Li Norwêcê dibistana kurdî

Kurdên li Norwêcê bajarê Bergenê dijîn û dê û bavên ku dixwazin zarokên wan dûrî çand û zimanê xwe nebin û di nav çandên cuda de nehelin, ji zarokên xwe re dibistaneke zimanê kurdî vekirin

•
1 deqe xwendin
Li Norwêcê dibistana kurdî

Kurdên ku li Nerwêcê bajarê Bergenê dijîn ji bo zarokên wan dûrî çand û zimanê xwe nemînin ji xwe re bi îmkanên xwe dibistaneke kurdî ava kirine û zarokên xwe bi çand û zimanê xwe perwerde dikin. 

Li vê dibistanê gelek mamosteyên ku bi dilsozî  dixebitin hene. Mamoste Şirûq Kejo yek ji wan mamosteyan e û di serdaneke wê ya Amedê de me firsend dît ku pê re derbarê vê xebata wan a hêja de biaxivin. 

Mamoste Şirûq Kejo yek ji kurdên rojavayê Kurdistanê ye ku di sala 2008an de koçî Nerwêcê kiriye û li bajarê Bergenê dijî. Şirûq di sala 1974an de li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Mamoste Şirûq fakulteya edebiyatê, beşa zimanê fransî, li bajarê Helebê, bakurê Sûriyeyê xwendiye û zanîngeha xwe li wir qedandiye. 

Şirûq Kejo berê jî li welat li dibistanên bajarê xwe Amûdê û gundên wê wek mamoste kar kiriye. Li Nerwêcê jî serê 2 salan e mamostetiya zimanê kurdî dike. 

Şirûq Kejo wekî gelek ciwanên kurd ên ku ji perwerdeya zimanê xwe yê dayikê mehrûm bû, bi hewldan û daxwaza xwe di temenekî ciwan de bi rêya xwendina pirtûkên kurdî xwe hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê kiriye. 

Şirûq Kejo û malbata xwe vê havînê hatin serdana Amedê û me xwest derbarê dibistana kurdî ya li bajarê Bergenê yê Nerwêcê de hin agahiyan werbigirin. 

Ev fikra avakirina dibistana dersên kurdî kengî û bi çi armancê dest pê kir?

Wekî tê zanîn perwerdeya bi zimanê dayikê, bingeha pêşveçûna derûnî, zimanî û akademîk a zarokî ye. Ew têkiliya zarok bi malbat û çanda wî re xurt dike, fêrbûna zimanên nû hêsantir dike û ji qutbûna civakî diparêze.

Zarokê ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibe, têgih û pênaseyên nû zûtir û kûrtir fêm dike. Ev yek rasterast bandorê li ser serkeftina wî ya di dersên din de jî dike. 

Me dest bi dibistana kurdî kir ji ber ku ziman ji bo parastina nasnameya kurdî gelek girîng e. Armanca me ew e ku zarok û ciwan zimanê xwe fêr bibin, bixwînin û binivîsin û çanda kurdî ji nifşekî bo nifşê din were veguhastin.

Em 13 dilxwazên kurd in ku ji bakur û rojavayê Kurdistanê ne. Tevî cudahiyên me di nêrînên siyasî de, em li ser hezkirina ziman û welatê xwe, Kurdistan û pêdiviya parastina nasnameya kurdî li hev rast hatin. Ji ber ku em bi hezaran kîlometreyan ji welatê xwe dûr in, me dît ku pêwîst e Komeleya Çanda Kurdî ava bikin da ku xebata me bi awayekî fermî û rêxistinî were meşandin. Yekemîn çalakiya me vekirina dibistana kurdî bû. Ev gavek girîng bû ji bo parastin û veguhastina ziman, çand û nasnameya kurdî ji nifşekî bo nifşekî din.

Ji aliyê din ve, me ferq kir ku nifşê nû xwedî meyleke mezin e ku di nav civaka nû (civak û çanda ewropî) de bi hêsanî dihele û tê asîmîlekirin. Ji ber vê yekê, pêdiviya vekirina dibistaneke kurdî pir mezin û girîng bû.

Kursên we çiqas dirêj dikin?

Sala xwendinê ya dibistana kurdî ji du nîvsalan pêk tê. Nîvsala yekemîn ji payîzê dest pê dike û heta serê salê didome. Nîvsala duyemîn piştî serê salê dest pê dike û heta destpêka havînê didome. Ders her rojê yekşemê ji 12ê nîvro heta saet 2yê piştî nîvro tê dayîn, ango her carê du saetan.

