Neteweperestên Rizîyayî

Xuya ye ku ev kes di xizmeta hin derdoran de dixebitin. Yanî benê wan di destê hin derdoran de ye. Bi taybetî êrîşê Rêber APO dikin. Her tim notên hevdîtinên Îmraliyê dikevin destên van kesan.

•
1 deqe xwendin
Neteweperestên Rizîyayî

Ercan Sezgîn

Beriya her tiştî dixwazim vê yekê bibêjim: Kom û civakên mirovan bê nasname nabin. Mirovan her tim xwe bi nasnameyekê îfade kiriye. Ev nasname carinan eşîr bûye, carinan qebîle, carinan ol û carinan jî mezheb bûye. Carinan jî mirovan xwe bi herêm û welatên xwe îfade kirine. Ji sedsalên 15 û 16an û şûnde, netewe wekî nasnameyek civakî pêş ket. Ji wê demê ve, gelek civak û mirovan dest pê kirin ku xwe bi nasnameya neteweyî îfade bikin.

Xala duyemîn ev e ku nasnameyên civakî ji dewletê cuda ne. Dewlet, rêxistinek e ku bi darê zorê li ser pişta civakê hatiye avakirin. Bi darê zorê dest avêje ser berhemên maddî û manewî yên mirovan. Li ser pişta civakê her tim tebeqeyek, zumreyek hatiye avakirin. Civak dixebite, ew jî malbat, şirket û burokratên xwe dixwin. Dixwin serxweş û sermest dibîne. Gel û civaka mirovan wekî kolên xwe dibînin. 

Gel û civak her tim birçî û tazî ne, ew jî di nav dewlemendiyê de digerîn. Dewletperest nasnameyên civakî, olî, mezhebî û îdeolojîk ji bo kar û qazancên xwe, ji bo berjewendiyên çînî, tebeqeyî, malbatî û şirketî wekî maskeyan bi kar tînin. Nasnameya neteweyî jî dewletperestan wekî maskeyekê bi kar tînin. Esasên netewperestiyê jî ew kes in ku vê maskeyê li xwe dikin.

Tu eleqeya rastîn a van kesan bi netewê re tune ye. Esas derdê wan kar û qazanc e. Burokrasiya dewletê û netewperestan hemû îmkan û derfetên welat dixin xizmeta xwe. Netew jî ji bo wan dibe polis, leşker û karker. Aha vaye pênaseya dewlet û netewperestiyê. Dewlet ne xweda ye û ne jî pîroz e. Ew tenê organîzasyonek ku li ser civakê pîşta cîvakan hatiye avakirin.

Ji ber vê yekê, kesên ku sibê heta êvarê dibêjin “dewlet û dewlet”, bila dewlet baş nasbîkîn. Bila netewperwer û welatperwer van kesan baş nas bikin. Em netewperwer û welatperwer in. Ji bo welat û netewa me bîbe xwedîyê jîyanek adîl azad û wek hev, gelek bedelên giranbiha hatiye dayîn. Lê em netewê bi dewletê ve girêdanê red dikin. Ji ber vê yekê jî em netewperestiya dewletî red dikin.

Netewperwerî û netewa demokratîk ji bo netew, ol û civakan çareseriyeke herî însanî ye. Ji ber vê yekê, çareseriya ku Rêber APO daniye holê, ji bo me çareseriya herî maqûl, rasyonel û netewperwer e.

Netewa demokratîk ango civaka demokratîk wê xwe bi xwe rêxistin bike û dewlet jî wê vê yekê nas bike. Civaka demokratîk jî wê dewletê nas bike. Çiqas netew ango civaka demokratîk xwe bi xwe rêxistin bike, ewqas dewlet biçûk dibe. Çiqas komên civakî xwe li ser esasên demokratîk rêxistin bikin, dewlet jî ewqas ji bo wan komên civakî bibe neutral.

Dewlet dikare wekî koordinasyonekê bi civakê re têkildar be. Lê ji bo dewleteke ku netew, ol û mezhebên cuda dike maskeya xwe û li dijî kes û civakên din êrîş dike, bersiva me na ye.

Çareseriya Rêber Apo ev e

Bê guman, di aliyê famkirina vê pêvajoyê de hîn kêmasiyên me hene. Hîn kes  û derdorê baş fam nakin, hîn kes jî dixwazin fam bikin. Hîn kes cuda difikirin û rexneyan li pêş dixin. Ji bo van fikirên cuda û rexneyan, rêz û serçavan.

Lê hîn derdor hene ku rexne nakin, bi temamî heqaret dikin. Ev derdor li derveyî exlaq, wijdan, çanda mirovan û kûrdayetiyê tevdigerin. Gotina me jî, esasen ji bo van kesan e. Divê em van kesan baş nas bikin û li gorî vê yekê nêzîkî wan bibin.

