Mîsyona banga aştiyê
Ev pêvajo di xwe de veguherînek kûr diafirîne. Di qada siyasî de siyaseta sivîl berfireh dibe û xweseriya demokratîk bi cih dibe. Di qada aboriyê de çavkaniyên ku berê ji bo şer dihatin xerckirin, ber bi geşepêdana civakî, ekolojîk û modela koperatîfan ve tên veguhastin.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27ê sibata 2025an de bi peyama Rêber Abdullah Ocalan hat ragihandin, di siyaseta herêmî û teoriya siyasî-hiqûqî de destpêka qonaxeke nû ya dîrokî ye. Ev gava krîtîk çarçoveya teng a rawestandina şer û pevçûnan derbas dike. Her wiha nûkirina peymana civakî û jinûveavakirina hişmendiya siyasî dide ber hemû aliyan. Em dikarin vê pêvajoyê ji aliyê zanistên siyasî, sosyolojî û hiqûqa navneteweyî ve wekî derbasbûna ji modelên navendîparêz ber bi modela demokrasiya berfireh û radîkal ve şîrove bikin.
Di navenda vê bangê de guherîna paradîgmayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên neteweyî heye. Di sedsala borî de, modela dewlet-neteweyê ya li ser bingeha yekparêzî, asîmilasyon û ewlehiyê dihat meşandin, li Rojhilata Navîn bû sedema krîzên kûr û şerên bêdawî. Banga 27ê sibatê li dijî vê modelê, paradîgmaya Konfedaralîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk raber dike. Ji bo gelê kurd, ev gav tê wateya derbasbûna ji qonaxa parastina hebûnê ber bi qonaxa sazîbûn, xweserî û misogerkirina statuya siyasî û hiqûqî. Têkoşîna ku bi salan li qada leşkerî hat meşandin, êdî bi awayekî organîk ber bi qadên siyaseta sivîl, saziyên hiqûqî û dîplomasiya cîhanî ve vediguheze. Ji bo Tirkiyeyê jî, ev pêvajo fersendeke dîrokî ye da ku ji krîzên kûr ên siyasî, aborî û rejîma ewlehiyê rizgariyê bibîne û xwe ber bi struktur/binesaziyeke destûrî û demokratîk ve veguhêze. Di asta herêmî de jî, li dijî şerên mezhebî û olî yên ku Rojhilata Navîn di nav xwînê de hiştine, modela hevjiyana azad û xwişk-biratiya gelan dike alternatîfa herî rasteqîn.
Geşedanên ku piştî bangê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê qewimîn, guherînên sosyo-siyasî yên kûr bi xwe re anîn. Pênasekirina pirsgirêkê li navenda meclisê û qada siyaseta sivîl nîşan dide ku mekanîzmayên ewlehiyê cihê xwe didin nîqaşên çareseriya hiqûqî û destûrî. Li qada civakî jî, polîtîkayên polarîzasyon û nefreta etnîkî ku bi salan li dijî gelê kurd hatibûn meşandin, hêdî hêdî cihê xwe didin diyalog û înîsiyatîfên aştiyê. Lê belê, geşedanên ku diqewimin nabe ku tenê wekî "gavên dewletê" an jî "xêrxwaziyeke desthilatdariyê" werin dîtin. Ji aliyê diyalektîka siyasî ve, ev rewş berhema berxwedan û têkoşîna domdar a gelê kurd û neçariya sîstema heyî ye.
Li qada dîplomasiya navneteweyî, ev bang pênaseya siyaseta cîhanî ya li ser pirsgirêka kurdî rasterast diguherîne. Çarçoveya hiqûqa navneteweyî ku li ser Mafê Diyarkirina Çarenûsê (Self-determination) ava bûye, di sedsala 21ê de forma xweserî û demokrasiya herêmî werdigire. Îdeolojiya înkarê ku bi dehan salan hewl da pirsgirêka kurdî tenê wekî "pirsgirêka ewlehiyê an terorê" nîşan bide, bi vê bangê re bi temamî têk çû. Hêzên navneteweyî û saziyên herêmî neçar dimînin ku pênaseya xwe biguherînin û kurdan ne wekî kêmneteweyekê, lê wekî aktorekî avaker û stratejîk di avakirina paşeroja Rojhilata Navîn de bipejirînin.
Nirxandina gavên dewletê jî nêzîkatiyeke stratejîk û hişyar dike xwedî erk. Dewlet di teoriya siyasî de tenê dema ku di warê aborî, siyasî û leşkerî de tengav dibin rêyên guherînê diavêjin. Ji ber vê yekê, gelê kurd û derdorên demokratîk divê van gavan ne bi helwesteke pasîf, lê bi xurtkirina birêxistinkirina civakî, saziyên sivîl û xweseriya herêmî pêşwazî bikin. Misogeriya herî mezin a vê pêvajoyê ne sozên siyasî yên demkî, lê xurtkirina hêza civakî û xistina van gavan bin garantiya destûrî ye.
Bandora vê pêvajoyê li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî xwedî taybetmendiyeke stratejîk e. Statu û destkeftiyên li Rojava, Başûr û rewşa kurdan a li Rojhilatê Kurdistanê jî bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Lewma ji vî milî ve dema em li banga Rêber Abdullah Ocalan dinêrin, ne tenê ji bo parçeyekî Kurdistanê ji bo hemû neteweya kurd xwedî girîngiyek mezin û bi wate ye. Bi taybet rewşa li rojava, başûr û rojhilatê Kurdistanê paradîgmaya Rêber Apo û xeta neteweya demokratîk ne tenê yekîtiya neteweyî xurt dike, di heman demê de, tifaq û têkiliya di navbera gelan de xurt dike û zextên dewletên herêmî bêbandor dike.
Bi giştî, ev pêvajo di çar dîmenên sereke de veguherînek kûr diafirîne. Di qada siyasî de siyaseta sivîl berfireh dibe û xweseriya demokratîk bi cih dibe. Di qada aboriyê de çavkaniyên ku berê ji bo şer dihatin xerckirin, ber bi geşepêdana civakî, ekolojîk û modela koperatîfan ve tên veguhastin. Di qada civakî de, sosyalîzasyona gelan û hevjiyana azad ava dibe. Di qada dîplomatîk de jî, kurd ji pozîsyona objebûnê derbasî pozîsyona kirdeyê sereke yê siyaseta cîhanî dibin.
Wekî encam, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27ê sibata 2025an de dest pê kir, proje û reşnivîsa avakirina jiyana nû ye. Biserketina vê pêvajoyê bi xwîneriya rast a van dînamîkan, hişyariya akademîk û rêxistinkirina xurt a civakî ve girêdayî ye. Gelê kurd bi xwedîderketina li vê bangê, ne tenê azadiya xwe, lê garantiya paşeroja demokratîk a hemû gelên herêmê ava dike.


