Paradoksa kurdan a jeopolîtîk

Di navbera sînorên statukoyê û lêgerîna Statûyê de paradoksa kurdan a jeopolitik xala herî girîng e. Ev hevkêşeya ku îro wekî ‘navbera meqesê ya trajîk’ xuya dike, ne tenê encama jeopolîtîka îro ye, binyadeke wê ya dîrokî ya sedsalan heye.

•
1 deqe xwendin
Paradoksa kurdan a jeopolîtîk

Dîroka nûjen a Rojhilata Navîn, qada şerê di navbera daxwazên mayînde yên pergala navdewletî û lêgerînên rewa yên gelan ên ji bo azadiyê ye. Di navenda vê balansa şikestî de, pirsgirêka kurd wekî yek ji rûpelên herî kûr û çaresernebûyî radiweste. 

Di sedsala 21an de, nemaze di hevkêşeya Sûriye û Iraqê de, ‘pênaseya gefê’ ya dewleta tirk, berjewendiyên pragmatîk ên hêzên global û helwesta pergala navdewletî ya ji bo ‘rêvebirina qaosê’, trajediya dîrokî ya kurdan dubare dike. Piştgiriya wan a ji bo kurdan ne bi qasî ku kurd bibin xwediyê statu û mezin bibin, bi qasî ku kurdan bidin jiyandinê ye. 

‘Koridora terorê’ li dijî ‘lêgerîna statûyê’

Nêziktêbûna dewleta tirk a ber bi pêkhateyên kurd ên li dervayî sînorên wê (li başûr û rojavaya Kurdistanê), li ser binyadeke ewlekarîparêz hatiye avakirin ku her cure daxwaz an jî destketiyên kurdan wekî gef dibîne. Di retorîka fermî ya Enqereyê de, avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî parastina qadên herêmî ji aliyê hêzên kurd ve, wekî ‘koridora terorê’ tê pênasekirin.

Lêbelê, ev pênase li ser erdê bi ‘lêgerîna statûyê’ û mafê xweparastinê yê gelê herêmê re li hev nake. Armanca Tirkiyeyê ya ji bo ‘bêbandorkirin’ an jî tasfiyekirina van pêkhateyan, encamên sosyolojîk û hestiyarî yên giran li pey xwe tîne.

Her operasyoneke leşkerî yan jî daxuyaniyeke tasfiyekirinê, li seranserê erdnîgariya kurdan (çi di nav sînorên Tirkiyeyê de, çi li dervayî wê) birînên nû vedike û qutbûna hestiyarî kûrtir dike. Têkiliyên cîrantî û aborî yên ku dikaribûn li ser binyada aştiyê ava bibin, cihê xwe didin bêbaweriyeke kronîk. Ev rewş rê li ber dabeşbûneke civakî ya mayînde vedike ku sererastkirina wê di pêşerojê de gelekî zehmet e.

Rewşa trajik a dîrok û hêzên mezin

Du sedsalên dawî yên dîroka Kurdan di navbera du eniyan de asê maye. Ji aliyekî ve daxwaza azadî û parastina hebûnê ya kurdan, ji aliyê din ve jî berjewendiyên sar û stratejîk ên hêzên mezin (Îngilistan, Rûsya, Fransa û DYA).

Dema em li dîrokê dinêrin, ev ‘meqesa trajîk’ gelek caran hatiye xebitandin. Împaratoriya Brîtanî û Rûsya, di dema ‘Lîstika Mezin’ de, tevgerên kurdan li dijî Împaratoriya Osmanî û Qacaran carinan wekî amûreke fişarê bi kar anîn, lê dema berjewendiyên wan pêk hatin ew bi tenê hiştin.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Îngilistan û Fransayê nexşeya herêmê li gora berjewendiyên xwe yên neft û stratejiyê xêz kirin. Di encama peymanên Sykes-Picot û Lozanê de Kurdistan kirin çar parçe û kurd li çar dewletan hatin dabeşkirin û bûn ‘kêmneteweyên bêstatû’.

Piştgiriya Yekîtiya Sovyetê ya ji bo Komara Kurdistanê ya Mehabadê tenê heta wê demê dom kir ku Moskowê tawîzên neftê ji Tehranê girtin. Piştî vekişîna Sovyetê, Komar hat rûxandin.

