OpenAl: Modela hişê çêkirî bi înîsiyatîfa xwe êrîşeke sîber pêk anî
OpenAl a ji aliyê ChatGPTyê hat pêşxistin, diyar kir ku modelên hişê çêkirî yên pêşketî di dema ceribandinên ewlehiyê de bi înîsiyatîfa xwe, xwe girêda înretnetê û li dijî platforma pêşxistina nivîsbariyê Hugging Faceyê êrîşeke sîber pêk anî.

OpenAl a ku navenda wê li San Franciscoyê ye, di nivîsa xwe ya dawîn a blog de diyar kir ku di dema ceribandinên ewlehiyê yên modela GPT-5.6 û modela hişê çêkirî ya bihêz ya tê pêşxistin de bûyereke ecêb qewimiye.
Şîrketê da zanîn ku model di bin kontrolê de bi armanca pîvana kapasîteya wan a êriş sîber hatine xebitandin û ji ber ewlehiyê girêdana wan a înternetê hatiye sînordarkirin.
Li gorî OpenAlê modelên hişê çêkirî, ji bo erkê xwe bi cih bînin hêzeke kiryarê ya mezin ji bo derketina ji înternetê xerc kirine. Modelên hişê çêkirî piştî ku ketine înternetê platforma kod û parvekirina modelên hişççêkirî ya bi navê Hugging Face hedef girtine.
Şîrketê da zanîn ku pergalê bi armanca derbaskirina pêvajoya nirxandinê hewl daye xwe bigihîne agahiyên veşartî û di vê navberê de agahiyên nasnameyan ên hatine dizîn jî di nav de serî li gelek rêbazên êrişê daye.
Hugging Faceyêhefteya borî ragihandibû ku ew bi êrîşeke sîber re rû bi rû maye lê belê negotibû ku êrîş têkildarî ceribandinên OpenAlê ye
OpenAlê piştî bûyerê diyar kir ku wê li gel Hugging Faceyê lêpirsîneke hevpar daye destpêkirin.
Cureya GPT-5.6 a OpenAlê û modelên hişê çêkirî yên nû yên Anthropic a reqîbê wê, ji ber kapasîteyên xwe yên êrişa sîber a pêşketî di demên dawîn de dibin sedema derketina nîqaşan.
Li gorî nûçeyê, ji ber rîskên sîber ên muhtemel ên li ser binesaziyên girîng ên li Washingtonê hatine diyarkirin her du şîrketan jî beriya niha bikaranîna modelên xwe yên nû bi demkî taloq kiribûn.


