Bi deh hezaran ketin qada Newrozê

Li Amedê gel ji bo bigihêje qada Newrozê bi sloganên “Bijî Serok Apo” barîkatên polîsan hilweşand.Bi deh hezaran gel ket qadê û bi coşek mezin Newrozê pîroz dike.

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Li Amedê gel ji bo bigihêje qada Newrozê bi sloganên “Bijî Serok Apo” barîkatên polîsan hilweşand.Bi deh hezaran gel ket qadê û bi coşek mezin Newrozê pîroz dike.

Polîs ji bo ku têkiliya protokol û gel qut bike, li ber dikê du rêzan barîkat danî û sê metre jî têl kir. Lê van dîmenên dişibiya girtîgehê, ciwanan piştî destpêkirina pîrozbahiyê barîkat hilweşandin. Ciwanên ku ji aliyê Hala Nû dihatin Qada Newrozê di bendên kontrolê de hatin sekinandin û ciwanan ev rewş protesto kirin. Polîsan bi bombeyên gazê û jopan êriş kirin. Ciwanan jî bi keviran li ber xwe dan. Li gel astengiya polîsan, ciwanan barîkat şikandin û ketin Qada Newrozê. Li ber dika Newrozê bi kurmancî, kirmanckî, tirkî, ermenkî, erebî û îngilizî brandayên mezin ên ‘Newroz pîroz be’ hatin daliqandin.

Li dika protokolê jî bi kurmancî, kirmanckî û tirkî “Newroz pîroz be” hate nivîsandin. Li qadê ji xeynî alayên HDP’ê flamayên kesk û sor û zer jî hatin hildan. Li qadê postera mezin a Denîz Poyraz jî hate daliqandin. Liqadên pankartên “Em ê bi ruhê Newrozê teqez bi ser bikevin”, “Newroz Rehşan û Bêrîvan e, Newroz Zekike Alkan e”, “Newroz azadî ye”, “Nabe ku îradeya gel were desteserkirin” û “Hevserokatî xeta me ya sor e” bal kişandin.