DYA û Îranê piştgiriya tevgera başûrê Kurdistanê kirin da ku Bexdayê qels bikin. Gava ku di sala 1975an de Sedam Huseyn bi Şahê Îranê re li Cezayirê li hev kir, piştgirî di heman rojê de hat birîn û trajediya herî mezin a koçberiyê dest pê kir.

Pergala navdewletî ya îroyin qaosê

Pergala navdewletî ya nûjen (NY, NATO, Yekîtiya Ewropayê hwd.) li ser pîroziya ‘serweriya dewletan’ û ‘parastina sînoran’ hatiye avakirin. Ev pergal ji guhertina sînoran an jî ji avabûna dewletên nû ditirse. Dîtina wan ev e ku guhertina sînoran dê bibe sedema bandora domînoyê û herêmê bixe nav qaoseke kontrolnekirî.

Ji ber vê yekê, li şûna çareserkirina kokdar a pirsgirêkan, pergal ‘rêvebirina qaosê ya heyî’ tercîh dike. Ev têgeh tê wê wateyê ku qeyran nayê çareserkirin, tenê di astekê de tê girtin ku zirarê nede berjewendiyên wan ên global. Di vê modelê de, kurd wekî ‘lîstikvanên qeyranê’ tên dîtin, ne wekî ‘avakarên pergala nû’.

Hiqûqa navdewletî’ û sînorê piştgiriyê

Hevkêşeya ku me wekî formula ‘Ewqas piştgirî ku bibe sedema jiyandinê, lê ne ewqas statû ku bibe sedema mezinbûnê’ pênase kiriye, rastiya herî rût a vê polîtîkayê ye. Hêzên mezin (nemaze DYA û welatên rojavayî) di şerê li dijî DAIŞê de yan jî di qeyranên mirovî de alîkariyeke mezin a leşkerî û lojîstîkî dan kurdan. Lêbelê, gava mijar tê ser ‘statûya hiqûqî’, polîtîkaya wan diguhere. Xwe ji dayîna statûya fermî (wekî dewlet an herêmeke xweser a di bin garantiya navdewletî de) dûr dixin. Naxwazin berpirsiyariyeke mayînde bigrin ser mile xwe. Statûyeke hiqûqî tê wateya pabendbûna mayînde. Hêzên wekî DYA naxwazin berpirsiyariya parastina herêmî ya sedsalî bigirin ser milên xwe.

Ji bo hêzên global, têkiliyên bi dewletên serwer re (Tirkiye wekî endamê NATO, Iraq û her wiha hevsengiya bi Îranê re) ji bo aborî û jeopolîtîkaya global hîn girîngtir in. Ew naxwazin van dewletan bi temamî ji dest bidin an jî wan bixin rîskê. 

Kurd di destê van hêzan de wekî amûreke herî bi bandor a hevsengiyê ne. Gava pêwîst be li dijî terorê tên xebitandin, gava pêwîst be li dijî rejîmên herêmî (wekî Bexda yan Şamê) wekî qerta fişarê tên bikaranîn. Statûya mayînde dê vê qertê ji destê wan derxîne.

Ji bo kurdan rêya derketinê ya ji vê qaosê

Ev zanista dîrokî û jeopolîtîk nîşan dide ku spartina pişta xwe bi tenê ji bo berjewendiyên demkî yên hêzên mezin, her tim kurd li ber ‘meqesa trajîk’ hiştiye. Ji ber ku berjewendiyên stratejîk her tim ji daxwazên mirovî û hiqûqî pîroztir hatine dîtin.

Ji bo ku kurd ji vê xeleka xerab derkevin, analîzên nûjen du xalên bingehîn nîşanê me didin.

Xala yekemîn, yekitiya navxweyî û dîplomasiya hevpar e. Heta ku kurd di nav xwe de nebin xwedî stratejiyeke neteweyî û hevpar, dê her tim wekî perçeyên cuda ji aliyê hêzên herêmî û global ve li dijî hev werin bikaranîn.

Xala duyemîn, avakirina siyaseteke berfireh bi dewletên cîran re ye. Di demek dirêj de, çareserî ne tenê di tifaqên leşkerî yên bi hêzên global re ye, bêtir di rîskgirtin û avakirina modelên demokratîk, aborî û aştiyane de ye ku dewletên herêmê neçarî diyalogê bike.

Li ser maseya jeopolîtîk, eger tu ne ‘kirde’ bî, tu tenê ‘amûrî’ ku heta dema bikaranîna te bi dawî bibe, te li ser piyan dihêlin.