Ocalan bi felsefe û paradîgmaya xwe polîtikayên Tirkiyeyê pûç kir

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin.

•
3 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Ocalan bi felsefe û paradîgmaya xwe polîtikayên Tirkiyeyê pûç kir

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Girtîgeha Îmraliyê ku Ocalan lê girtî ye, prototîpa pergala qempa Guantanamo ya li DYA’yê hatiye avakirin e.

Ocalan, di 1999'an de, radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ji wê demê heta niha 62 caran hevdîtin bi parêzerên xwe re kir. Hevdîtina ewil di 25'ê Sibata 1999'an de hat kirin. Di adarê de 5, nîsanê de 8, gulanê de 5, hezîranê de 6, tîrmehê de 7, tebaxê de9, îlonê de 9, cotmehê de 4, mijdarê de 6 û kanûnê de 2 hevdîtin hatin kirin.

Ocalan piştî ku anîn Îmraliyê, di salên ewil de bi pergalî hevdîtin bi malbat û parêzerên xwe re kir. Piştî ku di 1’ê Hezîrana 2005’an de qanûnên weke “Qanûnên Ocalan” hatin derxistin, hevdîtinên Ocalan ên bi malbat û parêzerên wî re hatin astengkirin. Dûre qanûnên taybet ji bo wî hatin derxistin û destûr ji bo hevdîtinan nehat dayîn. Êdî rewş wisan bû, ji sala 1999’an heta îlona 2021’an ji hezar û 817 serlêdanên ji bo hevdîtina Ocalan, tenê 442 jê hatin qebûl kirin. Ji van serlêdanan 437 jê berî sala 2011’an ne. Ji sala 2011’an ve parêzerên Ocalan tenê karibûn 5 caran hevdîtinê pê re bikin.

Her 5 hevdîtinên dawî jî, di encama çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018’an de bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li girtîgehan dest pêkir û 200 rojan dewam kir, pêk hatin. Parêzerên herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin kirin, ligel hemû serlêdanên kirin jî, bersiv ji bo wan nayê dayîn. Niha parêzer her hefte serdanê dikin û malbat ji bo 2 hefteyan carekê hevdîtinê bikin serdanê dikin. Lê serlêdan bê bersîv têne hiştin.

Têkildarî rewşa Îmraliyê û tecrîdê ji parêzerên Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk nirxandinên berfireh kir.

Mîna girtîgeha Îmraliyê li Tirkiyeyê û cîhanê tune ye

Raziye Ozturk, bal kişand ser taybetiya girtîgeha Îmraliyê û wiha got: “Girtîgeha Girava Îmraliyê çiye? Berê jî kesên ji ber nasnameyên xwe yênsiyasî li vir hatin girtin. Lê beriya ku Birêz Ocalan bi komploya navdewletî bînin Îmraliyê, bi awayekî cuda hatibû dîzaynkirin. Niha ev girtîgeha giravê ji hewa, derya û bejahiyê ve çûn û hatina wê hatiye qedexekirin. Ev girtîgeh ji aliyê Navenda Qirîzê ve tê birêvebirin. Ev girtîgeh wekî girtîgehên din raste rast bi Wezareta Dadê ve ne girêdayî ye. Raste rast ji aliyê Navenda Qirîzê ve tê rêvebirin. Di nava girtîgehên Tirkiyeyê te tenê ev girtîgeh li giravê ye. Hem ji hewa, hem ji derya û hem jî ji bejahiyê ve hatiye qedexekirin. Ji qadên jiyanê pir dûr e. Tu girtîgehên mîna vê girtîgehê li Tirkiyeyê û cîhanê tune ne. Dema Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê û darizandin, mafê wî yê darizandinê hat binpêkirin. Ji xwe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa jî darizandin mahkûm kir. Di demek pir kin de hat darizandin û biryara îdamê dan. Lê rêveberên wê demê û kesên tev li kompoya navdewletî bûn, polîtîkayek din pêş xistin. Gotin ‘Li şûna em raste rast îdam bikin, em di nava demê de hêdî hêdî bikuji