Li Amedê serhildan e…

Her şev du mûm pêdikevin ligel dilê dayikên kezebşewitî. Berxwedanê Biçûk dilezîne ku stargehan çêbike bi Mazlûmê Cizîrî re û ji teybê dengê Dilgeş bilind dibe; biçûkê canê tu hatî cîhanê

•
1 deqe xwendin
Li Amedê serhildan e…

Li Amedê serhildan e

Li Botanê şer giran e

Welatê me Kurdistan e

Serokê me Ocalan e…

 

Dengê ku ji teyba biçûçik belav dibû, li Zivînga Spî olan dida, sewta hozan Dilgêş jî pir cuda, wêrekiya dil radikir ser lingan, her wiha azadî ev e, bêtirs, bêhna çiyê û serxweşiyek jiyanî, li ser axa xwe û xweşjiyana jidil. Têkoşîna jiyanê, têkoşîna azadiyê… 

 

De bila tiştinên dinê bi wir de herin. Em jî wek mêvan bi şev hatibûn, hînê sergêjiya şeveqê li ser me û bêhna şorbeya nîskê jî birçîbûna me tanî bîra me. Va bû taştiyek bilind, ji bo ewlehiyê taştê dereng tê xwarin, derdor tê saxkirin, derya tê guhdarkirin.  

 

Şeva din em pir meşiyabûn, tev zor û zehmetiya rê, ligel dilşadiyê em westandibûn û xwêdan jî ji pozê me niqutîbû, tev li barana wek ku tu devê kun vebikî. Lê niha sewtek çiya û heval. Yeko yeko di ber çavên xwe re derbas dikim, şervanan. Pitepita dilê min e.

 

Ez kurxal Rêber (Nihat Oktay) dinasim, min navê berxwedan, Berxwedanê Mezin, Mixtar (Ji gundê Dêrê yê Nisêbînê) bihîstiye, paşê dûvdirêj em ê li ser rewşa Meclisa Eyaletê bipeyivin û karinan bidin pêşiya xwe û parve bikin.

Navê Berxwedanê Biçûk li malê Cengiz bû (Cengiz Ozen), kurê hevalê min Mehmûd, hevalê zaroktiyê. Carinan min henek dikir, qala Simo dikir, digo, “wey, Xoce, biborin Mamoste, wek Dengizya dipeyîve…” Mirovekî derbnîşan di şeran de şêr bû, berpirsiyar Mixtar zêde jê razî bû, ku em bi tenê diman heyraniya xwe ya ji bo dengizyan tanî ziman, digot, “Wîetnama Biçûk” dizanibû ku Rêber kurxalê min e, li gundê me Dengiza û wê derdorê pir mabû, qala du pismamê min ên şervan û berpirsyarên xurt dikir û heyraniya Welat (Mehmet Salmanê pismam) her dem li ser zarê wî bû. Bila Xwedayê erd û ezmanan bizanibe ku jiyana me çi bobelat bû; çi li gund, çi di şoreşê de, çi li çiya û deştan.

Çavên feqîriyê kor be; hevalê min Mehmûd zû de bar kiribû Îzmîrê, li wir rêncberî dikir, karê rojan, erebecîtiya bacanên sor, îsot û hwd û fêkiyan Cengîz ango Berxwedan ku li wir ji dayik bûbû, Dengiza nedîtibû. 

Ê de xerîbî ye, çi nêzîk çi dûr wek ku pêşiyên me gotibûn li ser rewşa evîndaran zêde dihat, ma ne em jî evîndarên xaka xwe ne; veqetîn û dûrî; çî deşta Mûşê, çi pişt dergûşê. Herê dilo…. Ma ne ji melekê mewtê re dûrî tune. Bilxatiyekî min heye, pismamê Mehmut, carinan qala Cengiz ango Berxwedanê Bîçûk dikir; “Li Îzmîrê em cîranên hev bûn, Cengîz xwe pir dida hezkirin û çalak bû, ji jiyanê re bêminet… hê zarok bû, ez jî li halê mal dikirim, hê sibeh e, min dît yekî ez niqurcandim, “Apo qawet be!” min dît ku Cengiz e, “kuro tu çawa hatî vira?” keniya, “ez û kurê cîranê me, em bi hev re hatin, ew wenda bû, lê va ez hatim ba te…”em du rojan li hevalê wî geriyan me ew dît. Cîran aciz, “çima kurê me bi xwe re biriye! herê wele tu li ku Yemanlar li ku, ez mam ecêbmayî, herê wele… dîsa bi nav salan de çûye. Cîranekî me yê tirk hebû, ez jê aciz bûm. 

