Paulo Freire û Perwerdeya bi zimanê dayikê
Dema ku zarokên kurdan dikevin dibistanan, ev model bi temamî bi rengekî herî dijwar dixebite. Zimanê dayikê tê biçûkxistin û zimanê serdestan wekî zimanê zanistî û şaristaniyê tê depokirin. Ev rewş dibe sedema bêmirovkirinê, zarok ji cîhana xwe ya xwezayî dûr dikeve û dibe bindestê zihniyeta serdestan.

Beşa : 1
Wekî her salî, îsal jî bi destpêkirina meha îlonê re serdema perwerdeyê dest pê kir. Dîsa bi milyonan zarokên kurd berê xwe dan ew aşên bişavtinê ku navê wan dibistanên dagirkeran e û bûne wargehên çand û zimanê serdestan.
Di destpêka serdema perwerdeya îsal de, di çarçoveya pênasên Paulo Freire de girîngiya zimanê dayikê, metirsiya bişavtinê û felsefeya pedagojiya bindestan ji bo hişyarbûn û azadiya civakî xwedî rolekî girîng e.
Şikandina bêdengiya bindestan
Pênasa Paulo Freire ya ku di berhemê wî yê girîng "Pedagojiya Bindestan" de hatiye afirandin, perwerdehiyê tenê wekî veguhastina zanîn-zanistiyê nabîne, wî wekî amrazê rizgariyê an jî dîlkirinê şîrove dike. Li gorî Freire, pergala serdestan û mêtînkaran ji bo ku bindestan bixe bin kontrola xwe, "çandeke bêdengiyê" li ser ava dike. Ev çanda bêdengiyê tenê bi çekan nabe, herî zêde bi rêya bişavtina zimanî û pergala perwerdehiyê tê meşandin.
Dema ku ev pênasên felsefî li ser rastiya gelê kurd û rewşa zimanê kurdî tên adaptekirin, bişavtin dibe amrazê bingehîn ê mêtînkariya zihnî. Zimanê dayikê jî dibe bingehê şoreşa zihnî û avakirina mefkûreya azadiyê.
Modela bankarî ya perwerdehiyê û mêtînkariya zimanî
Modela Bankarî ya Perwerdehiyê têgehekî felsefî û pedagojîk e ku ji aliyê fîlozof û pedagogê Brezîlî Paulo Freire di pirtûka wî ya navdar "Pedagojiya Bindestan" de hatiye pênasîn.
Freire, ev model ji bo rexnekirina pergala perwerdehiyê ya kevneşopî û mêtinger bikar tîne. Di vê modelê de perwerde wekî kiryara razandina drav (depokirinê) ya li bankayê tê dîtin.
Freire, pergala perwerdehiyê ya serdestan wekî "Modela Bankarî" pênas dike. Di vê modela hiyerarşîk de rêbaza perwerdeyê wuha ye:
Mamoste (Serdest): Zanînê di depoya zihnê zarok de bi cih dike. Ew xwediyê ziman, çand û zihniyeta "pîroz" û "şaristanî" ye.
Zarok (Bindest): Qabekî vala ye ku divê tijî bibe. Ziman, hafiza û çanda wî/wê ji derve, bêaheng û bêkêr tên dîtin.
Dema ku zarokên kurdan dikevin dibistanan, ev model bi temamî bi rengekî herî dijwar dixebite. Zimanê dayikê tê biçûkxistin û zimanê serdestan wekî zimanê zanistî û şaristaniyê tê depokirin. Ev rewş dibe sedema bêmirovkirinê, zarok ji cîhana xwe ya xwezayî dûr dikeve û dibe bindestê zihniyeta serdestan.
Dînamîka modela bankarî
Ev model li ser hiyerarşiyeke tund di navbera mamoste û xwendekar de ava dibe.
Mamoste (Razîner/Depoker): Zanyar û serdest e. Agahiyê dipêçe, rojane dike û wek drav "depoyî" zihnê xwendekar dike.
Xwendekar (Hesabê Bankayê): Neaktîf û pasîf e. Qabekî vala ye ku divê bi agahiyên mamoste were tijîkirin. Ji axaftin û fikrandina rexneyî bêpar e.
Taybetmendiyên sereke yên modela bankarî
Pasîfkirina Zihnî: Zanyarî wekî diyarî an xelatekê ji aliyê kesên “xwedî zanahî” ve ji bo kesên "nezan" re tê firotin an jî bexşkirin.
Têkiliya Mêtînkarî: Mamoste diaxive, xwendekar guhdar dike, mamoste dizane, xwendekar nizane, mamoste biryarê dide, xwendekar pabend dibe.
Qutkirina ji Civakê: Şagirt fêr dibin ku rastiya heyî neguhêrbar e. Ew fêr nabin ku li ser rastiya civakî, siyasî an zimanî bipirsin an jî wê biguherînin.
Di çarçoveya ziman û bişavtinê de modela bankarî
Dema ku ev model di nav civakên ku rûbirûyî bişavtinê bûne yên wekî civaka kurd de tê meşandin ev encam derdikevin holê;
Zimanê serdest wek agahiya pîroz tê dîtin. Dibistan ziman û çanda serdestan wek agahiya zanyarî û şaristanî depoyî zihnê zarok dike.
Zimanê dayikê biçûktêxistin. Ziman, hafiza û ezmûnên zarok yên bi zimanê dayikê wek agahiyên kêrnehatî an jî nexwenda tên dîtin û ji pêvajoyê re tên girtin.
Zarok ji hêza xwe ya cewherî û civakî dûr tê xistin. Zarok ji rastiya xwe ya çandî dûr dikeve, zimanê xwe kêm dibîne û zihniyeta serdest wek navenda rastiyê dipejirîne.
Perwerdehiya Problematîzasyonê
Li dijî sîstema hişk û mekanîk a Modela Bankarî, Paulo Freire 'Modela Perwerdehiya Problematîzasyonê' pêşniyar dike. Di vê modela azadîxwaz de mamoste û xwendekar ne di peywendiyeke hiyerarşîk de, di nava diyalogeke zindî û hevseng de ne. Ew rasterast pirsan li ser rastiya cîhanê û pergalên civakî dikin, di vê pêvajoyê de zimanê dayikê ne tenê amrazekî axaftinê ye, dibe çirûska hişyarbûna zihnî, amrazê rexneya azad û riya rizgariyê.


