Lînç amûra dewletê ya serdestiyê ye
Di rojên dawî de li Afyon, Konya û Enqereyê 3 êrîşên cuda pêk hatin. Di êrîşên nijadperest ên 3 salên dawî de 4 ciwan qetilkirin û zêdeyî 10 kurd birîndar kirin.

Di rojên dawî de li Afyon, Konya û Enqereyê 3 êrîşên cuda pêk hatin. Di êrîşên nijadperest ên 3 salên dawî de 4 ciwan qetilkirin û zêdeyî 10 kurd birîndar kirin. Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2020’an li dijî kurdan 14 êrîşên nijadperestî pêk hatin. Di êrîşan de 3 jê zarokên sûriyeyî bi giştî 7 kes hatin kuştin. 32 kes birîndar bûn. Ji sala 2010’an ve 280 êrîşên nijadperestî pêk hatin. Di van êrîşan de 15 kes hatin qetilkirin. 1097 kes jî birîndar bûn. Herî dawî di 21’ê tîrmehê de li navçeya Meram a Konyayê 60 kesî êrîşî malbata kurd kir. Hakim Dal ê 43 salî qetil kirin. Di 21’ê tîrmehê de li navçeya Altindag a Enqereyê êrîşî malbatek kurd kirin. 2 kes bi giranî 4 kes birîndar kirin. Di 19’ê tîrmehê de li bajaroka Dereçîne ya navçeya Sultandagi ya Afyonê êrîşî karkerên kurd kirin. 7 karkerên kurd birîndar kirin. Di 17’ê tîrmeha 2021’an de li Îzmirê êrîşî avahiya HDP’ê kirin. Denîz Poyraz qetil kirin. Di 12’e gulana 2021’ê de li navçeya Meranê ya Konyayê êrîşî kurdan kirin. Di 4 îlona 2020’an


