Li Iraqê dinamîkên ewlehî û siyasî
Li Başûrê Kurdistanê, hêzên pêşmergeyan di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de weke hêza parastinê ya herêmî tên naskirin. Di îlona 2026an de gaveke dîrokî hate avêtin. Pêvajoya yekkirina Yekeyên 70 û 80yan di bin banê Wezareta Pêşmergeyan de bi fermî hate temamkirin.

Iraq piştî derbasbûna pêvajoya stratejîk a 30ê îlona 2026an, di nav qonaxeke nû û krîtîk a siyasî û ewlehiyê re derbas dibe. Ev dîrok di serî de weke dema dawî ji bo bêçekkirina komên çekdar ên derveyî kontrola dewletê hatibû diyarkirin û hevdem bi dawîbûna mîsyona Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û vekişîna hêzên Amerîkayê re dihat girêdan. Lê belê di pratîkê de ev roj ne weke xala dawî, belkî weke destpêka pêvajoyeke qonaxî û muzakereyan hat pênasekirin. Hikûmeta Iraqê di bin serokatiya Serokwezîr Alî el-Zeydî de dîroka temamkirina vê pêvajoyê heta 30ê hezîrana 2027an dirêj kir. Ev gav encama hevsengiyeke hesas e ku di navbera zextên navxweyî, berxwedana faksiyonên (kom) nêzî Îranê û aloziyên şerê herêmî de hat avêtin.
Siyaseta navxweyî û biryarên ewlehiyê yên Bexdayê rasterast di bin bandora şerê herêmî de ne ku di navbera Emerîka û Îranê de di dawiya sibata 2026an de dijwar bûbû. Di vê pêvajoyê de baregehên Emerîkayê bûn armanca êrişên komên bi Îranê ve girêdayî û di bersivê de jî operasyonên leşkerî yên Washingtonê li ser van koman pêk hatin. Ev alozî hikûmeta el-Zeydî dixiste nav çarçoveyeke dualîyî; ji aliyekî ve zextên tund ên Emerîkayê hebûn da ku bandora Îranê kêm bike û çekan bixe bin kontrola dewletê; ji aliyê din ve jî, berxwedan û zextên politîk ên faksiyonên leşkerî û alîgirên wan ên siyasî yên di parlamentoyê de hebûn. Hikûmeta Iraqê dûrketina ji şerekî navxweyî û parastina serweriyê weke armanca sereke danî pêşiya xwe. Windahiyên aborî ku bi dehan milyar dolarî têne îfadekirin û xitimîna rêyên bazirganiyê, Bexda neçar kir ku li cihê pevçûna leşkerî, rêya danûstandin û entegrasyona qonaxî hilbijêre.
Her çend berê ji aliyê berdevkên fermî ve dihat ragihandin ku piştî 30ê îlonê her çekeke derveyî sîstemê wê weke derqanûnî bê hesibandin jî, li ser erdê rewş ber bi nêzîkbûneke nermtir ve çû. Li gorî daxuyaniyên Serokwezîr el-Zeydî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim el-Erecî, pêvajo bi van sê qonaxan tê birêvebirin. Qonaxa yekem ji cotmeha 2026an heta destpêka 2027an didome ku rawestandina hemû êrişan, sekinandina daxuyaniyên leşkerî û qedexekirina bikaranîna axa Iraqê ji bo operasyonên derveyî sînor digire nav xwe. Di pêş ve jî garantiya rawestandina êrişên Emerîkayê hate wergirtin. Qonaxa duyem di bihara 2027an de destpêkirina radestkirina çekên giran ên wekî mûşek, dron û qebûlkirina endamên koman weke kesên takekesî di saziyên ewlehiyê de vedigire. Qonaxa dawî jî xala sînorî ya 30ê hezîrana 2027an e ku piştî vê tarîxê her avasaziya leşkerî ya serbixwe bi temamî weke grûpeke derqanûnî tê ragihandin.
Tevgera komên leşkerî li hemberî biryarên hikûmetê, ne yekparçeyî bû. Saraya el-Selam a girêdayî Muqtada el-Sadr ji qada leşkerî vekişiya û endamên wê li ser bingeha beşdariya takekesî tev li hêzên ewlehiyê bûn. Asaib Ehl el-Heq û Kataib Imam Elî jî bi komîteyên dewletê re rûniştin û hin bingeh û çekên xwe spartin saziyên fermî. Di heman demê de, fraksiyonên wekî Kataib Hezbollah, Hareket el-Nucaba û Kataib Seyyid el-Şuheda mercên wekî vekişîna tam a hêzên biyanî û garantiyên siyasî datînin pêşiya Bexdayê. Di navenda van guhertinan de mirov dikare bêje ku avasaziya Heşdî Şabî bi xwe heye. Plana hikûmetê ne hilweşandina Heşdî Şabiyê ye, belkî betalkirina statuya serbixwe û biryardariya partiyan e. Bi avakirina rêveberiyeke nû di nav Heşdî Şabiyê de, çek wê li ser asteke navendî bên komkirin û leşker di nav tugayên fermî yên dewletê de werin dabeşkirin. Ev hêz dê yekser girêdayî wezareta parastinê be.
Li Başûrê Kurdistanê, hêzên pêşmergeyan di çarçoveya Destûra Bingehîn a Iraqê de weke hêza parastinê ya herêmî tên naskirin. Di meha îlona 2026an de gaveke dîrokî hate avêtin û pêvajoya yekkirina Yekeyên 70 û 80yan di bin banê Wezareta Pêşmergeyan de bi fermî hate temamkirin. Ev gav ji aliyê Serokwezîr el-Zeydî ve hat pîrozkirin û bingeha daxwaza mûçeyên wekhev û budceya leşkerî ji Bexdayê xurtir kir. Di heman demê de, yekbûna fermandariyê şertê sereke ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û mîsyona NATOyê bû ji bo berdewamiya piştgirî û perwerdeya leşkerî. Piştî vekişîna hêzên koalîsyonê ewlehiya herêmê ket ser milên vê artêşa profesyonel a yekbûyî.
Mijareke din a girîng, hevdîtinên navbera Bexda û nûnerên Şingalê bûn. Di 11ê îlonê de di navbera Serokwezîr el-Zeydî, Civata Sedeya Êzidî û fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) de peywendiyên fermî pêk hatin. Li gorî lihevkirinê, Çiyayê Şingalê û navçeyên wê dikevin bin kontrola giştî ya hikûmeta federal û saziyên wê yên ewlehiyê. Di vê çarçoveyê de zêdetirî 2 hezar şervanên Êzdî wê di nav polîsên herêmî, artêş an jî saziyên din ên ewlehiyê yên dewletê de bên bicihkirin. Ev gav armanc dike ku hincetên operasyonên derveyî kêm bike û rê li ber vegera koçberan û avakirina Şingalê veke.
Pêvajoya ku piştî 30ê îlonê dest pê kiriye, nîşan dide ku Iraq ji siyaseta êrişên lezgîn ber bi rêxistinkirin û entegrasyona hêza çekdar ve diçe. Dirêjkirina demê heta havîna 2027an xetereya pevçûnên navxweyî kêm dike, lê di heman demê de xebateke dijwar a dîplomatîk dixwaze. Serkeftina dawî ya vê stratejiyê bi pabendbûna aliyan a li ser xalên lihevkirî, parastina hevsengiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Îranê de û garantîkirina mafên pêkhateyên herêmî yên wekî Êzidiyan ve girêdayî ye.


