Kurdên Rojhilat û pêşeroj

Rojhilat ne hewceyê parçebûneke nû ye. Rojhilat hewceyê hevkariyeke demokratîk e ku cudahiyan diparêze û di heman demê de zemînek hevpar ava dike. Hêza kurdan tenê ji hejmara nifûsê nayê.

•
1 deqe xwendin
Kurdên Rojhilat û pêşeroj

Dema ku navê Îranê tê gotin, pir caran Tehran, komara îslamî ya şîa û nasnameya farsan tên bîra mirovan. Lê Îran welatekî yekreng nîn e. Azerî, belûc, ereb, tirkmen, kurd û gelek komên din ên xwedî nasname û baweriyên cuda, parçeyên rastiya dîrokî û civakî ya vê erdnîgariyê ne.

Di vê avahiya pirnasnameyî de, kurd yek ji hêmanên girîng ên civakî û dîrokî yên Îranê ne. Bi milyonan kurd li rojava û bakur-rojavayê Îranê dijîn û hilgirên dîrok, çand, ziman û bîranîna siyasî ne. Ji bo fêmkirina Rojhilat divê em li dîroka vê erdnîgariyê binêrin.

Peymana Qesrî Şîrînê (1639), ku di navbera Împaratoriya Osmanî û Dewleta Sefewî de hat îmzekirin, di dîroka herêmê de qonaxeke girîng bû. Bi vê peymanê re sînorên siyasî hatin diyarkirin û erdnîgariya kurdan ket nav du qadên siyasî. Ev sînor bi demê re bandoreke kûr kirin, lê nekarîn ziman, bîra dîrokî û girêdana civakî ya kurdan ji holê rakin. Ji vê aliyê ve, Rojhilat parçeyek ji dîroka dabeşkirina siyasî ya Kurdistanê ye.

Kurd erdnîgariya xwe ya li rojavayê Îranê bi navê rojhilatê Kurdistanê bi nav dikin. Ev herêm tenê qadeke li ser nexşeyê nîne; ew erdnîgariya ziman, çand, bawerî, wêje, têkoşîna siyasî û bîranîna civakî ye. Her çiqas sînor û rejîm hatine guherandin, civaka kurd bi ziman, çand û bîranîna xwe hebûna xwe domandiye. Lê bi avakirina dewleta navendî ya Îranê û siyaseta înkar, asîmîlasyon û navendparêziyê, zextên li ser nasnameya kurd zêde bûn.

Ji ber kêmbûna daneyên fermî li ser nasnameya etnîkî, hejmareke rast ne diyar e. Lê li ser yek rastiyê nakokî tune ye: li Îranê bi milyonan kurd dijîn. Beşa herî mezin li rojava û bakur-rojavayê Îranê, li herêmên Kurdistan, Kirmaşan, Azerbaycana Rojava û Îlamê dijî. Li Tehranê jî civakeke girîng a kurd heye.

Li bakur-rojhilatê Îranê, li Xorasanê jî civakên kurd hene. Kurdên Xorasanê, ku di dîrokê de bi koçberkirin û bicihkirinên ji aliyê desthilatên Îranê ve li herêmên cuda belav bûne, ziman, çand, stran, folklor û bîranîna xwe parastiye. Hebûna wan nîşan dide ku civaka kurd a Îranê bi sînorên kevneşopî yên Rojhilat nayê sînorkirin.

Nasnameya kurd yekrêz nîn e

Kurdên Îranê di warê ziman, mezheb û ramanên siyasî de yekreng nînin. Beşeke girîng sunî ye; li Kirmaşan û Îlamê kurdên şîa jî hene. Civakên yarsanî/Ehlê Heq û kurdên sekuler jî parçeyên vê civakê ne.

Ev pirrengî dikare xeta siyasî ya hevpar zehmet bike, lê ne lawazî ye; dewlemendiya civakî ya Rojhilat e. Pêşerojeke demokratîk divê van cudahiyan nas bike û mafên wan biparêze.