Eger em van kesan wekî xwediyên fikrekê, îdeolojiyekê bigirin dest, wê şaş be. Bersivdayîna wan bi zimanekî siyasî, dîplomatîk û felsefî jî ne rast e. Di asta jor de bersiv dayîna van kesan wan dixe şûna mirovan. Di vê astê de bersiv dayîn ne rast e.

Ev ne ew kes in ku mirov ji wan re bi uslûbek nazik û kubar bersiv bide. Tu fikrek, felsefeyek û pîvanek wan nîne. Ji sibê heta êvarê li Ewropa û Amerîka, li derdorên lotikxaneyan lotika davêjin; paşê jî li ser klavyeyan kufr û heqaretan dikin.

Di jiyana asayî de, jin û zarokên wan jî li wan guhdar nakin. Eger guhdar bikin, ewqas nekevin nav jiyana dîjîtal. Bi îmkanên teknîk û platformên dîjîtal dixwazin xwe bidin qebûlkirin.

Lê dinya ewqas biguheriye ku êdî herkes dikare bersiva serokê Amerîka jî bide. Kesên ku kufr û heqaretan dikin, divê bersiva wan jî li gorî asta wan bê dayîn. Em wan hewaleyî gelê kurd bîkîn Bî teybetjî hewaleyî torî û goyîyan bîkîn. Ez bawerîm wê berîvê herî xurt bîdîn wana. Zaten gelê kurd her roj bi tundî bersiva van kesan dide.

Ev kes neteweperestiyeke rizîyayî û perpitî dikin. Tu eleqeya wan bi netew û welat re tune ye. Ji bo welat û netewê, heta niha neynûka wan jî ne êşîya ye. Wekî mirîşkeke kurd dahî faydeyek ji wan negihîştiye gelê kurd. 

Ji sibê heta êvarê bi tirkî diaxivin û bi tirkî dinivîsin. Di mala xwe de jî bi zarokên xwe re kurdî naxwazin biaxivin. Zarokên wan anliyorum ama konuşamiyorume.

Zarokên wan li dibistanên herî baş ên dewletê dixwînin. An jî di asta herî jor de dibin memurên dewletê. Ew bi xwe jî an li Amerîka û Ewropa, an li Îzmîr û Yalova dijîn. Yanî bi sedî sed bi dewletê ve girêdayî ne.

Paşê radibin dibêjin: “Ez neteweperestê Kurd im û dewleteke Kurdî dixwazim.”

Hinek şerm û heya hewce ye. Hinek jî divê pozê mirovan bişewitînin.

Netewperestên xelkê xwe parçe parçe dikin, lê netewperestê Kurd, aha divê halê dene. Ji ber vê yekê jî niha pêve kes van kesan re nebêje neteweperest.

Em li dijî neteweperestiyê ne, lê pîvanên neteweperestiyê jî hene. Ev kes neteweperest in ku tu eleqeya wan bi netewê re tune ye. Ew netewfiroş û neteweperestên sergoyan in. Netewperwer divê neteweyê, bi destê van mahlûqatan ve bernedîn

Xuya ye ku ev kes di xizmeta hin derdoran de dixebitin. Yanî benê wan di destê hin derdoran de ye. Bi taybetî êrîşê Rêber APO dikin. Her tim notên hevdîtinên Îmraliyê dikevin destên van kesan.

Xuya ye ku têkiliyên qimar û qerej hene. Naverokan li gorî xwe diguherînin û bi awayekî organîze êrîşê Rêber APO dikin. Xuya ye ku civînan dîkîn û bi konseptên êrîşê dikin. Her kes heman argumanan derdixe pêş. Yanî hin derdor van kesan bi awayekî organîze dixebitînin.

Xuya ye ku dîsa bi van êrîşan îhale û pere kar dikin. Berê ‘APO tazmînati’ hebû. Nihajî ‘erîşê APO bîke û îhale bîstîne’ heye. Dixwazin bandora Rêber APO li ser gelê kurd qels bikin û Tevgera Azadiya Gelê Kurd tasfiye bikin.

Yanî armanc xizmeta gelê kurd nîne; armanc qelskirina doza kurd e. Tu ne mecbûr î ku vê pêvajoyê destek bikî. Lê eger tu ketî nav tevgereke êrîşkar û tahrîbkar, wê demê tu li ser navê hin hêzan gav bi gav dixebitî.

Ev 40 sal in ku êrîşî Rêber APO dikin, ji ber ku Rêber APO rûyê van kesên qerej derxistiye holê. Niha dîsa dixwazin kurd bikin koleyê xwe û koleyê xweyê xwe. Dixwazin wekî dijminên gelê kurd li ser navê kurdîtî dîsa li pişta kurdan siwar bibin; ew bibin efendî û kurd bibin xizmetkarê wan. Lê Rêber APO vê lîstika dîrokî vala derdixe û nahêle ku tebeqeyek an zümreyek li ser pîşta gelan siwar bibe. Jiber ve yekê ev derdor zîtîka davêjîn û dîn û har dîbîn