Li Hesekê maşîneyên çopê têr nakin

Li kolan û taxên bajarê Hesekê ji ber karker û maşîneyên çopê kêm in, çop li kolanê kom dibe.

•
1 deqe xwendin
Li Hesekê maşîneyên çopê têr nakin

Li bajarê Hesekê ji ber nebûna  karker û amûrên paqijiyê pirsgirêka çopê mezin dibe. Li kolan, taxên bajêr, bazarê, derdora dibistan û saziyan çop kom bûye. Welatî ji ber metirsiya ku nexweşiyên laşmanya û kolerayê derkevin bi fikar in. 

Rêveberiya Komîteya Paqijiyê ya Şaredariya Gel a Hesekê Cîhan Osman Xelîl anî ziman ku di vê dema dawiyê de çop gelekî kom dibe û got: "Ji ber madeyên sotemeniyê kêm in û erebeyên şaredariyê xira dibin çop li ser hev kom dibe. Hejmara karkerên şaredariyê jî kêm e. Em bi hêvî ne ku gel bi me re bibe alîkar da ku em vê pirsgirêkê çareser bikin."

Rojê 250 ton çop kom dibe 

Cîhan Xelîl da zanîn ku ew rojane derdora 250 ton çopê radikin û diavêjin û wiha got: "Şaredariya Gel, komîn û meclisan bi hev re taxên bajar paqij kirin. Lê dîsa jî pêdivî pê heye ku em hejmara karkerên paqijiyê zêde bikin û erebeyên nû bidin me."