Li ber Şêmûga pirsan

Ez ê îşev bibim helbestvan Şervan Ateş û li ber şêmûga dinê rûnêm. Ez ê şêmûg bi şêmûg li bersivên pirsan bigerim; belkî hin bersiv nîvco bimînin, lê dîsa jî ez ê pirsên xwe bikim.

•
1 deqe xwendin
Li ber Şêmûga pirsan

Kadîr Stêra

Ez ê îşev bibim helbestvan Şervan Ateş û li ber şêmûga dinê rûnêm. Ez ê şêmûg bi şêmûg li bersivên pirsan bigerim; belkî hin bersiv nîvco bimînin, lê dîsa jî ez ê pirsên xwe bikim.

Em helbestvan çima nikarin hînî jiyanê bibin? Em ew qas zû çima ji xwe dişikên? Dawî li pirsan jî nayê.

Ez ê îşev li zindanekê bibim hevalê şoreşgerekî û jê re qala şêmûga wî bikim. Ez ê bêjim: “Ev şûngeh ji bo te şêmûgek e.”

Ez ê îşev bibim rêwiyek û li goreke wenda bigerim. Gava ez wê gora wenda bibînim, ez ê bêjim: bi çûyîna te re, dayika te li ber şêmûga mirinê ji daran re qala te dikir.

Ez ê îşev bibim zarokek û bêriya kulên dayika xwe bikim. Wê helbestvan Şervan Ateş jî li ber şêmûga dinê bêriya kulîçeyên dayika xwe bike.

Erê helbestvano, her kêlî şêmûgek e. Ez jî anha li vê şêmûga penaberiyê li dengê çivîkan guhdarî dikim. Tu jî li şêmûgeke din, di xewa giran de yî; ez şiyar im, lê belkî em her du jî di şêmûga xewnekê de li xwe digerin.

Em ê kengî ji vê xewnê şiyar bibin helbestvano? Çima pirs ne hêsan in? Em ji kîjan şêmûgê pekiyan, berê me li kîjan şêmûgê ye?

Destê min ê ku pê li klavyeyê dike qerimî, û ev sibeh qerikî ma yî. Ez jî çerx im; çerxa min li vê şêmûgê jî nezîvirî. Lê dîsa jî xem nake, min xwe teslîmî şêmûga xwedê kiriye.

Ez ê îşev hişê xwe wendan bikim û li şêmûga êşan bialiqim. Ez ê ji we re jî pirsan bikim; belkî bersivên we rêyê li ber min firehtir bikin.

Min şev qulipand şeveqê. Ev bajar di tarîtiyê de bû, û ez “li ber şêmûga dinê” bûm. Lê anha şeveq e, li ber pencereya penaberiyê me, min çixareya xwe sor kiriye; te dît helbestvan jî mîna dînan pir ji çixareyê hez dikin. Ez dizanim tu jî pir ji çixareyê hez dikî.

Min xwendina berhema te xelaskir û ev riste di bîra min de ma: “Bîna kulîçeyên dayika min tê ji pencereyan…”

Te çi xweş li hev aniye, gidiyanooo!

Ew şeva me hate bîra min, şeva ku me ji bo Cemîleya Cizîrê helbest nivîsandibû, û te gotibû: "Ka bû çi? Me tenê hêrs û kîna xwe kuşt." 

Li vir pirseke din tê bîra min helbestvano, te li berhama xwe ev pirs kiribû: "Kî yî Şa'ir? " Tu dizanî kî yî ez bêjim? Ew kesê ku ji bo xwe dinivisîn kî bin şa'ir jî ew in; lê ê min ez di şûna peyva şa'ir de helbestvan bi kar tînim. Erê vê carê bêjim Şa'irooooooo! Ew qewmê ku tu di berhema xwe de qal dikî,  gelek şêmûg derbas kirin û hê jî li ber şêmûgan e. Ji qewlê te ve qewmekî sêwî yî; lê hetanî kengî ev sêwîtî? 

Temam min dengê te bihîst, ez vê kêliyê dev ji meseleyên dinê berdim, û li ber şêmûga dinê vegerim. Ev şêmûg bi qasî ku estetîk e ew qasî jî xwedî bîr e. Zimanê te xwezayî ye, di nav xwe de pir şêmûgan dihewîne. 

Erê şa'irooooo! Êdî wextê razanê hat, ev roj jî ji bo min bû şêmûgek. Erê jixwe piştî her şêmûgekê guherînek tê; lê guherîneke çawa? Ji bo her guherînekê jî biryardayînek divê. Piştî meriv biryarekê dide, meriv şêmûgekê derbas dike, lê dawî li şêmûgan jî nayê...