Mûstafa Ehmed: Em pişta xwe bi Rûsya û Amerîkayê germ nakin
Tirkiye îro bi her awayî ve di nav qeyran û aloziyan de ye. Lê ji aliyê din ve jî dest bi enstrumana ku dê êrîşê bibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dike.

Tirkiye îro bi her awayî ve di nav qeyran û aloziyan de ye. Lê ji aliyê din ve jî dest bi enstrumana ku dê êrîşê bibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dike. Gelo Tirkiyeyê piştî hevdîtina bi Rûsyayê re çima dubare pişta xwe dide polîtikayên êrîşkar? Her cara ku tengav dibe çima polîtikayên şer derdixine holê?
Têkildarî vê îxtîmaleke ku Tirkiye êrîşî Rojava bike, em bi Endamê Meclisa Giştî yê PYD’yê Mustefa Ehmed re axivîn. Ehmed bal kişand ser mijarên girîng û diyar kir ku di êrîşeke bi vî rengî de dê Tirkiye bikeve rewşeke xirabtir û aloztir.
*Tirkiye piştî hevdîtinên xwe yên bi Rûsyayê re careke din dixwaze êrîşê bibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelo em dikarin bibêjin ku ev yek dê li gorî bazara mesela Îdlîbê teşe bigire?
Bê gûman Rojhilata Navîn niha di qonaxeke nû re derbas dibe. Wek stratejî dewam dike. Lê hevsengiyên nû niha tên avakirin. Bi taybet piştî projeyên mezin ên ku serkêşiya wan hêzên moderniteya kapîtalîst pêş ve dibirin (bi taybet WelatênYekbûyî, Amerîka) xwestin hin guhertin û veguhertinan çêkin û vê kaosê zêdetir bi rêve bibin. Lê piştî Amarîkayê xwe ji Afganistanê vekişand ev yek bû peyameke nû ku hat wateya Amerîka di projeyên xwe de bi ser ne ketiye. An jî bi wê îdeolojiya xwe ya lîberalîzmê ku dabû pêş, dixwest li Rojhilata Navîn hin sîsteman ava bike. Lê helbet di vê yekê de jî bi bin ketin. Hem jî dijberiye projeyên Amerîkayê yên li dijî Rûsya û Çînê bû sebeba ku bandoreke mezin li ser projeyên Rojhilata Navîn bike. Ji bo vê yekê jî Amerîka xwe ji Afganistanê kişand û wekî xencerekê li dilê asyayê da. Vê yekê jî hevsengiya projeyan serobino kir. Çimkî hebûna Amerîkayê dihat wateya navenda hevsengiyê. Nahêle dewlet yekser bi hevûdû bikevin. Di nav hevudû de şer bikin. Ev jî bû cihê metirsiyê ji bo hemû hêzên navneteweyî ku çawa kaos bi rêya Lîbyayê derbasî Afrîkayê bû bi rêya Afganistanê jî dê derbasî Asyayê bibe. Ji bo wê her kesî xwest ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Ji valahiya heyî jî Tirkiye û Îranê xwe