Li Rojhilat kurmancî, soranî, kelhurî û goranî, her wiha gelek devok û şêwazên herêmî hene. Ev pirrengî parçeyek ji dewlemendiya dîrokî û çandî ye. Ziman tenê amûreke axaftinê nîne; ew bîranîn, wêje, dîrok û nasname ye. Ji ber vê yekê mafê zimanî mafekî bingehîn ê demokratîk e.

Ji bîra dîrokî ber bi îradeya siyasî

Komara Mahabadê (1946) di bîra siyasî ya kurdên Rojhilat de cihekî xwe yê taybet heye. Tevî temenê kurt, wê nîşan da ku gelê kurd dikarin bi îradeya xwe ya siyasî rêveberiyekê ava bikin. Îro Mahabad sembola daxwaza xwe-birêvebirinê û îradeya siyasî ye. PDK-Î yek ji hilgirên sereke yên vê mîrasê ye, lê dîroka siyasî ya Rojhilat bi Mahabadê neqediya.

Piştî şoreşa Îranê ya 1979an, kurd hêvî dikirin ku şertên nû derfetê bidin mafên wan siyasî, çandî û neteweyî. Lê di navbera tevgerên siyasî yên kurd û rejîma nû de zû pevçûnên dijwar derketin. Bajar û herêmên kurd rastî zordestî, girtin, îdam, sirgûn û operasyonan hatin. Ev pêvajo di bîra civaka kurd de şopên kûr hiştin.

Ji wê demê ve gelek rêxistin û tevgerên siyasî bi rêbaz û stratejiyên cuda xebitîn. Ev pirrengî hem dewlemendiya tevgerê nîşan dide, hem jî pirsgirêka parçebûnê tîne ber me.

PDK-Î: Mîrasa Mahabadê

PDK-Î yek ji kevntirîn û hêzên sereke yên siyaseta kurdên Rojhilat e. Mîrasa Komara Mahabadê ji bo wê referansek dîrokî ya bihêz ava kiriye. Lê dîroka partiyê bi zordestiya dewleta Îranê jî hatiye nîşankirin. Di sala 1989an de Sekreterê Giştî Abdurrahman Qasimlo li Viyanayê û di sala 1992yan de Sekreterê Giştî Sadiq Şerefkendî li Berlînê hatin kuştin. Îro pirsa PDK-Î ew e ku mîrasa xwe bi daxwaz û guherînên nifşên nû re bigihîne hev.

Komala: Pirrêngiya Siyasî

Komala ji salên 1970yî ve, bi taybetî li Senendec û derdora wê, di nav kevneşopiya çep, sosyalîst û têkoşîna çînayetî de roleke girîng lîstiye. Piştre gelek veqetîn û dabeşbûn jiya. Ji ber vê yekê îro “Komala” tenê yek rêxistin nîn e. Avahiya Riza Kaebî û xeta siyasî ya Abdullah Muhtedî ji heman koka dîrokî tên, lê xwedî rêbaz û rêxistinên cuda ne.

Xebat: Siyaseta kurdî

Rêxistina Têkoşîna Kurdistanê (Xebat) piştî Şoreşa 1979an bi pêşengiya alimên kurd ên dînî û sunî derket holê û xetek siyasî bi pêş xist ku referansên îslamî girîng dibîne. Xebat nîşan dide ku pirrengiya siyaseta Rojhilat tenê îdeolojîk nîn e; bawerî jî roleke girîng dilîze.

PJAK: Xeta siyasî ya nû

PJAK di sala 2004an de derket holê. Di têgihiştina wê ya siyasî de, ku ji ramanên Abdullah Ocalan bi bandor bûye, nasnameya kurd, civaka demokratîk, azadiya jinan, ekolojî û hevjiyana baweriyên cuda li pêş in. PJAK bi KODAR û KJARê re dixwaze qadeke berfireh a siyasî û civakî ava bike.