Rokê teq, teq li deriyê me xist, wek ku cendirme bi ser malê de bigirin, got, “Cengiz kevokên min dizîne!” min bang kirê, xwe bi vir de-wir de da, ez qehirîm min ew dehf da, ket koncalekê, giriya… dilê min pê şewitî. Min ew derxist, maçî kir, pê şa bûm. Min got, ‘’te çima wisa kir, tu dizanî jê aciz im”, got, “min kevok berdan, hebikî bi wan şa bûm, çi bûye, lê ma ne faşîst e!” Kenê ez girtim… 

 

Ma kî dikare ji Cengiz aciz bibe. Ku destên wî dar girt, çû kar…digot, “ez ê bişixulim”. Bavê jinek dinê anîbû, ji wan re xemsar. Camiyek li Karşiyakayê hebû, nû lê dikirin, çû di çêkirina wê de şixulî, pere dianîn malê. Yanî xwe wek zilaman, wek berpirsyarê malê didît. Wexta wî hat çû eskeriyê, xwe giran nekir. Şaş mam, digot, “ez ê malê xwedî bikim”. Piştî mehekê ku hat îznê got, “ez naçim eskeriyê”. Me got, “ma ne tu bi dilê xwe çûyî”. “Belê bi dilê xwe çûm, niha jî bi dilê xwe naçim.” Em man şaşwaz, Cengiz wiha bû, lê min dizanî di dilê wî de çi havên digire.

 

Ma, rojekê got, ”Apo ez ê herim cem hevalan. Min bibe…” “Îja ev ji ku derket?!” Cengiz, henûn, Cengiz jîr û jêhatî, bêar, va berê xwe û me da ku! Lê lê te! Min got, “te nabim…” “Ku mesele partî û heval bin, tu nikarî yekê bikî dudo!” Min dît rojekê keçek bi xwe re anî got, “Ev Filîz e, lîse qedandiye, em ê bi hev re herin.” “Îja Filîz ji ku derket?” “Xwişka Eytan e, Eytana ku li Bagokê şehîd ket. Bîngolî ne.” “Lê ez we nabim.” “Baş e. Em ê rêyekê bibînin…”min nêrî nabe, min û wan berê xwe da gundê Dengiza; ji Îzmîrê em çûn Mêrdîn û Dengiza. Cengiz gund nedîtibû, ev cara ewil e ku dibîne, Filîz pê re ye… Apê wî dipirse, “ev kî ye?” “Dergistiya min e, me hev revandiye, em ê bizewicin!” Apê feqîr jî bawer kir. Û Cengiz çû! Me bihîst li Baqustana gundê Stewrê şehîd ketiye. Me cenzazê wî jî nedît… Cengiz jîr û şîrîn bû, xwe dida hezkirin. Bawer im axa welêt jî dê jê hez bike…”

 

Belê, ev şehîd wiha tên pênasekirin; “şîrîn, jîr û xwe didin hezkirin….” Bi rastî piştî Newroza 1995an ku me hev dît û paşê piştî Newrozê şerekî giran li Bakulîna Dêrevera derket, panzdeh heval şehîd ketin lê Berxwedanê Biçûk ji wî şerî filitî! Di tîrmeha sala 1995an de li Baqustan ew û Welat bi mufrezeke cendirmeyan re dikevin şer. Ji jorê newalê ku xwe berdidin ser çem avê vedixwin û metereyê xwe dadigirin ku berjor bibin, cendirme li wan dertên, berxwedanek bêhempa li dar dixin, Welat difilite lê Berxwedanê Biçûk (Cengiz) birîndar dikeve dest û hew dikene… çi dipirsin, bersiv kenekî şîrîn e. Kenê ku axa xwe dîtiye û hembêz dike. 

