Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê 3’yemîn û bijartek

Nivîsa nivîskarê rojnameya Welat Ciwan Tunç a bi sernavê “Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê 3’eyemîn û bijartek” wiha ye:

•
3 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê 3’yemîn û bijartek

Nivîsa nivîskarê rojnameya Welat Ciwan Tunç a bi sernavê “Li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê 3’eyemîn û bijartek” wiha ye:

Ji bo fêhmkirina pêvajo û geşedanên li Rojhilata Navîn pîvaneke esasî, têkilî û bandorkirina van geşedanan ya bi Îsraîlê ve ye. Bi taybetî ji bo têkilî û sîstema navdewletî wisa ye. Her wiha ji aliyê sermayeya global ve jî ewlehiya Îsraîlê, mijareke jêneger e. Lewre hêza cihûyan a sermayê û lobiya cihûyan, dixwazin her tiştî li gorî berjewendiyên Îsraîlê araste bikin. Bêguman di meşandina vê siyasetê de taybetmendî, alî û sedemên hegemonîk û bîrdozî jî hene. Lewre her parçeyeke hêza modernîteya kapîtalîst, weke xelekên zîncîrê bi ya din ve girêdayî ye. Cewher, dendik û nûnera modernîteya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn jî Îsraîl e. Yên ku hinekî ji siyasetê fêhm bikin û bizanibin pêvajoyê bixwînin, wê vê rastiyê bibînin. Bi taybet piştî 7’ê cotmeha 2023’yan ev rastî bi awayekî dijwar hate dîtin û jiyîn. Sîstema modernîteya kapîtalîst bi nav û cismê Îsraîlê Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dike. Di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ev pêk tê. Em niha di destpêka vê pêvajoyê de ne. Sîstema cîhanî ya modernîteya kapîtalîst a ku li Rojhilata Navîn beriya 100 salî hatî avakirin, niha bingeha sedsala duyemîn dideyne. Bingeha sîstema beriya 100 salî, li ser cenazê gelê kurd hat danîn. Beriya 100 salî hevsengî, berjewendî û hegemonyaya li Rojhilata Navîn, di derdora pirsgirêka kurd de dihatin nirxandin û hûnandin.

Ceribandina bi navê Hevpeymana Sewrê, negirt. Ya Syces-Pîcot jî pêk nehat. Lê mixabin sîstema xwe disparte Hevpeymana Lozanê, 100 sal li pey xwe hişt. Niha jî tê nûjenkirin. Bingeha sedsala duyemîn bi Hevpeymanên Brahîmî hate danîn. Ev hevpeyman bi zexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û bi taybet jî weke kes, Trump hatibûn îmzekirin. Niha xurtkirin û rûniştandina wan, dîsa wê bibe para Trump… Rêber Apo di parêzname û nirxandinên cuda de vê rastiyê bi awayekî tekûz radixe berçavan. Bi taybet jî di pirtûka xwe ya bi navê Li RojhilataNavîn Qeyrana Şaristaniyê û pirtûka bi navê Çareseriya Neteweya Demokratîk de pirsgirêkan û çareseriyên wan digire dest. Nirxandinên di van her du pirtûkan de weke rênîşanên pêvajoyê pêşxistine. Pêşdîtin û nirxandinên Rêber Apo, di van 10 salên dawî de yek bi yek têne piştrastkirin. Paldanka komara tirk (KT), modernîteya kapîtalîst bû, KT jî wê bûbûya mertal û paldanka Îsraîlê. Di esasê xwe de dewleta tirk, wê tenê di derdora Anatoliya Navîn de hebûya, beşên din wê di navbera hêzên herêmî û navneteweyî de bihata parvekirin. Lê helwesta kurdan, şer û têkoşîna hevpar a bi Tevgera Kemalîst re, hişt ku Tirkiyeya îro were avakirin. Çîroka piştî wê ya înkar û tinekirinê tê zanîn…Di esnaya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de Şoreşa Cotmehê/Sovyetan pêk hat, hevsengî guherîn. M. Kemal, siyaseteke hevsengiyê meşand û berê xwe dida wî alî jî. Her wiha ji bo cihûyan jî li cih û warekî guncav digeriyan. Hewildanên bi Împaratoriya Osmaniyan re encam negirtibû, di encamê de KT weke proto Îsraîl hat rojevê. J