Neyar û neyartî
Ji bo vê yekê pirsa me divê ne, ‘Çima çek bêdeng bûn?’, ‘Çi bê kirin ku êdî hewceyî bi çekan nemîne?’ be. Ev du pirs her çiqas nêzîk bin jî, di bingeha xwe de cuda ne.

Hevoka ‘Şer dikare neyar bişikîne; aştî dikare neyartiyê bişikîne’ di xwe de felsefeyeke girîng a aştiyê dihewîne. Martin Luther King jî di sala 1957an de di axaftina xwe de digot ku nefret bi nefretê nayê rakirin; zincîra nefretê tenê bi qutkirina zincîrê tê rawestandin. Ev cudahiyek biçûk xuya dike, lê ev cudahî rastiya di navbera şer û aştiya mayînde de ye. Şer dixwaze neyar bişikîne, aştî dixwaze neyartiyê ji holê rabike. Ev her du ne heman tişt in.
Neyar kî ye, neyartî çi ye?
Di nav şer de hêsan e ku mirov bibin “neyar”. Alîgirên şerxwaz û mîlîtarîst dibêjin ‘neyar hene’ û ‘neyar divê were têkbirin’. Lê pir caran pirsgirêka sereke ew e ku civak û nasnameyên cuda, di navbera xwe de bi salan û bi nefretê “neyar” ava dikin. Dema ku şer bi dawî bibe, dibe ku neyar hatibe têkbirin; lê ku neyartî bimîne, şer ew ê dîsa dest pê bike. Ji ber vê yekê, armanca aştiyê ne bi tenê bêdengkirina çekan e. Armanca aştiyê di heman demê ew e ku pirsgirêkên hinceta şer jî holê were rakirin.
Li gor cerebeyên dinyayê jî aştî ne tenê rawestandina dengê çekan e. Li Îrlandaya Bakur, peymana Îna Bixêr a 1998an, ji bo rawestandina pevçûna demdirêjiya siyasî û çekdarî, rêyek nû vekir. Lê şertê sereke tenê rawestandina şer nebû; pirsgirêk di navbera nasnameyan, nûnertiya siyasî, mafan û avakirina saziyan de jî hebû. Cerebeya Îrlandaya Bakur nîşan dide ku aştiya domdar ne bi peymanek tenê, lê bi pêvajoyek dirêj a guherîna civakî û siyasî tê avakirin.
Ji bo vê yekê pirsa me divê ne ‘Çima çek bêdeng bûn?’, lê ‘Çi bê kirin ku êdî hewceyî bi çekan nemîne?’ be. Ev du pirs her çiqas nêzîk bin jî, di bingeha xwe de cuda ne.
Gotina ‘aştî tawîz e’ gotinek neyînî û xêrnexwaz e û pirsgirêkê jî çareser nake. Li Tirkiyeyê, her car ku qala aştiyê tê kirin, hin deng dibêjin, ‘Ev tawîz e’, ‘Bi rêxistinê re danûstandin nayê kirin’, ‘Pêşî çek, paşê demokrasî’, ‘Bextê dewletê tu ne ye’ û hwd. Ev rexne ji ber cerebeyên jiyandî tê fêmkirin. Ji ber ku civak bi salan şer dîtiye û ji bo ewlekariyê fikaran dike. Lê pirsgirêka vê rexneyê ew e ku aştiyê wek radestbûnê dibîne. Aştî ne radestbûn e, ne têkçûyîna aliyekî ye, ne jî pirsgirêka ewlehiyê ye. Aştî, di wateya siyasî de, guhertina wê rêyê ye ku civak pirsgirêkên xwe bê şer û zorê çareser bike. Eger dewlet xwe bi hêza çekan biparêze û rêxistin jî bersivê bi çekan bide, her du alî dikarin bi salan li ber hev bisekinin û her du jî bibêjin: “Em bi ser ketin.” Lê civak bi ser nakeve. Ji ber ku neyar dikare were têkbirin, lê neyartî dikare di nav civakê de bimîne.
