Mazlûm Ebdî bi fermandarê Helebê re civiya

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bi Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Helebê re ji bo ewlehî, aramî û mekanîzmayên serxistina proseya entegrasyonê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de civîn pêk anî û nîqaş kir.

•
1 deqe xwendin
Mazlûm Ebdî bi fermandarê Helebê re civiya

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî  li bajarê Kobanê bi Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî re civiya. Di civînê de rêbazên xurtkirina ewlehî, aramî, parastina şêniyan, mekanîzmayên serxistina proseya entegrasyonê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hatin nîqaşkirin ku hewldaên ewlehî û birêxistinkirina xebata saziyan li parêzgehê xurt dike.

Her du aliyan bal kişand ser girîngiya hevrêziya hevbeş û xebata bi ruhê berpirsiyariyê ji bo parastina ewlehî û aramiya Kobanê û gundên wê.