Ma kurd û kurdistanîbûn ne bes e?
Heta niha her Tevgera Apoyî sûcdar dikirin ku di nav şer de ye û ti ‘aramî’ ji bo wan tune ye. Lê îro ji bo vê pêvajoyê jî her û her li pey sûcdariyê ne. Ma Kurdistan ne yek e, kurd ne yek in?

Demeke dirêj e, belê pir demeke dirêj e nîqaşên li ser pêvajoyê tên kirin lê tenê nîqaş tên kirin....
Wek keseke rojnamevan dema li bûyeran dinihêrim dikarim bi çend hevokan pêvajoya heyî yanî heger gotin di cih de be, li ser pêvajoyê nêrînên xwe parve bikim.
Gotineke gelemperî heye. Dibêje ‘werin em şaş rûnin lê rast biaxivin’. Heta niha ev pêvajo tenê yekalî meşiya. Ez bawerim kes nikare bibêje ku te nedît an jî şaş e. Me wek gelê kurd û Kurdistanê heta niha ti gavên berbiçav ên ji hêla dewleta tirk ve hatine avêtin nedîtine. Hê jî ew zimanê dijminane, înkar û ferzkirina teslîmbûnê li ser kurdan dewam dike. Lê qaşo hin ragihandinên ku xwe wek kurdî bi nav dikin nizanim li pey çi ne. Dîsa çawa ku beriya 30 salan, xwestin bendawariyek nediyar ava bikin, dîsa kiryarên xwe yên qirêj didomînin. Bi rastî ez mereq dikim hûn kurdan çi dihesibînin? Me ji bo tirkan digot ne ji şer ne jî ji aştiyê fêm dikin, lê diyar e ku heman gotin ji bo hin beşên qaşo kurd jî derbasdar e.
Heta niha her Tevgera Apoyî sûcdar dikirin ku di nav şer de ye û ti ‘aramî’ ji bo wan tune ye. Lê îro ji bo vê pêvajoyê jî her û her li pey sûcdariyê ne. Li şûna ku dest bidin destê xwişk û birayên xwe û barê wan sivik bikin, da ku ew jî bigihîjin maf û armancên xwe; berevajî wê hemû tiştan dikin da ku dîsa xwîn birije. Ma xwişk û biratî wiha ye? Ma Kurdistan ne yek e, kurd ne yek in?
Hin kes dikarin bêjin ku ez pir bi hestyar tevdigerim lê bi rastî jî wek kurdekê ku li dervayî axa xwe mezin bûme, nikarim vê hişmendî û aqilê heyî fêm bikim û qebûl bikim. Ez wisa fêr nebûme. Ji bo me yanî ji bo kurdên Sovyeta berê kurd û Kurdîstanîbûn bes bû. Ji ber ku em di nav gelek neteweyan de asê man û her neteweyek xwest me bihelîne û pûç bike. Lê me li ber xwe da, belkî li gor hin kesan em eşîrî man. An jî paşketî man lê me xwe wisa parast. Parastina ziman û çandê beriya her tiştî bû. Me ti carê ji bîr nekir ku em çawa hatin van deran. Her ku cerga me êşiya her ku ferdek ji me kêm bû hêrsa me ji yên ku bûn sebeb re zêde bû.
Me ji welatekî avêtin welatekî din da ku vîna me parçe bikin û paşeroja me bi me bidin jibîrkirin. Her tim em kêm dîtin, ji ber wê me sond xwar ku em ê ji wan mezintir bin û li hemû waran em ê wek kurd hebin û em bi ser ketin. Îro li welatên Sovyeta berê kesên ku dîtine dizanin, em wek kurd hene, xwedî nasname û otonomî ne. Ziman û çanda me ne qedexe ye. Gelek hewl dan da ku rengên me qedexe bikin lê bi ser neketin. Ji ber ku kurd li hemû deran kompakt dijîn û heta ku ew rêxistinbûna wan hebe kes nikare wan bişikîne yan jî belav bike.
Min çima pêwîstî dît behsa vê yekê bikim? Ji ber ku di bin navê ‘modernîzmê’ de hin kes kurdên ku li gund û taxan dijîn, biçûk dibînin û heta hewl didin wan biguherînin. Bi taybetî ji bo kurdên Kafkasya û Asyaya Navîn dibêjim. Ji sed salî zêdetir ji ax û warê xwe qut bûne lê bi nasnameya xwe mane û wê bimînin jî. Hebûna kurdên bi vê hêzê pêwîst e bibe hêz û mînak ji bo hemûyan. Belê, li wan deveran piştî şerê cîhanî yê duyemîn ti şer û pêvçûn tune bûn lê lîstok li ser kurdan pir bi taybetî dihat meşandin. Mînaka herî biçûk di nasnameyan de ji bo ku navên kurdî veşêrin ‘yan’ an ‘oğlu’ bi kar dianîn. Bi serkêşiya gelek zanyar û rewşenbîrên kurd ev yek hate astengkirin û di nasnameyan de li gelek welatên Sovyeta berê kurdbûn heye û hatiye qebûlkirin. Ma ev ne hêja ye?
Li milekî ji bo kurdbûn tê qetilkirin lê li milekî din jî beşeke kurdan têdikoşe û bi ser dikeve. Belê rast e, kesî ew qetil nedikirin lê birçî hiştin, îzole kirin û ji civakê qut kirin, ma ev jî ne hewldana komkûujiyê ye?
Di dawiyê de dixwezim bibêjim ku em biçin ku derê jî em kurd in û dijminê me jî her yek e. Reng û zimanê wî dibe ku cuda be, lê her heman dijmin e. Heta ku em vê rastiyê fêm nekin em ê nikaribin yekîtiya ruh û aqil ava bikin. Ma dem nehatiye ku em êdî gavan biavêjin û hemûyan pûç bikin. Em li benda çi ne?


