Madeyên hişbir û çareserî
Tiryakbazî êdî wek nexweşiyeke biyolojîk û psîkolojîk tê qebûlkirin û hewceye ku were dermankirin. Ji bo ku ew kes ji çerxa tiryakê xilas bibin, divê di zûtirîn demê de alîkariya pisporan were xwestin û girtin

Li seranserê cîhanê, hebûn û nasnameya gel û civakan bi nirxên wan ve girêdayî ne. Mirov bi awayên xwe yên hebûnê, çand û nirxên xwe yên exlaqî dijîn. Ev nirx wan bi civakê ve girêdidin û jiyaneke hevpar û aram diafirînin. Ger ku civakek ji van nirxan dûr bikeve yan jî ji wan biqete, ew ji hebûna xwe jî dûr dikeve û her tiştê ku nasnameya wê diyar dike tevlihev dibe. Ev jî dibe sedema bişaftin, jihevketin, hilweşîna wê civakê. Em dizanin ku civak ji takekesan pêk tê û vîna takekesan ji bo civakbûnê çiqas xurtir be, ew dikarin ewqas çêtir civakeke xurt a bi nirx biparêzin. Lê belê pergalên serdest ên dewletan vê yekê naxwazin û bi zanebûn bi ser wan kes û civakan de diçin. Armanca wan ew e ku li gor berjewendiyên xwe teşe bidin wan. Îro, di vî warî de bi kodên civakê tê lîstin. Rêbazên vê lîstikê gelek in. Her yek bi serê xwe daxwaz û armancên serdestan bi cih tînin. Yek ji wan jî narkotîk, ango madeyên hişbir e. Di encamên wê de gelek nexweşiyên kesan ên wek rêxistinên sûc ên talanker derdikevin. Ev pirsgirêkek mezin e û divê bi awayekî berfireh were nirxandin da ku em fêm bikin ka ew pirsgirêkeke takekesî ye, yan jî civakî ye.
Bikaranîna madeyên hişbir her tim li çaraliyê cîhanê bûye mijara nîqaşê, lê di van demên dawî de ew bûye mijareke girîng ku pêdivî bi baldariyeke cidî heye. Ev madeyên hişbir ên ku dibin sedema tiryakê bandorên giran li laşê mirovan dikin. Ji bilî zirara fîzîkî ya tenduristiya laşî, encamên wê yên psîkolojîk û civakî pir in. Ev made bandorê li pergala demarî ya navendî dikin, têgihîştin, rewşa derûnî û tevgerê diguherînin. Ji ber vê yekê, pirsgirêkên mezin ên fîzîkî û psîkolojîk derdikevin holê. Gava ku ew li laşê mirov belav dibe, mêjî baş naxebite û mirov pir caran zû kontrolê wenda dikin û zirarê didin xwe, malbatên xwe û derûdoran. Ji bo ku van madeyan bikirin, têkiliyên wan bi malbatên wan re xera dibin. Ev kes gelek caran diziyê dikin, çi li malê çi li deverek din, û heta mirovan jî dikujin. Ev rewşa hanê dibe sedema wan a tevlîbûna çeteyên sûcdar. Îro, bi hezaran mirovên wiha di girtîgehan de ne.
Ev pirsgirêk ew jehr e ku pêşeroja mirov û civakê dikuje. Kesên ku wê bi kar tînin êdî di nav civakê de bi her awayî wek kesên mirî ne ku nikarin bifikirin, biafirînin û ji her aliyî ve bêfonksiyon dibin. Her wiha ev kes ji jiyana civakî qut dibin û nikarin bi serê xwe bijîn û xwe biparêzin. Hebûna wan ji bo malbat, hawirdor û civakê dibe barekî giran. Ji bo wê jî divê alikariya wan bê kirin.
Tiryakbazî êdî wek nexweşiyeke biyolojîk û psîkolojîk tê qebûlkirin û hewceye ku were dermankirin. Ji bo ku ew kes ji çerxa tiryakê xilas bibin, divê di zûtirîn demê de alîkariya pisporan were xwestin û girtin. Ew kesên ku dikevin nav xefik û tora vê nexweşiyê û nikarin jê birevin, hewcedariya wan bi piştgiriyek xurt a malbat û civakek rêxistinkirî heye.
