Nirxê hevpar: Aram Tîgran

Li Rojhilata Navîn, di van axên westiyayî de bûyîna "nirxên hevpar" ne para her kesî ye. Hinekan sînor xêz kirin, hinekan dîwar hûnandin,  lê Aram Tîgran bi têlên cumbuşa xwe di navbera gelan de pirên dilan ava kirin.

•
1 deqe xwendin
Nirxê hevpar: Aram Tîgran

Gulan Mizgîn

Hatina me ya vê dinyayê û nasîna wan awazên ku em guh didin wan, hinek caran dibe meseleya qeder û qismetê. Ji hin kesan re dibe nisîb ku li bin siha darekê rûnin û dengê Aram Tîgran zindî bibihîzin. Li behra me jî ew ket ku em li ber ekranên Med TVyê rûnin û wî dengê qedîm bibihîzin. 

Nifşê me ti carê Aram Tîgran di salonên konseran de bi çavên serê xwe nedît û guh neda wî. Me ew ji dîmenên ekranên televîzyonê –ku ew jî sînyal baş nedikişand çîzeçîza ekranê bû-, ji dengê kasêtên ku dema stran diqediya, ji bo parastinê bi delalî dihatin pêçan û an jî ji arşîvên dîjîtal nas kir. Lê muzîk pireke wêjeyî ango ew qas mucîzeyî ye ku dikare têkiliyeke bihêz çêbike di navbera mirovan de.

Aram Tîgran û muzîka xwe ji ekranan fûriyan û ew bû hunermendekî efsanewî.
Dengê cumbuşa ku Aram Tigran bi hestên şikestî li têlên wê dide, ew reseniya muzîka wî diçe û tê li dilê mirov dinivîse. Ez wilo texmîn dikim ku di giyanê her muzîkjenekî de, her wextî  ew dengê Aram Tîgran yê wekî kulîlkên li serê çiyayan nerm û herikbar heye.

Jiyana Aram Tîgran wekî ya bi hezaran ermenan bi koçberiyê derbas dibe. Di gotûbêjêkê de behsa serpêhatiyeke xwe dike. Dema ku Aram Tîgran û bavê xwe ji Qamişloyê digihîjin Ermenistanê, fikra wan a yekemîn ew e ku biçin Radyoya Êrîvanê û li wir kar û barên Aram Tîgran ên muzîkê bidomînin. Bav û kur di demeke kurt de diçin Êrîvanê ji bo radyoyê. Helbet Aram Tîgran bi kelecaniyeke mezin li benda wergirtina kar e. Bav û kur bi hev re diçin serdana beşên radyoyê. Pêşî serî li beşa ermenkî, paşê ya kurdî, azerî û rûsî didin. Pirsa yekemîn ku li beşa ermenkî ji Aram Tîgran tê pirsîn ku gelo dîploma wî heye yan na. Mala feqirîyê û pênaberiyê kor bibe  melûm e ku dîplomaya Aram Tîgran jî tune ye. 

Piştre dibêjin ê ‘nexwe ji bo me tiştekî  bistre û li amûra xwe bide de ka em guhdarî bikin’. Aram bi zimanên ermenkî, kurdî û erebî stranan distre. Karmendên radyoyê jê hez dikin lê dibêjin, "Em bêyî dîplomayê nikarin te bigirin kar." Aram Tîgran ji vê bersivê pir xemgîn dibe. Bavê wî, wî teselî dike û dibêje, "Aram be, cîhan li ser sebrê ava bûye, em herin beşa kurdî ya radyoyê.’’ Piştre li deriyê beşa radyoya kurdî dixin. Li wir, pêşî ne li ser dîplomaya wî, lê li ser cumbuşê pirsan jê dikin. Ji ber ku cumbuş wê demê li Ermenistanê nayê nasîn. 

 Aram Tîgran strana xwe ya "Şev Çû" dibêje. Berî ku stranê biqedîne, kesên guhdar jê re dibêjin, "Baş e, tu hosta yî, em li dîplomayan nanihêrin, xuya ye tu jêhatî yî, em dikarin bi hev re bixebitin.’’ Bi vî awayî li Radyoya Êrîvanê dest bi kar dike. Ew dengê wî yê hêja bû bersiva herî xurt û bihêz ji ferasetên akademîk û burokrasiyê re. Aram Tîgran 18 salan li wir xebitî û ji wê demê û pê ve, nav û dengê wî li nav kurdan olaneke mezin da. 

Aram Tîgran ku tenê wekî muzîsyenekî mezin ê dîrokî bê bibîranîn, wê bibe kêmasiyeke mezin ji bo mîrasa wî. Ew hafizayeke zindî bû ku ji nav dîroka vê erdnîgariyê ya herî giran û biêş derketibû. Wexta ku ji tûrikên xwe êş û koçberiya gelê xwe yê ermen derdixist, bi qasî gelê xwe ji hezkirin, şîn û şahiya gelê kurd re jî dibû bêhn û deng. Tiştekî pir hêsan e ku mirov ji êşê hesta nefretê biafirîne lê ya herî zehmet ew e ku mirov, ji wê êşê zimanê biratî û aştiyê derxîne. Aram Tîgran di hunera xwe de ev tişt bi ser xist. Ew nirxekî hevpar e. 

Li Rojhilata Navîn, di van axên westiyayî de bûyîna "nirxê hevpar" ne para her kesî ye. Hinekan sînor xêz kirin, hinekan dîwar hûnandin,  lê Aram Tîgran bi têlên cumbuşa xwe di navbera gelan de pirên dilan ava kirin. Ew nexşa xwe hem li dilê ermenan, hem jî bû çinareke mezin ji bo çanda devkî û mîrasa dengbêjiyê ya gelê kurd. Aram Tîgran xemgînî û kêfxweşiyên du gelên cuda di melodiyekê de bi cih kirin. Ev xelateke gelek biqedr û qîmet e ku dîrokê daye kêm hunermendan. 

Tişta ku ez îro hîs dikim, dema ku ez tomarên wî yên kevin li ser ekranê temaşe dikim an jî yek ji melodiyên wî li cihekî bistrim, ne tenê ji ber heyraniya min a li hemberî wî, di heman demê de berpirsyariyeke giran  jî hîs dikim. 

Mîrasa wî ya ku ji me re hiştiye pir zelal û aşkere ye. Muzîk azad e ku bi ti sînoran, ti burokrasiyê, an jî ti astengiyeke siyasî ve divê neyê sînordarkirin. Em ne bi şens bûn ku bigihîjin wê rûmeta bihîstina dengê te yê zindî Aram Tîgran… Lê tu di miqama xwe de dilşad razê. Dengê te ji ekranan fûriyaye di dilê me de bi cih bûye. Ew şarezabûna ku te fêrî me kir û stranên nemir ên ku te li dû xwe hiştin, dê rêya her muzîkjenekî ciwan ê ku dilê wê/wî ji bo aştiyê lê dide ronî bike. Baş e ku me tu nas kirî, baş e ku tu ji vê xakê derbas bûyî.

Bi rêz û heyraniyeke bêdawî…