Merheleya krîtîk û erka gavên pratîk
Banga Rêber Apo ji bo pêşeroja hemû gelên herêmê gaveke dîrokî û çareserî ye. Ev nêzîkatî dikare krîzên kûr ên siyasî çareser bike.Lê, siyaseta dewletê ya ku bi lîstikên ragihandinê û dezenformasyonê û bi astengkirina hevdîtinan bi rê ve diçe, pêvajoyê paşve dikişîne

Banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiyeyê, di dîroka siyasî ya herêmê û di nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de veguhastineke stratejîk û pênaseyeke nû ye. Ev pêvajo tenê wekî sekinandina şer an jî bêdengkirina çekan nayê fêmkirin. Di esasê xwe de doza guherîna hişmendiya dewletê, jinûveavakirina civakê û çareserkirina kûr a pirsgirêka kurdî li ser bingeha mafên demokratîk, hiqûqî, azadî û wekheviya komarî ye. Li hemberî vê kûrahiya fikrî û polîtîk, di merheleya ku pêvajo gihîştiyê de, astengiyên ku tên derxistin nîşan didin ku aliyê dewletê hêj di fêmkirin û pêkanîna van pîvanan de di navhesabên taktîkî û nêzîkatiyên şaş de ye.
Di demên dawî de, bi taybetî piştî qebûlkirina qanûnên bi navê "Hevgirtina Civakî û Piştevaniya Millî" di meclisê de, astengkirin û kêmkirina hevdîtinên Heyata Îmraliyê nîşaneya krîzeke bizanebûn e. Ev qanûn û siyaseta li dora wê tê meşandin, hewldana dewletê nîşan dide ku dixwaze pêvajoyê ji cewherê wê yê puralîst û guherîner derxîne û bixe bin kontrola xwe ya tekane. Ev nêzîkatî helwesteke legalîstîk û alîgir e ku hewl dide şûna çareseriya siyasî û civakî, bi amûrên ewlehiyê û kontrola burokratîk valahiyê tije bike.
Astengkirina sîstematîk a daxwazên akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar û kesayetên naskirî yên ku dixwazin biçin Îmraliyê û rasterast bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, parçeyekî din ê vê siyaseta dorpêçkirinê ye. Zext û astengkirina van serdanan nîşan dide ku dewlet ji xurtbûna zemîna civakî ya pêvajoyê û afirandina diyalogeke piralî û zelal ditirse. Bi qutkirina pêwendiya rasterast a civak, rewşenbîr û derdorên siyasî bi giravê re, dixwazin kanala ragihandinê tenê di bin destê burokrasiya fermî de bihêlin. Disa jî divê baş bê zanîn ku pêvajoyeke aştiyê ya ku ji civakê re girtî be, hevdîtinên azad asteng bike û zelaliyê red bike, nikare baweriyê di nav gel de ava bike û bi sînorbûna nûçeyên burokratîk re şansê wê yê serkeftinê tune ye.
Piştî hevdîtina 13ê îlonê û agahiyên ku di 16ê îlonê de di ajansan de ji çavkaniyên nêzî partiyê hatin parvekirin, di daxuyaniya Heyata DEM Partiyê de perspektîfeke zelal derket pêş. Naveroka van agahiyan û helwesta heyatê nîşan da ku bêyî guherandina şert û mercên fîzikî yên li Îmraliyê û bêyî avakirina zemîneke ku Rêber Abdullah Ocalan bikaribe tê de xebat û jiyana xwe ya azad bimeşîne, pêvajo nikare veguhere stratejiyeke mayînde. Tevî vê rastiya rojane, di çapemeniya tirk de belavkirina nûçeyên manîpulatîf yên wekî "ji bo Ocalan maleke taybet tê çêkirin" bi zanebûn tê meşandin. Armanca van nûçeyên derew ew e ku pêşdeçûna pêvajoyê asteng bike. Dorpêça li gravê û nîqaşen li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi raya giştî re neyê parvekirin. Daxuyaniya DEM Partî û endama şandeyê Pervîn Bûldan ev hewldanên dezenformasyonê bi tundî derewandin û destnîşan kirin ku manîpulasyonên bi vî rengî zirarê didin cidiyeta pêvajoyê û hewldanên aştî û çareseriyê lawaz dikin. Lê di vir de titşa ku were zelalkirin ewe ku çima ji bo Rêber Abdullah Ocalan bikaribe pêvajoyê hîn baştir koordîne bike û bi rê ve bibe cihê wî neyê başkirin. Bêguman di vê mijarê de bêdengî û bêhelwestiya dewletê jî cihê rexneyê ye.
