Pênaseya Etîk, Estetîk û Sekna Şehîdan

Mirovê ku xeta şehîdan dişopîne, hewl dide jiyana xwe ji aliyê etîkî ve paqij bike û ji aliyê estetîkî ve jî bike jiyaneke watedar, çalak û bedew. Ev pênaseya mirovê nû ye.

•
1 deqe xwendin
Pênaseya Etîk, Estetîk û Sekna Şehîdan

Di feraseta felsefî ya Rêber Abdullah Öcalan de, etîk, estetîk û sekna şehîdan sêgoşeyeke bingehîn a jiyana azad û mirovê nû pêk tînin. Di modernîteya sermayedar de etîk û estetîk ji jiyan û rastiya civakî hatine veqetandin û bûne amûrên bazirganî û manîpulasyonê. Lê di felsefeya şoreşgerî de, van her sê konseptan di sekna şehîdan de digihêjin hev û dibin xeta hevpar a rûmet, ciwanî û xwebûnê.

Vê têkiliyê mirov dikare di sê pîvanên sereke de rave bike.

Etîk: Pîvana rastiyê û "Bêgunehiyê" ye. Di feraseta Rêber Abdullah Öcalan de etîk (morala civakî), ne zagonên hişk ên dewletê, pîvanên manevî û exlakî yên civaka azad in. Etîk bersiva vê pirsê ye: "Mirov divê çawa bijî?" Rêber Ocalan gava dibêje "Tenê şehîd bêguneh in", xeta etîk a herî bilind destnîşan dike. Di nava pergala desthilatdar de mirov di bin bandora berjewendî, tirsa mirinê û koletiya rojane de dikeve bin gunehan. Şehîd, bi fedakirina hebûna xwe ya fîzikî ji bo hebûn û azadiya civakê, etîka herî paqij afirandine. Sekna şehîdan pîvana moralî dide holê ku mirov nikare ji bo berjewendiyên piçûk dev ji rûmet û pîroziyên civakê berde. Etîka şehîdan, pîvana pabendbûna bi peyv û sonda azadiyê ye.

Estetîk: Ciwanî, bedewî û jiyana bi rûmet e. Estetîk di nêzîkatiya Rêber Ocalan de ne tenê wênesazî, helbest an jî xweşikiya fîzikî ya derve ye. Estetîk, şêwaz û rengê jiyana azad e. Pênaseya Rêber Ocalan a navdar a ji bo estetîkê ev e: "Jiyana ku neyê azadkirin, ne bedew e, jiyana ne bedew jî ne hêja ye ku bê jiyîn."

Estetîk têkiliya navbera azadî û bedewiyê ye. Çêkirin û ristina jiyaneke watedar e. Tiştê herî zêde ji estetîkê dûre jiyana tirsonek, teslîmkar û kole ye.

Jiyana şehîdan wekî berhemeke herî xurt a estetîkê ye. Şehîd bi berxwedana xwe, bi sekna xwe ya li hember zilmê û bi paqijiya giyanê xwe, şêwazekî nû yê jiyanê û bedewiyê diafirînin. Sekna wan di nav şert û mercên herî giran de (wekî di Zindana Amedê de an li ser lutkeyên çiyayên Kurdistanê) afirandina bedewiyek giyanî ye ku çav çavan ronî dike û şewqa xwe dide hemû Kurdistanê. Ew ciwaniya herî mezin a dîrokê ne.

Hevgirtina Etîk, Estetîk û Sekna Şehîdan

Sekna şehîdan ew qad e ku Etîk û Estetîk vediguherin yek parçeyî.

Ji bo ku tiştek estetîk (bedew) bibe, divê berî her tiştî etîk (rast û exlakî) be. Jiyaneke ku ne serxwebûn û rûmet tê de be, çiqas xemilandî be jî kirêt e. Şehîd bi sekna xwe ya exlakî, pîvana bedewiyê ya rastîn nîşanî civakê didin.

Mirovê ku xeta şehîdan dişopîne, hewl dide jiyana xwe ji aliyê etîkî ve paqij bike û ji aliyê estetîkî ve jî bike jiyaneke watedar, çalak û bedew. Ev pênaseya mirovê nû ye.

Şehîd felsefeya etîk û estetîkê ji tiştekî teorîk dertînin û dikin pratîkeke zindî. Ew dibin sembola rûmetê ku ti hêz nikare wê bifetisîne.Ew dibin afirînêrê Mirovbûna xwerû.

Di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de, sekna şehîdan pênaseya bilindtirîn a etîk û estetîkê ye. Şehîd bi fedakariya xwe nîşan didin ku etîk parastina civakê ye, estetîk jî avakirina jiyana azad û bi rûmet e. Ji ber vê yekê, dilsoziya bi şehîdan re ne tenê peywireke siyasî ye, di heman demê de erka avakirina jiyaneke etîkî û estetîkî ye ku hêjayî bîranîna wan be.