Li dijî Komeleya AHBAPê operasyon

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di doza AHBAP û Halûk Levent de operasyona duyemîn pêk anî, di operasyonê de 17 kes hate binçavkirin û dest danîn ser 4 şîrketan.

•
1 deqe xwendin
Li dijî Komeleya AHBAPê operasyon

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Komeleya AHBAPê de lêpirsînek dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de hunermend û Serokê komeleya AHBAPê Halûk Levent di 12yê tîrmehê de li Bûrsayê hatibû binçavkirin. Der barê Halûk Levent de sûcdariyên weke ‘mûxalefeta li dijî qanûna komeleyan’, ‘qezenckirina pereyên neqanûnî’ û ‘endamê rêxistinê’ hene.

Der barê lêpirsîna AHBAPê de operasyonê duyemîn pêk hat. Di operasyonê de 17 kes hat binçavkirin û 4 şîrket hatin desteserkirin.