Latîf: Xwendekar ji daxuyaniyên hikûmetê bawer nakin
Li başûrê Kurdistanê bi deh hezaran xwendekarên zanîngehê yên Silemanî, Soran, Kelar, Darbendîxan û Hewlerê ji bo mafê xwe yê mehane (dermale) ji hikûmetê bixwazin 4 roj in li kolanan çalakiyan li...
Li başûrê Kurdistanê bi deh hezaran xwendekarên zanîngehê yên Silemanî, Soran, Kelar, Darbendîxan û Hewlerê ji bo mafê xwe yê mehane (dermale) ji hikûmetê bixwazin 4 roj in li kolanan çalakiyan li dar dixin. Bi taybetî li Hewler û Silêmaniyê bi deh hezaran xwendekar kom bûn û meşên girseyî li dar xistin. Xwendekar dixwazin ku hikûmeta Başûr mehane (dermale ango meaşê mehane) yê ku 7 sal in desteser kiriye bidin wan.
Têkildarî geşedanên dawî Rojnameger û nûçegîhanê Rojnewsê Berhem Latîf ku ji nêzîk ve çalakiyan dişopîne nirxandin kir. Lê beriya ku em nûçe derbas bikin, agahî hat ku Nûçegîhanê Rojnewsê Berhem Latîf û Birwa Eshed hatin binçavkirin û agahî ji wan nayê girtin.
Latîf beriya ku bê binçavkirin, der bare çalakiyên 4 rojan de ev agahî dan: “4 roj in pêşandanên xwendekarên zanîngehê li Silêmanî, Kelar, Derbendîxan, Hewler û li Soranê didomin. Armanca van çalakiyên xwendekaran dermala, yanî pereyê mehane ku hikûmet ji bo xerçê dide xwendekarên zanîngehê. Her mehê 100 hezar eji bo debara mehekê ye. Zêdeyî 5 sal in ev pere hatiye ragirtin. Hikûmet vî heqê xwendekaran nadin wan. Ji ber vê yekê xwendekar doza vî mafê xwe yê xercê dikin. Ev xwendekarên ku çalakiyan li dar dixin di aliyê aborî de astê wan nebaşin û dixwazin ev pereyên wan bê dayîn ku karibin debara xwe bikin. Ji bo karibin pê bixwînin mesrefên xwendinê temîn bikin. Ev çend rojin ev çalakî didome, lê aliyê pêvendîdar bersîv nedane xwendekaran.”
‘Ji xeynî pirsgirêkên mehane gelek pirsgirêkên din jî hene’
Berhem Latîf, da zanîn ku di destpêkê de ev nerazibûna xwendekaran li Silêmanî pêş ket û wiha berdewam kir: “Pêşandana xwendekaran ewilî li Zaningeha Silêmaniyê rû da û piştre li bajarên din belav bû. Li gel mafê xwendekaran ên dermale (Mehane-xercê mehê) gelek pirsgirêkên din jî hene. Wargehên ku xwendekar lê dimînin mijarên av û ceyranê jî bi pirsgirêk in. Xwendekar diyar dikin ku ava wan a germ û paqij tune. Cihê wan pir qirêj e. Dixwazin li gel mehane pirsgirêkên wanên din jî bêne çareserkirin.
Hikûmet dixwaze dengê xwendekaran bitepisîne lê nikare
Di rewşê asayî de dema çalakiyek çêdibe bandorê li ser hikûmetê dike. Lê li gorî agahiyên gihiştin destê me di 2 rojên dawî de hem PDK û hem jî YNK şoq bûye. Ji ber ku bûyerek ji nişka ve derket û ne li heviya çalakiyek bi vî rengî bûn. Ne li heviya çalakiyek wisa mezin bûn. Hikûmetê û wezareta darayî daxuyanî dan. Lê baweriya xwendekaran bi vê daxuyaniyê wan nayê. Niha hikûmet hewl dide ku nerazibûnên wan bitepisîne û bê bandor bike. Lê nikare. Heta niha çiqas hewldan û mudaxale kir nikare wan bêdeng bike. Ev jî nîşan dide ku pêwist e hikûmet daxwazên wan pêk bîne. Ji bilî wê tu rê li pêş hikûmetê tune ye. Aliyê pêwendîdar heta niha bersîvek ku xwendekaran îkna bike nedaye. Ji ber vê yekê xwendekar çalakyên xwe dewam dikin.”
Polîsan bi gazên îsotê û bombeyên gazê êrîşî xwendekaran kir
Latîf bal kişand ser çalakiyên li Silemanî û ev agahî dan: “Bi taybetî22-23’ê mijdarê li Silêmanî alozî di xwepêşandanan de derket. Bi taybetî hem li ber kampusa nû ya zanîngeha Silêmaniyê û hem jî li ber kampusa kevn a Zanîngeha Silêmaniyê, li her du cihan jî alozî derketin. Polîsan û hêzên parastinê yên Silêmaniyê ku girêdayî YNK’ê ne êrîşî xwepêşandanan kirin. Bi taybetî bi gazên fêrmisk rij êrîş kirin. Dîsa bi darê ceyranê li dijî xwendekaran sekinîn û êrîşî wan kirin. Di 23’ê mijdarê de dîsa polîsan êrîş kirin û alozî zêdetir bû. Xwendekar pişti saet 9’an dîsa li pêş Zanîngeha Silemanî şemiyan û berê xwe dan Walîtiya Silêmanî. Li wir kom bûn û piştre çûn Senterê Bajarê Silêmanî. Xwestin biçin wir, lê polîsan êrîş kirin. Di nêviyê rê de li hemberî malbendî YNK’ê ya Silemanî polîsan dîsa êrîşî wan kirin. Dîsa bombeyên fêrmisk rij bikar anîn. Ava îsotê avêtin xwendekaran. Ev bû sedem ku alozî zêdetir bibe. Di navbera polîs û xwendearan de şer çêbû. Xwendekaran jî bi keviran bersîv da polîsan. Polîsan jî bi fîşekên plastîk û gazên îsotê êrîş dikirin.


