Kurd çi naxwazin?
Bersiva pirsa ‘Kurd çi naxwazin?’ zelal e: Kurd naxwazin ku hebûna wan bibe mijara trajediya wan. Ew naxwazin ku nasname, maf û zimanê wan ê dayikê di pêvajoyên nesamîmî de bibin amûrên siyasî. Ew naxwazin ku perwerdeya zimanê wan bi sîmulasyona azadiyê were berevajîkirin.

Li qada civakî, siyasî û akademîk, gava ku mesele tê ser ‘Pêvajoya Çareseriyê’, pirsa herî berbelav ku ji aliyê serdestan ve tê pirsîn ev e: ‘Kurd bi rastî çi dixwazin?’ Ev pirs, di eslê xwe de hiyerarşiyeke veşartî û pozîsyoneke desthilatdar dihewîne. Lê belê, ji perspektîfeke derûnî dema ku mirov paradîgmayê diguherîne û li şûna wê dipirse ku ‘Kurd çi naxwazin?’, rasteqîniya trawmatîk a civakekê bi awayekî pir zelaltir derdikeve holê. Civakeke ku bi salan di nav şer, asîmîlasyon, qedexeyên zimanî û polîtîkayên înkarê de mabe, berî her tiştî dixwaze ku ev zext û polîtîkayên ku zirarê didin civakê werin rawestandin. Kurd naxwazin mafên wan ên herî xwezayî, wekî ku ew diyariyek bin, li ser maseyan werin bazarkirin. Ew naxwazin wekî hemwelatiyên duyemîn an sêyemîn werin dîtin û naxwazin zimanê wan ê dayikê tenê wekî lutfekê ji wan re bê pêşkêşkirin.
Dema ku pergaleke serdest, ziman û nasnameya civakekê bi salên dûr û dirêj qedexe dike, hewl dide vê civakê bixe nav melankoliyeke kolektîf. Ev melankolî civakê dixe pozîsyoneke wisa ku rewşa wan xerab e, xwebûn û hebûna wan bêqîmet e. Ya ku kurd bi dengekî bilind naxwazin ev e: Em vê teslîmiyeta melankoliya civakî naxwazin û em naxwazin ku hebûn û xwebûna me wekî kêmasiyekê bê dîtin. Her wiha, dema ku miameleya cudakar û binpêkirina mafan bi awayekî sîstematîk pêk tê, di derûnnasiyê de rewşeke bi navê ‘bêçaretiya fêrbûyî’ derdikeve holê. Kurdên ku di pêvajoya hişyarbûna neteweyî û derûnî de ne, vê bêçaretiya fêrbûyî qebûl nakin û naxwazin zarokên wan di nav pergaleke wisa de mezin bibin ku nasnameya wan bê biçûkxistin.
Dema kurdek dibêje ku ez naxwazim zimanê min bê qedexekirin an bê biçûkxistin, ev di eslê xwe de qêrîna hebûneke derûnî ye. Takekes di nav ziman de ji dayik dibe û nasnameya mirov ji aliyê ziman ve tê avakirin. Dema ku ev zimanê dayikê di qadên fermî de wekî qedexe yan nenas tê dîtin, li cem zarokan qeyraneke kûr a derûnî çêdibe. Kurd, ji bo ku di nav sîstema asîmîlasyonê de bijîn, neçar mane ku ‘xwebûneke sexte’ ava bikin; ango li derve kesayeteke tirkîaxêv û li hundir kesayeteke bindest. Kurd êdî naxwazin zarokên wan di nav vê parçebûna nasnameyî de mezin bibin. Ji aliyekî din ve, çîna desthilatdar bi rêya pergala perwerdeyê û ziman hiyerarşiya xwe li ser bindestan ferz dike. Ev tundî, li cem kurdan ‘trawmaya zimanî’ derxistiye holê.
Di pêvajoyeke çareseriyê de, dewletê mafê dersên bijartî yên zimanê kurdî xist nav mufredatê. Di hişê zarokekî de, eger zimanek tenê wekî dersa bijarte hefteyê du saetan bê dayîn, ew ziman ne zimanekî sereke û statûbilind e. Ev yek asîmîlasyonê ranawestîne, tenê wê meşrû dike. Zarok dibîne ku ew bi zimanê serdest fêrî zanist û dîrokê dibe, lê zimanê wî yê dayikê tenê dibe tiştekî amator; ev jî nasnameya kurdî di bin nasnameya serdest de dihêle. Ji bilî vê statuya kêm, kêmasiyên burokratîk û nebûna mamosteyan, hesta xapandin û nebaweriyê li cem gel ava dikin. Sînorkirina dersan perwerdeyeke seqet û nîvco derdixe holê. Kurd naxwazin zimanê wan tenê wekî dekorekê bê bikaranîn; perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî ye û nabe bibe mijara minetekê.
Her wiha kurd êdî naxwazin nasnameya xwe tenê li ser bingeha êş û trawmayan pênase bikin. Ew naxwazin ku nasnameya kurdbûnê bibe hevwateya qurbanbûnê; ew dixwazin di nav aramiyekê de nasnameya xwe wekî tiştekî asayî geş bikin.
Yek ji birînên herî kûr ên kurdan parçekirina erdnîgariyê û hafizaya wan a kolektîf e. Kurd naxwazin dîroka wan wekî rûpeleke vala bê dîtin an jî ji aliyê dîroka serdestan a fermî ve bê dizîn û tehrîfkirin. Hafizaya civakekê ya dîrokî, stûna pişta wê ye; daxwaza tunekirina vê hafizayê, bi zanebûn hewldana tunekirina dahatûyê ye. Ji ber vê yekê, kurd êdî naxwazin mîrateya wan a dîrokî bê înkarkirin û ew di nav axa xwe de wekî ku ‘koka wan tune ye, dîroka wan tune ye’ bên dîtin.
Sîstemên kolonyal tenê axa mirovan dagir nakin; ew, derûn û nasnameya wan jî kolonîze dikin. Dema ku kurdek ji bo ku di nav sîstemê de rûmetê bibîne zimanê xwe vedişêre, ew dibe ‘çermreşê ku maskeyek spî daye ber xwe’. Kurd êdî van maskeyên spî naxwazin û naxwazin ji xwebûna xwe ya rastîn dûr bikevin. Berxwedana li hemberî asîmîlasyonê her çiqas wekî tevgereke siyasî bê dîtin jî, ji bo paqijkirina bindestiya navxweyî terapiyeke komî ye jî. Kurd naxwazin ji aliyê serdestan ve her tim wekî ku li paş mane yan xeternak in werin kodkirin.
Bersiva pirsa ‘Kurd çi naxwazin?’ zelal e: Kurd naxwazin ku hebûna wan bibe mijara trajediya wan. Ew naxwazin ku nasname, maf û zimanê wan ê dayikê di pêvajoyên nesamîmî de bibin amûrên siyasî. Ew naxwazin ku perwerdeya zimanê wan bi sîmulasyona azadiyê were berevajîkirin. Ew naxwazin statuya ku dewlet li wan bar dike bi wan re streseke kronîk û trawmayeke hilbijartî ava bike. Redkirin û neqebûlkirina van hemûyan reflekseke xweparastina derûnî ye. Kurd êdî naxwazin ji bo ku tenê sax bimînin li ber xwe bidin; ew dixwazin wekî her kesî di nav mafên wekhev de bijîn.


