Li kampa koçberan 10 kon şewitîn

Li kampa koçberên Şengalê ya li bajarê Dihokê, di teqîna tûp de 10 kon şewitîn.

•
1 deqe xwendin
Li kampa koçberan 10 kon şewitîn

Li Kampa Şariya ya li sînorê bajarê Dihokê ku koçberên Şengalê lê dijîn, ji ber teqîna tûp 10 kon şewitîn. Rêveberê Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan li Bajarê Dihokê Pîrdiyan Cefer derbarê şewatê de destnîşan kir ku tîmên Parastina Sivîl û aliyên peywendîdar di demeke kurt de agir vemirandine û got: “Tenê zerara maddî çêbûye.” 

Hate ragihandin ku lêkolîn li ser hûrgiliyên şewatê destpê kiriye û ji bo pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn ji bo malbatên ku konên wan şewitîne, xebat hatine destpêkirin.

Etîket: Kampa Şariyayêkampên êzidiyanKampên Şengalê