Li Semsûrê tuneleke avê ya hezar û 700 salî hat dîtin
Li navçeya Bêsnî ya Semsûrê tunelek dîrokî ya avê hat dîtin.

Li navçeya Bêsnî ya Semsûrê tunelek dîrokî ya avê hat dîtin. Li gund, welatiyên tunelê dibînin agahî didin Miduriyeta Muzeyan a Semsûrê û li ser agahîgirtinê miduriyet tîmeke lêkolînê dişine gundê Geçîtlî û tunelê di cih de lêkolîn dike. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin tunel beriya hezar û 700 sal berê hatiye çêkirin.
Tê texmînkirin tunel ji bo ku ava çemê Sofrazê ji aliyekê gund derbasî aliyekê din ê gund bê kirin û pê erd bên avdan hatiye çêkirin. Midurê Muzeyan ê Semsûrê Mehmet Alkan, der barê tunelê de destnîşan kir ku karkeriya çêkirina tunelê karkirineke xweşik e û ev tişt got: “Ev der ji bo Semsûrê tuneleke avê ya pir binirx e. Em li bendê ne ku turîst in biyanî û xwecihê bên serdana tunelê bikin.”
Keyayê gundê Geçîtlî Abdûllah Gullu jî destnîşan kir ku cara yekemîn dikeve tunelê û ev agahî dan: “Ji aliyê çemê Sofrazê mirov dikeve tunelê û ji aliyê din ve derdikeve. Destpêkê hinek teng e lê bi pêşveçûnê bilindbûna tunelê dertê heta 2 metreyan. Me berê jî dizanibû heye lêem ditirsiyan ku bikevinê. Lêkolînkirina tîmê ya li tunelê bikelecan bû.”