 

Bi hovî wî qetil dikin, cenazeyê wî dikişkişînin. Tînin Ewîna, Dengiza, kes nabêje em nas dikin. Lê bişirîn li ser lêvan e, ligel parçebûna bedenê wek parçebûna welêt, dibêjin wî li Bîka Gewinda ku niha Tokî li wir çêbûne,  radestî axê kirine. Ka kî dizane. Lê xelkê wê derê dibêjin her êvar li wir li ser komek ax mûmek vêdikeve, paşê gerîlayekî bi navê Azad ji Batmanê yek xortekî bejndirej ê por zer ê rengî spiyên keçikî şehîd dikeve li çiyayên Kunifir, wî jî tînin cem Berxwedanê Biçûk û her şev du mûm pêdikevin ligel dilê dayikên kezebşewitî û ji welat hez dikin û şîrîn in….

 

Niha li ber çavên min e, Berxwedanê Biçûk dileze ku stargehan çêbike bi Mazlûmê Cizîrî re û ji teybê dengê Hozan Dilgeş bilind dibe;

 

Biçûkê canê, tu hatiyî cîhanê, 

Ne ji bo mirinê, lê ji bo jiyanê…

Ku peyv li ser van esmerê çiyê be, naqede… Li Hebizbinya demek dirêj em bi hev re man. Ka ez ê Rêberê bêdeng, mulayîm ê cegerpola çawa bidim nasîn! Di meseleya Girê Şêran de ku heval bi bêbextî hatin şehîdkirin, dilê wî birijî mîna goştê di êgir de, bêdeng wek ku tiştek nebûbe wî û Dijwarê (Dogan Yavuz) cengawer di navbera wê mabatê û hevalan de rê ristin ku malbat ji ba dijmin vegere û rastiyê bibêje, lê neyar zû bi meseleyê hesiya ew malbat wendakirin, birin Enedolê hin dibêjin birin Sêwazê, hin dibêjin Eskişehir. Ku rewş guherî ji Delavê me yê pênc mal, wî serê malê yek neqand û her pêncan soz da ku herin, yekî bêbextî kir, reviya Ewropayê lê her çarê din xwe avêtin pêxila çiyê xwe kirin agirê sor: Kendalê (Hidir Alokmen) sorik li Qesrika Nisêbînê bû stêrka sibê, bombe bi bedena xwe teqand radestî neyar nebû. Yekî din jî paşê vegeriya, di halê xwe de. Rêber di dawiya adara 1995an de li Baqulîna Hebizbinya bi panzdeh hevalê xwe re ket nav sitêrkên Rêka Kadiza, pênc rojan ew der ji neyar re kirin dojeh, neyarê bêwijdan serê wî û Sari Selîm ê Elfanî jêkir, li gundan gerand, hefteyekê di serê dar de li hewşa qereqola Stewrê kir qelawiz, lê tirs neket dilê ti kurdî ji xeynî cehşan, ji bo rêzdariya van şehîdan bi komên ciwanan çi keç çi xort, berê xwe dan warê bilind, çiyayên kevindost ên hêlîna berxwedanê ji xwe re kirin war. 

Dibêjin paşê serê wan lehengan li Ras-il Herfa ku nêzîkî Stewrê ye, di bin rizdeyekê de, hin dibêjin di seleba aşekî xerabe de veşartin ku her şev stêrk dirijin wir. Dijwarê sekvan ê tirsa dilê neyar di tîrmeha 1995an de  di şerekî li herêma Omeriyan û dijwar de bi birîndariyeke xerab ket nav lepên neyar, lê qet navê xwe negot, ev nêzîkî mehekê di nav betaniyekê de, ku beden bûbû wek nixteyekê gerandin, kesî negot em wî nas dikin, wî wek Berxwedanê Biçûk ji kenekî tinazî pê ve tiştek şanî wan neyaran neda. Paşê dibêjin li herêma Dêlevera ew ji helîkopterê avêtin, hîn jî şop wenda, lê di dilê gelê xwe de rojek sor e Dijwaro…. Bakulînê hê jî Gora Komî vedişêre, li benda rohnayiyê ye, bila rewşa aştî û demokrasiyê bibe bingeha ronayiya van pakrewanan…

Hozanê me hê diqîre bi heybet;

Bi derba dijmin tu hatî kuştin

Ne tu kefen kirin ne jî tu şûştin…

û

Li Amedê serhildan e

Li Botanê şer giran e

Welatê me Kurdistan e

Serokê me Ocalan e…

                                                                                                   Delavê Dengiza