Li seranserê cihanê dewlet û civak dixwazin vê pirsgirêkê li gor xwe çareser bikin. Lêkolînên xwe yên derbarê van madeyan dikin, daneyên di warê hejmara kesên ku bi kar tînin, yên ku peyda dikin û difiroşin, kom dikin. Raporên xwe amade dikin û li rêbazên çareseriyê digerin.
Rapora tiryakê ya Tirkiyeyê ya 2025an dibêje ku temenê navîn ê bikaranîna tiryakê 22 salî ye. Di raporê de ti daneyên li ser zarokên di bin 18 salî de yên ku tiryakê bi kar tînin an difiroşin, tune ne. Ev jî nîşan dide ku ev encam li ser daneyên ji tiryakbazên ku tên dermankirin hatine wergirtin. Her çend tomarên fermî temenê navînî yê bikaranîna tiryakê 22 salî nîşan didin jî, daneyên ji qadan, rêxistinên civaka sivîl û federasyonan nîşan didin ku di nav bikarhênerên di bin 18 salî de, temenê destpêkirinê daketiye 9, 10 û 12 salî. Temenê navîn ê firoşkaran jî di navbera 17 û 25 salî de ye. Li gorî raporên narkotîkê di bikaranîn û hewandina madeyên hişbir, bi taybetî metamfetamînê de zêdebûnek berbiçav a girîng çêbûye.
Dîsa balkêş e ku li gorî rapora Federasyona Cîhanî ya li dijî Tiryakê, di sala 2025an de hejmara kesên ku tiryakê bi kar tînin li Tirkiyeyê nêzîkî 15 milyon bûye. Ev hejmarek mezin e û rewşa civakê ya xirab diyar dike. Gelo ev rewş asayî ye? Yan jî sedem çi ye?
Tê zanîn ku herî zêde zarok, ciwan û jin dikevin nav tiryakê û di torên sûc de tên bikaranîn. Ev jî rêbaza berbiçav û xurt a sîstema kapîtalîst e ku armanca wê civakek bêhiş, xerîb, parçebûyî û qels biafirîne. Ji bo berjewendiyên xwe li ser ciwan û jinan vê rêbazê bi kar tîne, da ku wan bê vîn û bêhêz bihêle. Ji ber ku jin afirîner in û di avakirina civakê de xwedî rola sereke ne, bi madeyên hişbirê wan dixe kemîna xwe û di qada fuhûşê de bi kar tîne ku ew ji rastiya xwe ya civaka exlaqî û polîtîk dûr bikevin. Madeyên hişbir û fuhûş amûrên bi kêr in ku kapîtalîzmê û serdestên wê xwedî dikin û mezin dikin, civakê ji hundir ve dirizînin. Bi van amûran, yekîtiya civakî bi bandorkirina hemû beşên civakê perçe dibe. Dîsa zarok û ciwan jî pêşeroja civakê ne, ev pergal dixwaze ku vê pêşerojê tarî û wenda bike. Gava ku ev qadên civakê têk biçin, civak jî ji binî ve hildiweşe.
Ger ku sîstema kapîtalîst tiryakê wek çekekê li hember civakê bi kar tîne, ya girîng ew e ku ji bo rê li pêşiya wê bê girtin û kesên nû nekevin nav vê nebaşiyê hewcedarî bi êniyeke berxwedanê ya hevbeş çêbûye û “Platforma Şiyar Be!” hatiye sazkirin. Ev saleke xebat û çalakiyên platformê yên cur bi cur tên li darxistin. Armanca wê ya bingehîn ev e: “Civakên ku nikarin bibin yek, bêparastin dimînin, qels dibin û her tim rastî siyaseta qirêj a desthilatdaran tên.” Civak ne rêxistinkirî be, ew nikare li hember pergaleke wisa talanker derbikeve.
Dema ku civak yekîtî û rêxistinbûnê bi dest bixe, hem pirsgirêkên takekesî û hem jî yên civakî dikarin werin çareserkirin. Pêvajoya ji nû ve avakirina civakî ji nû ve rêxistinkirinekê li ser bingeha nirxên exlaqî û ji nû ve vedîtina ciwan û civakê hewce dike. Îro dem hatiye ku ev tarîtiya di civakê de veguhere ronahiyê…