Demokrasî beşek ji aştiyê ye
Ji bo neyartî ji nav civakê derbikeve; perspektîf û pêşniyara ‘civaka demokratîk’ girîng e. Eger armanc tenê bêdengbûna çekan be, wê demê em dikarin qala “rawestandina şer” bikin. Lê eger armanc rakirina neyartiyê be, wê demê divê em li ser ziman, nasname, mafên siyasî, wekhevî, dadwerî, temsîl û azadiya civakî jî biaxivin. Ji ber ku mirov dikare bê çek be, lê hîn jî bi maf be. Mirov dikare bi aştiyê bijî, lê eger mirov wek ‘neyarê navxweyî’ were dîtin, nexwe aştiya mayînde ava nebûye. Ji ber vê yekê “aştiya demokratîk” ne du peyvên ji hev cuda ne. Aştî bêyî demokrasiya kêmmaf nikare bimîne; demokrasiya bê aştiyê jî lawaz e. Ev her du divê bi hev re bên fikirîn. Ji bo wê jî divê helwesta her du aliyan jî ne ku ‘hûn gavê biavêjin an hûn bikin’ divê helwest ‘em bi hev re gavê biavêjin, em bi hev re bikin da ku em bi hev re bijîn’ be.
Felsefeya şer li ser vê bingehê; ‘Ez te têk bibim da ku ez ewle bim’ ava dibe. Felsefeya aştiyê jî; ‘Mijarên ku em kirine neyar em biguherînin da ku em her du bi ewle bin’ ava dibe. Ev cudahî hêsan nîne. Ji ber ku ji dewletê, ji rêxistinê, ji kurdan, ji tirkan, ji hêzên siyasî, ji civaka sivîl bi kurtasî ji hemû aliyên civakê daxwaza guherînê heye. Aştiya mayînde ji yek alî re “serkeftin” û ji aliyê din re “têkçûn” nîne. Aştiya mayînde ew e ku her du alî tevî rûmeta xwe derbikevin ji siyaseta neyartiyê.
Wek ku me li jorê jî anî ziman; di cerebeyên Îrlandaya Bakur de ji me re dersên girîng hene: peymana Îna Bixêr peymana dawî nîn bû; ew destpêka pêvajoyeke nû bû. Di mînaka Îrlandayê de serkeftina pêvajoyê bi awayekî hêsan û bê pirsgirêk nebû. Lê ya girîng ew bû ku civak bikaribe ji şerê demdirêjî derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bibe. Ji bo Tirkiyeyê jî ev dersek girîng e. Ji bo serkeftina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ divê em pêvajoyê wek têkbirina neyartiyê bibînin ne wekî radestbûna yekalî. Ji ber ku şerta bingehîn a aştiyê ev e ku kesê ku duh neyar bû, divê sibê wek hemwelatiyek wekhev bikaribe bijî. Eger ev nebe, şer dikare raweste lê pirsgirêka civakê ew ê mayînde be.
Lê rexneyên civakê ên ji bo pêvajoyê hemû ne bêbingeh in. Civaka ku gelek caran hatibe xapandin, bi tenê gotinan bawer nake. Di pêvajoyên aştiyê de, bawerî bi gotinan nayê avakirin; bi gavên pêwîstiyên pêvajojê tê avakirin. Ji ber vê yekê, li Tirkiyeyê jî pêvajoyek ku dixwaze serkeftî bibe, divê ji gotinê derbasî sepandinê bibe. Rêya siyaseta demokratîk divê vekirî be. Mafên siyasî divê bên parastin. Mafên mirovan divê bêne misogerkirin, pirsgirêkên civakî bi azad bêne nîqaşkirin. Şert û mercên her du aliyan di muzakereyê de wek hev bin.
Di heman demê de aştî ne jibîrkirina dîrokê ye. Aştî ne ji bo ku êşên berê werin jibîrkirin, ne ji bo ku sûcên berê werin tepisandin, ne ji bo ku kesên êş kişandine bêdeng bibin. Berevajî wê; aştî heqîqet e. Civak divê bikaribe bifikire, bibêje, bide nîqaşkirin. Ji bo vê yekê, cerebeya dinyayê nîşan dide ku heqîqet, dadwerî, maf û siyaseta hevpar dikarin bibin parçeyên pêvajoya veguhertina civakî. Ji ber vê yekê aştî rêyek e ku ji bo dîrok êdî careke din nebe sedema şerê nû.
Wek gotina dawî em bibêjin. Kesên ku dibêjin, ‘Çek misogeriya ewlehiya me ye’, divê ji xwe bipirsin; heta kengî? Kesên ku dibêjin, ‘Aştî tawîz e’, divê ji xwe bipirsin; her civak ku ji şer derketiye ma qey radest bûye? Kesên ku dibêjin ‘demokrasî paşê’, divê ji xwe bipirsin; eger demokrasî bingeha çareseriyê nebe, em ê neyartiyê bi çi biqedînin? Bi rêbaza şer dibe ku tu bikaribî dijberê xwe têk bibî, lê heta ku mijara; wekhevî, azadî, nasname û rûmeta mirovan neyê çareserkirin, neyartiya nav civakê nikarî biqedînî.