Di nav vê atmosfera siyasî ya aloz de, li bakurê Kurdistanê lidarxistina merasîmên bîranîna şehîdên doza azadiyê ne tenê tevgereke masûm e, di heman demê de xwedî wateyeke kûr a polîtîk e. Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, divê mirov van merasîman ne wekî astengekî li hember aştiyê, lê wekî bingeha manewî û dîrokî ya aştiyê bixwîne. Aştiyek ku bîranîna şehîdan, tekoşîna berê û nirxên azadiyê red bike an jî paşguh bike, tenê radestbûn e. Ji ber vê yekê, xwedîderketina li bîranîna şehîdan û nirxên azadiyê, garantîkirina rûmeta civakî ye ku aştî tenê li ser vê rûmetê dikare ava bibe.
Ji bo ku ev merheleya krîtîk veguhere encameke ku ji hemû aliyan re çareseriyê bîne, erka sereke dikeve ser milê dewletê ku divê di çarçoveya pêvajoyê de gavên pratîk û hiqûqî bavêje. Ev gav divê ne di asta soz û daxuyaniyan de, di asta xebatên berçav de bin.
Pêwîst e tavilê dawî li rejîma tecrîd an jî dorpêça li ser Îmraliyê were anîn û ji bo Rêber Abdullah Ocalan mercên xebatê yên azad, tendurist û ewle werin amadekirin ku bikaribe rola xwe ya aktorê sereke yê çareseriyê bîne cih. Divê qanûnên dijdemokratîk, astengiyên li ser siyaseta sivîl û li hember xebatên DEM Partiyê bên rakirin û garantiya hiqûqî ji bo hemû beşdarên pêvajoyê bête dayîn. Pêwîst e deriyên giravê ji bo heyetên serbixwe yên rojnamevan, akademîsyen, hiqûqnas û saziyên mafên mirovan bê vekirin da ku zelaliya pêvajoyê misoger bibe.
Wekî encam û nirxandineke giştî, înîsiyatîf û banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşeroja hemû gelên herêmê gaveke dîrokî û çareseriyeke alternatîf e ku pîvanên demokratîkbûnê diyar dike. Ev nêzîkatî xwedî hêzeke mezin e ku dikare krîzên kûr ên siyasî çareser bike. Lê, siyaseta dewletê ya ku bi paşxistinê, bi lîstikên ragihandinê, bi dezenformasyona di çapemeniyê de û bi astengkirina hevdîtinan bi rê ve diçe, nêzîkatiyeke xeternake ku pêvajoyê paşve dikişîne û bêbaweriyeke kûr di nav civakê de çêdike. Pêvajoyeke aştiyê ya rastîn bi taktîkên rojane û xapandina raya giştî bi rê ve naçe; tenê bi nêzîkatiyeke rasterast, bi gavên hiqûqî yên xurt û bi biryardariya polîtîk dikare civakeke demokratîk û aştiyeke mayînde ava bike.
Ji bo vê yekê jî banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo zemineke xurt ava dike. Lewma girîng e ku dewlet li şûna bi hincetên cuda pêvajoyê paşve bikişîne li gorî pêdiviyên vê banga dîrokî bi lez gavên pratîk biavêje.


