Li ser rêya pêvajoya nû ya aştiyê
Xala herî hessas di vê pêvajoyê de ew e ku divê nirxên civakî, siyasî û rêxistinî yên gelê kurd ti carê neyên înkarkirin an jî paşguhkirin. Pêvajoyeke aştiyê ku îrade, nasname û nirxên aliyekî derxe pêş û yên aliyekî jî paşguh bike, nikare bibe domdar û bigihîje serkeftinê.

Di çarçoveya banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk de, li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû û dîrokî dest pê kir. Ev pêvajo ji bo çareserkirina pirsên kûr ên civakî û siyasî yên welat, zemînek nû ya gotûbêj û xebatê ava dike. Di çarçoveya vê rêyê de, qebûlkirina qanûna "Hevgirtina Civakî û Piştevaniya Millî" di Meclisê de bû gaveke hiqûqî û siyasî ya berbiçav. Lê belê, serkeftina vê pêvajoyê ne tenê bi qebûlkirina qanûnan, bi rêvebirina rast, nêzîkatiya berpirsyar û têgihîştina kûr a hemû aliyan ve girêdayî ye.
Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku ev pêvajoya nû û qanûnên hatine rojevê ne tenê rojeveke teknîkî ya çekberdanê ye, belkî divê wekî "qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê" werin dîtin. Li gorî perspektîfa wî, ev qanûn şûna çek û tundiyê digirin û rêya siyaseta demokratîk û hiqûqî vedikin.
Rêber Abdullah Ocalan balê dikişîne ser rola meclisê û dibêje: "Civak bawerî û ewlehiya xwe li bin sîwana meclisê digere." Li gorî wî, ji bo ku çek ji rojevê derkevin û aştiyeke mayînde ava bibe, divê aliyê siyaseta demokratîk û çarçoveya hiqûqî bi awayekî zagonî û pênasekirî bê naskirin. Ew diyar dike ku çareserî di hişmendiya "Neteweya Demokratîk" û biratî û wekheviya gelan de ye; ev gav jî divê rê li ber welatparêzî û hemwelatiya wekhev veke.
Di çarçovaya van nirxandinan de ji niha û şûn ve erka herî mezin a dewlet û hikûmetê ew e ku vê pêvajoyê ji astengiyên rojane yên siyasî biparêzin. Heke hikûmet bixwaze ev gav bigihîje armanca xwe, divê nexşerêya xwe li ser bingeha baweriya dualî, zelalî û encamgiriyê ava bike. Qebûlkirina qanûnê gaveke erênî ye û cihê pîrozkirinê ye; lê pêwîst e ku deshilatdarî guherînên hiqûqî bi tenê wekî amrazekê nehêle, di qadê de jî pêngavên berbiçav ji bo berfirehkirina qada siyaseta demokratîk bêhtir biavêje. Rexneya herî girîng a li vir ew e ku divê dewlet pêvajoyê wekî birêvebirina krîzê nebîne, divê wekî veguhertineke dîrokî ya ber bi demokrasiyê xwedî lê derbikeve.
Di vê çarçoveyê de, hevdîtina dawî ya heyeta DEM Partiyê ya bi serokkomar Erdogan re jî wekî gava hevdîtineke krîtîk derket pêş. Ev diyaloga rasterast a di asta herî bilind de, ji bo pênasekirina çarçoveya pêvajoyê û nehiştina gumanan fersendeke hêja ye. Geşkirin û domandina van diyalogan ji bo avakirina baweriya civakî xwedî girîngiyeke mezin e.
Di vê qonaxê de, berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê saziyên civakî, sendika û hêzên demokratîk. Erka van saziyan ew e ku pêvajoyê daxînin nav civakê û bikin neynikeke piralî. Saziyên civakî nabe ku tenê li benda gavên hikûmetê bimînin; divê bixwe proje, pêşniyar û meylên aştiyane bi pêş bixin û bandorê li siyaseta fermî bikin. Dewra wan avakirina pênaseya "aştiya ji jêr ve ber bi jor" e.
Bêguman ji bo bipêşxistina vê pêvajoya dîrokî bi qasî gavên pratîk zimanê tê bikaranîn jî xwedî girîngiyek mezin e. Zimanê ku di vê pêvajoyê de tê bikaranîn, diyarkerê pêşeroja wê ye. Zimanê cudaker, tawanbarker û dûrxistina aliyan divê were terikandin. Bi taybet zimanê hin peyayên deshilatê û çepemeniya tirk di roja îro de xizmetê ji vê pêvajoyê re nake, berejavî wê pêvajoyê di warê têgihan de dixe zehmetiyê. Birêvebirina nîqaşan bi zimanekî çêker, rêzdar û pênasekerê nirxan rehetî û ewlehiyê dide her du aliyan. Zimanê ragihandinê û siyaseta rojane divê ne yê birîndarkirinê, belkî yê dermankirina birînên kevin be.
Xala herî hessas di vê pêvajoyê de ew e ku divê nirxên civakî, siyasî û rêxistinî yên gelê kurd ti carê neyên înkarkirin an jî paşguhkirin. Pêvajoyeke aştiyê ku îrade, nasname û nirxên aliyekî derxe pêş û yên aliyekî jî paşguh bike, nikare bibe domdar û bigihîje serkeftinê. Divê ev pêvajo wekî naskirina mafên bingehîn û avakirina jiyana hevpar a li ser bingeha wekheviyê bê dîtin, ne wekî radestbûn an tunekirina nasnameyekê.
Îro her alî vê qanûnê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî dinirxîne. Ji bo silametî û serkeftina pêvajoyê, divê ev qanûn ne wekî amrazeke zextê yan jî projeyeke yekalî ya yekbûnê, belkî wekî çarçoveyeke qanûnî ya ji bo çareserî, entegrasyona civakî û misogerkirina mafan bê dîtin. Divê hikûmet şîroveya vê qanûnê gelekî berfireh û erênî bike û rê bide ku hemû beşên civakê di nav de cihê xwe bibînin. Her wiha girîng e ku rêxistinên hiqûqî û dadwerî vê qanûnê di qada pratîkê de bi nêzîkatiyeke mirovî û hiqûqî pêk bînin, meylên kevin ên qedexeker bidin aliyekî û rêya edalet û lihevkirinê vebikin.
Di encamê de, Qanûna Hevgirtina Civakî û Piştevaniya Millî ya ku di encama banga Rêber Abdullah Ocalan de hate rojeva meclisê û qebûl kirin xwedî derfeteke dîrokî ye. Heke dewlet bi erênî û berpirsyarî nêzîk bibe, hêzên demokratîk bibin alîkarê pêvajoyê û nirxên gelemperî yên kurdan werin qebûlkirin, ev pêvajo wê ji bo hemû welat bibe destpêka serdemeke nû ya demokratîk û azad.


