Nobeta exlaq û siyaseta azad
Nobetên ku li dijî van çeteyan di çarçova Kampanya Rabin de tên girtin, sazkirina mertalê exlaqî û polîtîk e li nav dilê civakê. Dema ku dayik, bav, ciwan û cîran bi destê hev digirin û bi şev û roj li kuçeya xwe nobetê digirin, ew peyamek kûr didin hêzên serdest: "Ev kuçe bêxwedî nînin, ev ciwan û zarok bêxwedî nînin!"

Hefteya borî me îşaret bi êrîşên şerê taybet kiribû ku îro roj jî li bakurê Kurdistanê li hemberî civaka me dewam dike. Heşîş, fihûş û çetetî weke amûrên şerê qirêj û taybet êrişeke pir alî dimeşînin. Tam di vê xala ku em ji xwe dipirsin "em ê çawa ax, civak û paşeroja xwe biparêzin" de, ji bakurê Kurdistanê dengê hişyarî û zindîbûnê bilind dibe; Platforma Şiyar Be dest bi Kampanya Rabin kir.
Ev pêngava girîg amûrên herî qirêj ên şerê taybet; tiryakfiroş, torên fihûşê û komikên çeteyan , rasterast hedef digire. Di çarçova vê kampanyayê de, li gelek tax, kuçe û gundan gelê me dest bi nobetên parastinê kiriye. Ev nobet ne tenê sekneke fîzîkî ya li ber dergehê kuçeyan e; ev berxwedana zindî ya li ser bingeha Civaka Exlaqî û Polîtîk e.
Rêber Apo bi analîz û nirxandinên xwe yên li ser civakê, balê dikişîne ser girîngiya vê ferasetê. Exlaq ne tenê çend rêzikên kevneşopî yan jiyaneke jirêzê ye; exlaq zanyarî, pîvan, hişmendî û îradeya xwenasînê ye. Ew zirx e ku civakê ji rizandinê diparêze. Polîtîka jî ne lîstikên desthilatdariyê yên qirêj in; ew şiyana civakê ye ku dikare bi hişmendiya xwe, bêyî ku hewcedarî pergalê bibe, biryarê li ser çarenûs, ewlehî û jiyana xwe bide.
Şerê taybet tam li van her du dîwarên parastinê dixe. Dema ku exlaq hat rizandin û polîtîka ji nav civakê hat derxistin, civak dibe weke girseyeke bêhiş ku her kes dikare wê ber bi aliyê ku dixwaze ve bikişîne. Dema ku tiryak, fihûş an çetetî dikeve kuçeyekê, ew rasterast exlaqê civakê û îradeya wê ya polîtîk hildiweşîne. Mirovê ku ket nav van toran, êdî ne dikare li ser paşeroja xwe biryarê bide û bifikire û ne jî dikare li hemberî zordariyê raweste.
Ji ber wê yekê, nobetên ku li dijî van çeteyan di çarçova Kampanya Rabin de tên girtin, sazkirina mertalê exlaqî û polîtîk e li nav dilê civakê. Dema ku dayik, bav, ciwan û cîran bi destê hev digirin û bi şev û roj li kuçeya xwe nobetê digirin, ew peyamek kûr didin hêzên serdest: "Ev kuçe bêxwedî nînin, ev ciwan û zarok bêxwedî nînin!"
Ev nobet di heman demê de xeta herî zelal a parastina rewa ne. Dema ku civak li şûna gilîkirinê, bi xwe dibe xwedî biryar û dergehan li ber van torên qirêj digire, polîtîkaya azad di pratîkê de pêk tîne. Cîranê ku bi cîranê xwe re nobetê digire, piştgiriya civakî xurt dike û ew baweriya ku hatibû şikandin careke din zindî dike.
Lê belê xebat bi tenê bi nobetan bi dawî nabe. Divê em li kêleka van nobetan, ji bo ciwanên ji şerê taybet derb xwarine û xwestine wan bixin nav valahiya derûnî, qadên alternatîf ên çandî, hunerî, siyasî û werzîşî biafirînin. Ciwanê ku nirx, ziman û dîroka xwe nas bike, ti carê nakeve nav wan torên şerê taybet. Parastina daristan, çem û sirûşta Kurdistanê jî parçeyek ji vê nobetê ye. Parastina xwezayê, parastina bîra me ya neteweyî û mirovî ye.
Ev şerê qirêj ku armanca wî bêrûmetkirina civakê ye, tenê gava ku em xwedî li exlaq, siyaseta azad û rêxistinbûna xwe derbikevin wê têk biçe. Kampanya Rabin û nobetên taxan derfeteke mezin in ku em careke din bibin yek, xwe birêxistin bikin û destkeftiyên xwe biparêzin. Garantiya paşeroj û azadiya Kurdistanê, di avakirina civakeke hişyar, birêxistinkirî, polîtîk û exlaqî de veşartî ye.
Niha dema wê ye ku em li her tax û kuçeyê dengê xwe bikin yek û bibêjin; Rabin, berxwedana exlaqî û polîtîk geş bikin, xwedî li xwebûna xwe derbikevin!


