Li Afganistanê 12 milyon zarok li benda alîkariyê ne
UNICEF’ê da zanîn ku li Afganistanê 22,9 milyon kes hewceyî alîkariya lezgîn in û ji wan 12 milyon zarok in.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Rapora Rewşa Mirovî ya Afganistanê ya serdema 1 û 31ê gulanê weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku tengbûna aborî, xizaniya kûr dibe û bi taybetî jî kêmasiya perwerdeya zarokan li pêşiya bikaranîna mafên bingehîn astengiyên mezin in.
Li gorî raporê di meha gulanê de nêzîkî 43 hezar zarokan ji bernameyên perwerdeya têkildarî civakê sûd wergirtiye. Di raporê de hat diyarkirin ku tundiya ji ber krîza berdewam dike, zexta derûnî û lawaziya civakî zêde kirine û hat destnîşankirin ku di çarçoveya xebatên tenduristî û xwazrin-vexwarinê de li seranserê welêt zêdetirî 3 hezar û 500 navendên xwarin-vexwarinê dixebitin.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber kûrbûna xizaniyê, kêmbûna hêza kirînê û neewlebûna xwarin-vexwarinan li ba zarokan rê li ber giranbûna pirsgirêka xwarin-vexwarinê vekirine.
UNICEF’ê da zanîn ku wê di meha gulanê de li gel 2 hezar û 393 navendên tenduristiyê yên sabît û 16 ekîbên tenduristiyê yên gerok ên li 34 bajarên Afganistanê xizmeta tenduristiya bingehîn daye zêdetirî 6,5 milyon kesan.
Her wiha di raporê de hate îfadekirin ku di çarçoveya Plana Alîkariya Mirovî ya 2026an de li Afganistanê 22,9 milyon kes hewceyî alîkariya lezgîn in û ji wan 12 milyon zarok in.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li Afganistanê hê jî yek ji girantirîn krîza mirovî heye.