Kursên me di dema ku dibistan vekirî be de bi awayekî berdewam tên dayîn. Niha dibistan ji bo betlaneya havînê girtî ye û em hêvî dikin ku di payîzê de ji nû ve dest bi dersan bikin.

Çend mamoste û çend xwendekarên we hene?

Niha em pênc mamoste ne û du mamosteyên din jî dê tevlî me bibin. 59 xwendekarên me hene. Xwendekarên me li gorî temenê xwe li sê polên xwendinê hatine belavkirin. Di her polê de mamosteyek bingehîn (sereke) û alîkarekî mamosteyan heye. Em hêvî dikin ku dema dibistan ji nû ve vebibin, ev hejmar zêdetir bibe.

Heta niha we çend kurs dane û çend xwendekaran ev kurs qedandine?

Ji roja destpêkê ve me gelek kurs amade kirine û gelek xwendekaran ew qedandine. Her sal xwendekarên nû jî beşdar dibin û em hêvî dikin ku hejmara wan her ku diçe zêde bibe. Îsal, me bi serkeftinek mezin sala xwendinê bi dawî anî. Di dawiya vê salê de, 59 xwendekaran sertîfîkaya qedandina saleke temam a hînbûna zimanê kurmancî wergirtin (bawername).

Mamosteyên ku van kursan didin ti alîkariyeke madî ji cihekî distînin an bi xwebexşî dixebitin?

Em hemû bi dilxwazî dixebitin.  Hemû mamoste xwebexş in û ji ti alîkariyeke madî sûdê wernagirin. Armanca me tenê xizmeta ziman û civaka kurdî ye.

Zor û zehmetiyan we çi ne yan jî çi kêmasiyên we hene?

Zehmetiyên me pirtir di warê derfetên aborî de ne. Hemû zehmetî û astengiyên me bi kêmbûna piştgiriya aborî ve girêdayî ne. Dîsa jî, bi hewildana xwebexşan em dixebitin ku van kêmasiyan kêm bikin.

Xwendekarên we tenê ji vî bajarî ne yan ji deverên din jî hene?

Piraniya xwendekarên me ji bajarê Bergenê ne, lê ji hin deverên din jî hene ku ji bo fêrbûna zimanê kurdî tên dibstana kurdî. 

Nifûsa kurdan li bajarê Bergenê çend e û bêhtir kurdên kîjan parçeyî ne?

Ti jimartineke fermî û rastîn li ser hejmara kurdan li bajarê Bergenê tune ye. Nifûsa rastîn bi awayekî fermî nayê zanîn, lê gelek kes dibêjin dibe ku li derdora 5000î kurd li Bergenê hebin. Ew ji her çar parçeyên Kurdistanê ne.

Li dawiyê tiştekî ku bixwazî li gotinên xwe zêde bikî hebe keremke bêje?

Li dawiyê, ez dixwazim bêjim ku karê ku em niha dikin ji bo me karekî pîroz e. Parastina nasnameya kurdî, ziman û mîrateya me ya çandî erkeke neteweyî ye ku li ser milê me tevan e. Em hêvî dikin ku hemû kurd bi vê berpirsiyariyê beşdar bibin û piştgirî bidin.

Perwerdeya bi zimanê kurdî ji bo parastina nasnameyê û serkeftina akademîk a zarokên kurd ên li derveyî welat jiyanî ye. Ew wekî pireke mezin di navbera cîhana zarok a nû û koka wî ya çandî de kar dike. Ev perwerde rê li ber wendabûna zimanî û qutbûna ji malbatê digire.

Ez ji hemû hevalên xwe yên dilxwaz re spas dikim. Em bi hev re bihêztir in. Her wiha, ez ji dê û bavan re jî spas dikim ku bi me re hevkariyê dikin. Ez ji hemû xwendekarên me yên hêja re jî spas dikim; ew ji dibistana xwe ya kurdî hez dikin û bi hest û biryar in ku zimanê xwe fêr bibin. Her wiha, ji bo beşdariya wan a bedew di pîrozkirina Newrozê û Roja Zimanê Kurdî de jî spas dikim. Bi rastî em bi wan xwendekarên xwe yên hêja pir serbilind in.

Herî dawî jî ez dixwazim bêjim, spas ji we re ku hûn dixwazin ronahiyê bidin ser vê xebata me.

şirûq.jpeg