Nelson Mandela: Jiyaneke serbilind û têkoşer
Di 20 saliya xwe de, li zanîngeha Fort Hare dest bi xwendina hiqûqê kir. Ev der navenda perwerdekirina elîtên reşpêst bû. Mandela li vir li dijî biryarên birêvebiriyê derket û dest bi çalakiyên siyasî kir. Paşê, ew tev li Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) bû. Di destpêkê de, di bin bandora ramanên Mahatma Gandhi de, wî alîgiriya berxwedana bêtundî dikir.

Nelson Mandela ku serokê yekem ê reşpêst ê Afrîkaya Başûr e; 27 salên jiyana xwe li girtîgehê derbas kirin. Ew di 71 saliya xwe de azad bû û piştî çend salan bû serokkomar. Karê wî yê herî mezin, hilweşandina pergala nijadperest a "apartheid" bû.
Mandela di sala 1918an de li gundê Mvezo ji dayik bû. Navê wî yê resen Rolihlahla (bi wateya yê ku pelên daran diqetîne ango "Zarokê Tevlihevker") bû. Di dema dibistanê de navê "Nelson" lê kirin. Ew ji malbateke esîl a hoza Thembu bû û bavê wî dema Mandela 9 salî bû, koça dawî dike.
Di 20 saliya xwe de, li zanîngeha Fort Hare dest bi xwendina hiqûqê kir. Ev der navenda perwerdekirina elîtên reşpêst bû. Mandela li vir li dijî biryarên birêvebiriyê derket û dest bi çalakiyên siyasî kir. Paşê, ew tev li Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) bû. Di destpêkê de, di bin bandora ramanên Mahatma Gandhi de, wî alîgiriya berxwedana bêtundî dikir.
Piştî ku di sala 1960î de polîsan li Sharpeville 69 mirovên reşpêst qetil kirin, hikûmetê ANC qedexe kir. Mandela fêm kir ku rêyên qanûnî hatine girtin, lewma baskê çekdar ê ANCyê ava kir da ku çalakiyên sabotajê li dijî saziyên dewletê pêk bîne. Piştî sal û nîvekê jiyana veşartî, ew hat girtin û bi hinceta "hewldana hilweşandina hikûmetê" cezayê girtina heta hetayê lê hat birîn.
Mandela 18 salan di şertên pir giran ên girava Robbenê de ma, lê ti carê serî netewand. Di sala 1985an de, dema ku serokê welat Pieter Botha pêşniyara azadiyê li berdêla destberdana ji şerê çekdarî lê kir, Mandela ev pêşniyar red kir û got: "Tenê mirovên azad dikarin muzakereyan bikin."
Di sala 1989an de Frederik Willem de Klerk bû serokê nû û dest bi reforman kir. Mandela di sala 1990î de azad bû. Her du serokan bi hev re bernameya derbaskirina aştiyane ya desthilatdariyê amade kir û di sala 1993an de wan Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtin.
Di hilbijartinên nîsana 1994an de, ANC bi rêjeya ji sedî 62 bi ser ket û Nelson Mandela bû serokkomarê Afrîkaya Başûr. Hikûmeta wî bernameyên mezin ji bo rakirina bandorên Apartheidê, kêmkirina hejariyê û dabînkirina mafên wekhev pêşkêş kirin. Mandela her tim digot: "Min li gorî serkeftina min nehesibînin, lê li gorî çend caran ku ez ketim û dîsa rabûm ser piyan bipîvin."
Bi van gotinên xwe Mandela bû mînaka jiyana têkoşer a serkeftî ku hêj îlham dide hemû kesên ku tî û birçiyê azadî û aramiyê ne. Ev nîşanî me dide ku kesên ji bo baweriya xwe û bîrdoziya xwe têbikoşin, her çend rastî astengî, zor û zehmetiyan bên jî rêya wan digihîje serkeftinê. Têkoşîna bibiryar, birêxistin û biisrar, gihîştina heqîqetê misoger dike.


