Li Efrînê kesek hat kuştin
Li Efrînê kesekî 46 salî hat kuştin.

Li ser rêya navçeya Cindirêsê û gundê Celemê yê Efrînê kesekî 46 salî di encama gulebaranê de hate kuştin. Li gorî SOHRê, hin kesan bi telefonê li ajokarê motorsîklet geriyan û xwestin biçe gundê Celemê. Piştî welatî bi motorsîklêtê çû gundê Celemê agahî jê qut bû. Çavkaniyên xwecih jî der barê mijarê de kesê hatî kuştîn di bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta demkî re derbas bû, piştre malbata wî hat agahdarkirin ku endamên li ser bendên kontrolê gule lê reşandine.
Aliyên têkildar der barê bûyerê de tu agahî nedan.