PAK: Çalakiya siyasî 

PAK yek ji hêzên siyasî ye ku li Rojhilat bingeheke civakî ya sînorkirîtir heye. PAK, ku Huseyîn Yezdanpenah pêşengiya wê dike, bi PDKya başûrê Kurdistanê re têkiliyên nêzîk heye û avahiya wê bi giranî li başûrê Kurdistanê ye. Mînaka PAKê nîşan dide ku hêza leşkerî û siyasî ne heman tişt in. Ji bo çalakiya domdar, têkilî bi civakê, beşdariya ciwan û jinan û bernameyeke demokratîk pêwîst in.

Rojhilat tenê ji partî û rêxistinan pêk nayê. Li pişt van hemûyan civakek heye ku bi dîroka xwe, ziman, bawerî, jin, ciwan û bîranîna civakî re dijî. Jinên Rojhilat di jiyana civakî, çandî û siyasî de roleke girîng lîstine; ciwan jî di hemû qonaxên têkoşînê de hêza herî dînamîk bûne.

Ji ber vê yekê pêşeroja Rojhilat bêyî jin û ciwanan nayê avakirin. Yekîtiya siyasî dema ku bi yekîtiya civakî re digihîje hev, dibe hêzeke domdar.

 

Gelên din ên Îranê

Pêşeroja Rojhilat ji pêşeroja gelên din ên Îranê cuda nayê dîtin. Azerî, belûc, ereb, tirkmen, kurd û gelên din rastî siyaseta navendparêz û înkarker a dewleta Îranê hatine. Ji ber vê yekê demokrasî û wekhevî divê ji bo hemû gel û civakên Îranê bin. Hevkarî û hevpeymaniya kurd bi gelên din re dikare bibe bingeha avakirina îraneke demokratîk û pirreng.

Ev pirs derdikeve pêş: Ma kurd tenê dixwazin mafê xwe biparêzin, yan jî dixwazin di avakirina pergaleke nû de roleke çêker bilîzin?

Di 22yê sibata 2026an de pênc hêzên siyasî (PDK-Î, PJAK, PAK, Xebat û Komala ya bi navê Komeleya Karkerên Kurdistanê) di bin navê “Tifaqa Hêzên Siyasî yên Kurdistanê ya Îranê” de li hev civiyan. Di 4ê adarê de Komala ya bi pêşengiya Abdullah Muhtedî jî beşdar bû û lihevhatin gihîşt şeş hêzan.

Ev gav di dîroka siyaseta Rojhilat de girîng e. Hêzên xwedî kevneşopiyên siyasî û îdeolojîk ên cuda, piştî salên dirêj ên parçebûnê, hewl didin li ser zemînek hevpar hev bibînin. Di nav armancên hevpar de mafê gelê kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe, avakirina sazî û dezgehên demokratîk, demokratîzekirin û sekulerkirina Îranê, nasîna mafên gelên din, wekheviya jin û mêran, dadmendiya civakî û parastina jîngehê cih digirin.

Avakirina tifaqekê nayê vê wateyê ku hemû partî bibin yek partî yan hemû kes heman îdeolojiyê qebûl bikin. Yekîtî ew e ku cudahî bê parastin, lê di mijarên bingehîn de hevpeymanek were avakirin. Her hêz dikare nasname û rêya xwe biparêze, lê di mafên gelê kurd, demokrasî û pêşeroja Îranê de dikarin dengê hevpar bin. 

Ezmûn niha dest pê dike

Dîroka siyaseta kurdên Rojhilat tijî veqetîn, pevçûnên îdeolojîk û pêşbaziyên rêxistinî ye. Ji bo ku lihevhatina îro bibe tiştekî domdar, divê ji van tecrûbeyên dîrokî ders bê wergirtin.

