Nasir Yagiz radestî Tirkiyeyê hat kirin
Aktîvîst, siyasetmedarê Kurd û Nûnerê berê yê Hewlêrê yê HDPê Nasir Yagiz ku li Tirkiyeyê têkildarî wî biryara girtinê hatibû wergirtin, ji aliyê Rûsyayê ve ku serlêdana penaberiyê lê kiribû, radestî...

Aktîvîst, siyasetmedarê Kurd û Nûnerê berê yê Hewlêrê yê HDPê Nasir Yagiz ku li Tirkiyeyê têkildarî wî biryara girtinê hatibû wergirtin, ji aliyê Rûsyayê ve ku serlêdana penaberiyê lê kiribû, radestî Tirkiyeyê hate kirin.
Yagiz piştî ku 4 rojan li Moskowayê di bin çavan de hat hiştin, vê sibehê radestî Tirkiyeyê hat kirin. Yagiz serê sibehê anîn Balafirgeha Stenbolê û polîsan ew birin Edliyeya Gazîosmanpaşayê.


