê mijarê de tiştek negotibû. Lewma bendewariya her kesî hebû. Vê hevdîtinê jî rewş rawe kir. Ji ber ku Heyeta Îmraliyê qebûl kir û di vê mijarêde me nêrînên xwe bi hev re parve kir. Wî bi xwe hem li nêrînên me guhdarî kir hem jî di asteke ku pêşniyarên me li ber çavan digire xwedî li pêvajoyê derket. Di vê mijarê de bi wan re jî biryardariyek heye. Di mijara xwedîderketina li pêvajoyê de em dibêjin Abdullah Ocalan îrade û biryardariyek Nîşan da. Me dît ku heman biryardarî li aliyê desthilatdariyê jî heye. Ji vî alî ve hevdîtineke dîrokî bû.

Di hevdîtinê de hate axaftin, bê çima Erdogan heta niha di vê mijarê de dûr disekinî?

Me sedema vê dûrmayinê nepirsî. Wî jî tiştek negot. Li gorî texmîna me, wî xwest rêveçûna pêvajoyê bibîne. Ji ber bûyerên piştî pêvajoya 2015'an qewimîn, fikarek hebû. Ji bo heman tişt neqewime, dema ku dît pêvajo dikare bi pêş ve biçe, ket navenda pêvajoyê. Em li ser vê neaxivîn, lê belê texmîna me bi vî rengî ye.

Em di kîjan asta vê pêvajoyê de ne? Teqwîmek nîne lê belê em di kîjan astê de ne?

Teqwîmek li ber destê me nîne, lê belê ya ku divê bê kirin em timî tînin ziman. Desthilatdarî jî bi vê zane. Di hevdîtinên bi Birêz Ocalan re not têne girtin, rapor têne amadekirin. Rayedarên dewletê beşdarî vê hevdîtinê dibe. Bi ihtimaleke mezin ev hevdîtin ji serokkomar, ji desthilatdariyê re tê ragihandin. Ne ew mesele ne ku nayên zanîn an jî cara yekemîn e tê dîtin. Gelek pirsgirêk hene, gelek qadên bi pirsgirêk hene. Gelek qanûn hene ku divê bêne amadekirin. Li şûna ku yek bi yek qala van bikin, me got, divê zemînên qanûnî bêne afirandin. Me anîn ziman ku pêkanîna hin guhertinên qanûnî wê tevkariyê li pêvajoyê bike. Ya rast, di vê mijarê de ew jî neyînî nînin. Lê belê detayek nîne ku wê çi bibe.

Biryara hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re gelo di hevdîtina bi Erdogan re hate dayin?

Me bi xwe daxwaza hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re kir. Yanî ne meseleyeke ku bi serokkomar re hatiye axaftin. Piştre di civîna navbera xwe de em gihîşt wê encamê ku hevdîtinek bi Wezîrê Edaletê re wê girîng be.

Çima lezgîn e?

Ji ber ku gav hene ku divê bêne avêtin, qanûn hene ku divê bêne derxistin. Gelek sernavên mijaran hene. Em dixwazin li ser van biaxivin, bişêwirin û di heman demê de bi pêş ve biçin. Ji ber ku eger li ser rêya aştiyê pirsgirêkek hebe, tiştek hebe ku dikare rawestîne, divê ew bêne sererastkirin. Ji bo pêşîgirtina li qezayên bi vî rengî, girîng e.

Li ser ihtimala sabotekirina pêvajoyê gelekî hate axaftin. Li ser ihtimala sabotajekê yan jî darbeyek li hemberî vê pêvajoyê hûn dixwazin çi bibêjin?

Em li erdnîgariyeke welê ne ku xeterî lê zêde ne. Di sala 2015'an de jî em alîgirê vê mijarê bûn. Vê carê jî ji bo heman aqûbet rû nede, ji bo pêvajo têk neçe, divê ev yek bê kirin. Lewma divê tiştên bibin sedema qezayê ji holê bê rakirin.

Kiryarên qeyûm, girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Îmamoglû, êrîşên li ser alîgirên demokrasiyê, binçavkirin û girtin... Gelo ev hemû zerarê nadin pêvajoyê?

Gavên demokratîk divê teqez bêne avêtin. Bêguman di vêmijarê de ne tenê Wezîrê Edaletê her wiha berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemû derdorên di nava pêvajoyê û serokên giştî yên partiyên muxalefetê. Berpirsyarî li ser milê parlamentê ye. Divê parlament tavilê bikeve dewrê. Serokên giştî yên partiyên siyasî di vê mijarê de divê hîn bêhtir biaxivin. Gelek pirsgirêk hene. Girtîgeh, kiryarên qeyûm, girtiyên nexweş; em qala gelek pirsgirêkan dikin. Ev mesele ne ew pirsgirêk e ku tenê DEM Partiyê yan jî Kurdan eleqedar dike. Meseleya 85 milyon mirovên li Tirkiyeyê ye. Meseleya hemû partiyên siyasî ye. Ji ber vê yekê divê her kes di vê mijarê de hewl bide û nêzîkatiyeke welê nîşan bide ku tevkariyê li gavên bêne avêtin bikin. Dibe ku ev yek jî bi serdanên me şênber bibe. Mînak, eger hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re bi lez bê kirin dibe ku em ê bişêwirin û li ser gavên bêne avêtin biaxivin. Ew ê fikrê xwe bibêjin, em jî fikrê xwe bibêjin. Piştre jî em ê bi partiyên siyasî û derdorên cuda re jî hevdîtinan bikin. Çûyîna Îmraliyê ji xwe divê b