Kurdên sunî û şîa; yên ku bi kurmancî diaxivin û yên ku bi soranî diaxivin; yarsan û kurdên sekuler; ciwan û pîr; jin û mêr; kurdên bajarî û gundî ev hemû cudahî rastiyên civaka Rojhilat in. Pêşeroja demokratîk bi nasîna wan û garantîkirina mafên wan dikare were avakirin. Ji ber vê yekê, ezmûna rastîn niha dest pê dike: Ma hêzên siyasî dikarin ji berjewendiyên teng ên rêxistinan derbas bibin û berjewendiyên hevpar ên gelê kurd derbixin pêş?

Di nîqaşên li ser pêşeroja Îranê de kurd divê tenê wekî gelêkî ku mafên xwe dixwaze neyê dîtin. Kurd dikarin wekî yek ji hêzên bingehîn ên avakirina Îraneke demokratîk, pirreng û li ser bingeha wekheviyê hatiye rêxistinkirin, roleke çêker bilîzin.

Ji ber vê yekê, pirsa Rojhilat tenê pirsa kurdan nîn e; ew di heman demê de pirsa pêşeroja Îranê ye. Heke Îran dê bibe welatekî ku hemû gel û civakên wê xwedî maf û îradeyên wekhev bin, divê kurd di avakirina vê pêşerojê de di navenda nîqaşê de be.

Li Îranê li ser pêşeroja rejîmê gelek nîqaş tên kirin. Lê pirs tenê ew nîn e ku rêveberiya Tehranê dê biguhere yan na. Pirsa bingehîn ev e: Heke li Îranê rêzeke siyasî ya nû were avakirin, cihê gelê kurd dê çi be? Pêşeroja kurdan dê dîsa were hiştin ku desthilata navendî biryarê li ser wê bide, yan dê mekanîzmayeke demokratîk û destûrî were avakirin ku gelê kurd bikaribe bi îradeya xwe ya siyasî biryarê bide?

Dibe ku rejîm, destûr, desthilatdar biguherin, lê heya ku zihniyeta dewletê neguhere, pirsgirêkên gelan dê bidomin. Ji bo Rojhilat mijar tenê bidawîbûna rejîma heyî nîn e; mijar ew e ku li şûna têgihiştina dewletê ya li ser înkar û navendparêziyê, rêzeke siyasî ya pirreng, demokratîk û li ser bingeha wekheviyê were avakirin.

Pêşerojeke hevpar

Tifaqa sala 2026an divê bi baldarî were şopandin. Lihevhatina kevneşopiyên siyasî yên cuda li dora heman maseyê û lêgerîna zemînek hevpar dikare deriyê qonaxeke nû ji bo Rojhilat vebike. Lê ku ev lihevhatin bibe destkeftiyeke siyasî ya domdar, pêwîst e berjewendiyên rêxistinan neyên danîn li pêşiya berjewendiyên hevpar ên gelê kurd; cudahiyên rabirdûyê bên derbaskirin û her hêzek hebûna hêza din di çarçoveyeke demokratîk de qebûl bike.

Rojhilat ne hewceyê parçebûneke nû ye. Rojhilat hewceyê hevkariyeke demokratîk e ku cudahiyan diparêze û di heman demê de zemînek hevpar ava dike. Hêza kurdan tenê ji hejmars nifûsê nayê. Hêza rastîn ew dem derdikeve holê ku gel, tevî hemû cudahiyên xwe, dikare îradeya avakirina pêşerojeke hevpar nîşan bide.

Êdî li Rojhilat “Kî kî ye?” nayê pirsîn, “Kî, bi kê re û ji bo kîjan pêşeroja hevpar dê li kêleka hev bisekine?” tê pirsîn. Û dîrok îro careke din heman pirsê dipirse: “Gelo bîra parçeparçe ya rabirdûyê bi xwe re hilgirin û dîsa ber bi felaketên mezin ve biçin, yan jî  tevî hemû cudahiyên xwe pêşerojeke hevpar û demokratîk ava bikin?”