Li Efrînê 152 mamosteyên kurd ji wezîfeyê hatin dûrxistin

Li Efrînê 152 mamosteyên kurd bêyî ku sedemeke fermî were nîşandan, ji wezîfeyê hatin dûrxistin û meaşên wan hatin birîn.

•
1 deqe xwendin
Li Efrînê 152 mamosteyên kurd ji wezîfeyê hatin dûrxistin

Hat ragihandin ku li Efrînê 152 mamosteyên kurd ji kar hatin dûrxistin û mûçeyên wan hatin birîn.

Li gorî mamosteyan, wan di salên koçberiya bi darê zorê de li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêma Şehbayê erkên xwe yên mamostetiyê li gorî bernameya xwendinê ya Rêveberiya Xweser pêk anîn. Tevî şert û mercên awarte yên koçberiyê jî wan xebatên xwe berdewam kirin.

Mamosteyan destnîşan kir ku dema ew vegeriyan, wan soz wergirtibû ku mafên wan ên kar dê werin misogerkirin û meaşên wan dê piştî vegera wan berdewam bikin. Lê mamoste ji biryara rawestandina mûçeyên wan û derxistina wan ji karên wan, bêyî ku tu ravekirineke fermî li ser sedemên vê biryarê were dayîn, matmayî mane.

Biryara rawestandina mûçeyên wan û derxistina wan ji kar, bû sedema nerazîbûna.