Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê li Amedê dest pê kir

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk baskê “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” yê bakurê Kurdistanê li Amedê dest pê kir.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê li Amedê dest pê kir

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk baskê “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” yê bakurê Kurdistanê li Amedê dest pê kir. Girseya gel ku li pêş avahiya Rêxistina DBPa Amedê kom bû, dê heta Qada Şêx Seîd meşê li dar bixe û starta meşa ber bi Enqereyê ve bide destpêkirin.

Hevserokên DBPê, Rêveberên DEM Partî û DBPê, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes beşdarê meşê bûn.

Meşê bi tevlibûna nûneren saziyên civakî, partiyên siyasî û parlamenterên DEM Partiyê jî dest pê kir. Bi sedan kes tev li meşê bûn.