Kurd amade bin dê Îran têk diçe
Kurd divê hêza dewleta Îranê baş analîz bikin, biçûk nebinin, lê li ser esasê hebûna xwe tevbigerin û kurdên li hemû cihanê piştgirî bidin.

Her çiqas em dizanin dewleta Îranê li ser hîmê tirs û xofê ava bûye, xwedî tecrûbeyeke sedsalan e ku dikare li ser lingan bimîne. Bi canbazî, fen û fortan di wê herêmê de dibe xwedî gotin.
Fars wekî gel nenêzîkî tirkan, ne jî nêzîkî ereban e. Ziman û çanda wan dişibin ya kurdan û afganan. Ziman jixwe ji heman kokê tê. Min digot belkî di warê çand û felsefeyê de farsan tesîr li kurdan kiriye. Wek Fîrûzî, lê ronakbîrekî fars ji min re got: "Em fars esas di bin tesîra kurdan de ne." Lê ji ber ku dewlet, farsbûn, çand û felsefeya wê bûye farsî. Ez nizanim ev gotin çiqas rast in an na, divê lêkolîner bersiva vê yekê bidin, lê ez dizanim ku dewleta ku berê kurdan ji jê re digot "dewleta ecem", zalim û bêbexte. Mînakek, di sala 1988an de di nava şeş mehan de nezî 20 hezar kes li Îrane hatin bidarvekirin.
Ji dema serhildanên Bihara Ereban ya salên 2010an heta niha di dema tevliheviyan de, rejîma Îran e herdem aliyek girt, yek berda, an jî di paşperdeyê de herdu alî berdan hevûdu. Dewleta Îranê aktorekî sereke ya sedama tevliheviya ya li Sûriyeyê, aktorekî sereke ye di pirsa Filistînê, şiî û suniyên li Iraqê.
Dereng be jî dora guhertinê hatiye Îranê. Amerika bombebaran dike, Îran li berxwe dide. Îran kartê xwe yê Hurmizê dilîze, Amerîkayê bi petrolê tehdît dike, lê ew pir berdewan nake. Ji ber ku gelên li Îran ê ku bi salane di bin zilma pasdaran û meleyên rejîma Îranê de ne li benda guhertinê ne.
Ne tesaduf e ku Îran herêma başûrê Kurdistanê dike topê agir, 9 pêşmergeyên kurdan dikuje. Yek mesajê dide Amerîkayê û yê duyem ji kurdan re dibêje: Heger hûn serî hildin, ez ê ewil we bikujim.
Îran, Tirkiye, Amerîka, ereb û Îsraîl baş dizanin gelên organîzekirî dikarin nirxên demokratîk ên civakî pêk bînin kurd in. Dikarin bibin mutefikê wan.
Kurd divê hêza dewleta Îranê baş analîz bikin, biçûk nebinin, lê li ser esasê hebûna xwe tevbigerin û kurdên li hemû cihanê piştgirî bidin.
Kurd divê li ser esasê ku ne deyndarên neteweyên Rojhilata Navîn in, berevajî ew deyndarên kurdan in. Ji Selehaddînê Eyûbî kurd nebûya, dê dewletên ereban îro tunebûna. Îranê hîn hesabê komkujiya serhildana Mehabadê nedaye.
Rejîma Îranê dê her têk biçe lê divê kurd rê nedin ev rejim ku kurdan jî bi xwe re bibe. Ji ber ku destkeftiyen parçeyekî Kurdistanê ewlehiya hemû parçeyan e.


