Li ser poetîkaya Yehya Omerî çend gotin

Omerî di serî de bi pasajeke Gilgamêşê dest pê kiriye. Bi vê referansê pal dide mîtolojiya herî kevin a cîhanê.

•
1 deqe xwendin
Li ser poetîkaya Yehya Omerî çend gotin

Asê Hewraz

Pirtûka Yehya Omerî ya nû ya bi navê ‘Kokteylek seba ez û hûn wiha’ ji Pall weşanê derket. Ev pirtûk ji serî heta binî bi sîstemeke zanistî hatiye nivîsîn. Ev sîstem, pirtûkê (helbest, roman, çîrok) bilindî asta edebiyata cîhanê û helbestvan-nivîskar dike hevalê nivîskar/helbestvanên cîhanê.

Gelo ev sîstema ku helbesta Yehya Omerî tîne asta cîhanî çi ye?

Helbestvan têkiliya xwe û edebiyata cîhanê xurt digire û xwe wek çiraxekî dibîne. Omerî di serî de bi pasajeke Gilgamêşê dest pê kiriye. Bi vê referansê pal dide mîtolojiya herî kevin a cîhanê. Ew mîtolojiya Sumeriyan li ser kîjan axê qewimî be û kîjan av vexwaribe û kîjan hewa kişandibe cîgerên xwe, Omerî jî bi heman ax, av û hewayê derbas kiriye jiyana xwe. Jixwe Omerî xebera vê mîmesîsa herêmî bi pirtûka xwe ya yekem a bi navê ‘Anatomiya demsalên zer’ de bi helbesta ‘qesîdeyek ji bo bîra te’ de dabû me.

Ev têkiliya hosta-çiraxtiyê helbestvan hêdî hêdî mezin dike. Harold Bloom ji vê mezinbûnê re dibêje ‘Endîşeya bibandorbûnê’. Li gorî Bloom heke helbestvanek bixwaze bibe helbestvanekî baş, divê ew helbestvan di rêyeke zehmet re derbas bibe. Di serî de helbestvan ji xwe re helbestvaneke/î hosta hildibijêre û paşê helbesta wî/ê kopî dike û ev kopîkirin helbestvan dişibîne wek hostayê wî/ê. Ev kopî ew qas zêde dibe êdî helbestvan dikeve endîşeyeke mezin û xwe wenda dike. Lê ev wendabûn dibe sedema zayîna helbestvanekî nû û orjînal. Di helbesta Yehya Omeri de jî bêhna helbastvanên wek Kavafis, Elitist, Seferis û Celan heye. Ev têkilî xwe bi xwe, jixwe dibe wêjeya cîhanê bixwe. Goetho bixwe vî tiştî dibêje. Erich Auerbah jî ji vî tiştî re dibêje ‘mîmesîs’; Rene Girard jê re dibêje ‘arezûya mîmetîk’. Yanî her tim têkiliya edebiyata baş bi hev re heye. Li gorî Girard arezûya Don Kixot a ku dixwaze bibe Amadis (şovalyeyê mezin) çi be arezûya Emma Bovary (Madam Bovary) ya bigihîje sosyeteya Parîsê heman tişt e. Jixwe ev tişt yanî têkiliya edebiyata baş mîmesîs e. Ev jî teza Aeurbach e. Arezûya Omerî jî her tim ew e ku kurd xwe nas bikin û bizanibin ka ew di rewşeke çawa da ne. Omerî bi vî tiştî dizane ango haya wî jê heye û rexne dike, rêya wê jî dibêje. Di helbestake xwe de dibêje:

“me çi kevok neman em bidin aştiyê

seba ezmanê xwe niha me baz û başoke divên” (r.p. 60).

Ev rêzik, rastî û rexneyeke mezin e ji bo kurdbûna rojane û hem jî arezûya helbestvanekî kurd e. Ev tişteke gelekî xeter e ji bo helbestvanekî. Ji ber ku helbesta polîtîk ango jiyana rojane dikeve pêşiya estetîkê. Lê Omerî di bin vî barê giran de xwe nafetisîne û helbestên wî bi hevsengiyeke baş diherikin. Helbesta wî ya “li diyarbekirê, şên – çi tê gotin bo temamê ekradan – bi îlhama helbesteke salvatore quasimodo” de ev hevsengî baş daye rûniştandin.

Sedema duyem a ku wek ez wek asta cîhanî dibînim jî ev e: Têkiliya helbestvan û çanda miletê wî jî pêwîst e. Ev jî ji bo sîstema me ya ku me li jorê behsê kirî hewce dike. Arezûya Omerî jixwe vê xalê tijî dike. Helbesta xwe ya navê wê ‘çi tê gotin bo temamê ekradan’ de rexne û dudiliyê xwe bixwe jî dide. Behsa sosyolojiya kurdan dike û dibêje:

“belê dinya ne ew dinyaya berê ye.

ne jî şervaniya me ya serhişk ciwan e”.

Çawa çand helbestvan girê dide problema miletê wî dîzayn dike, helbestvan ji çanda miletê xwe dîzayn dike. Çawa ku çand helbestvan bi xwe ve girê dide û berê wî/ê dide meseleyên rojane yên gelê xwe ve girêdayî, her wiha helbestvan jî bi helbesta xwe çanda gelê xwe dîzayn dike. Omerî jî vî tiştî baş dike û vê hevsengiya di navbera helbest-gel-civakê de dide rûniştandin. Her wiha dixwaze vê zincîrê bişikîne û ji vê gîrdabê derkeve. 

Pirtûka wî  bi vê dudiliyê berdewam dike. Di pirtûka wî de li ser meseleyên dîrok û civaka kurdî çi qas helbestên wî hebin, bi heman awayî li ser mijarên din ên wek xweza, eşq, mîtolojî, hişê çêkirî hwd jî hene. MÎnak ‘mirin û kulîlkvedana di chatgptyê de’, ‘keserên veşartî ji awiran’, ‘bêdeng derçûna ji ezberekê’, ‘xanimzer’.  Omerî di nav van fikaran de tê û diçe. Ev ji ji bo helbestvanekî gelekî zehmet e. Lê Omerî hevsengiyê dihûne û barê helbestvaniya ekradan dide pişta xwe. Helbest û hunera Yehya Omerî li wêjeya kurdan pîroz be.

Em ê li benda berhemên nû bin.