Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a...

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dan. Di heman demê de xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi heman daxwazê serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.