‘Konuşmama Türkçe Devam Edeceğim’

Heta ku ev ziman neyê bikaranîn ew ê neyê fêmkirin, heta ku ev ziman neyê bikaranîn ew ê nebe zimanekî hevpar. Wekî din jî zimanê tirkî, erebî û farisî ji bo Kurdan ne zimanên hevpar in, zimanên desthilatdariyê û zilmê ne.

•
1 deqe xwendin
‘Konuşmama Türkçe Devam Edeceğim’

Demek dirêje ku Tevgera Kurd biryareke stratejîk girtiye. Ew biryar jî ev e ku kurd di serî de xebatên xwe yên rêxistinî, di têkiliyên xwe yên takekesî û civakî, di têkiliyên saziyên sivîl û fermî, di jiyana rojane de, bi kurtasî di hemû qadên jiyanê de bi zimanê xwe bijîn. Ji ber ku parastina ziman tenê bi jiyandina bi ziman û bi pêşxistina bi ziman pêkan e. Ev biryar di heman demê de biryareke hebûn û tunebûnê ye. Ji ber ku desthilatdarên yekperest bi hegemonyaya olî û îdeolojîk dikarin civakeke yek rengî (homojen) ava bikin, lê bi hegemonyaya olî û îdeolojîk nikarin nasnameya civakê tune bikin ango civakê bi rêbaza komkujiya spî bişêwînin. Lewre ziman dergûşa bîra hevpar a civakê ye. Ew dergûş heta ku bîra hevpar a civakê zindî bihêle, ew ê civak çanda xwe û nasnameya xwe biparêze û bi pêş bixe. Dîsa ziman wekî nasname tê pênasekirin. Ev pênase rast e. Ji ber ku ziman şênberiya nasnameya bingehîn û mînakdariya hemû mafan e. Ku ziman tune be, nasnameya te jî, mafên ku bi nasnameyê ve girêdayî ne wekî mafên çandî, siyasî, aborî, tenduristî, perwerdehî û hwd. jî tune ne. Lewma biryara Tevgera Kurd a ku jiyandina bi zimanê kurdî biryareke ontolojîk e.

Lê mixabin nebesiyên ku em tespît dikin ango biryarên ku em digirin, di pratîkkirina jiyana xwe de em lawaz dimînin. Ev jî nakokiyek di navbera teorî/gotin û pratîka me de derdixe holê, ev nakokî jî zirar dide baweriya ku civakê bi me dike. Teqez teorî ji damezrandina jiyaneke demokratîk û wekhev pêwîst e û gelek girîng e lê dema ku mirov teoriyê neke pratîkê, ew ê teorî şênber nebe, razber û bê bandor bimîne. Wekî nûner, pêşeng û rewşenbîrên kurd, di hêla bikaranîna zimanê kurdî de gelek axaftin, nirxandin û nivîsên têr û tijî dikin lê mixabin dema ku mijar dibe karanîna zimanê kurdî, hemû jî ji zimanê kurdî re lal dibin, dibin bilbilê zimanê tirkî/erebî û farisî.

Ji meha gulanê vir ve Tevgera Kurd di xebatên çarçoveya pêvajoya aştiyê ya demokratîk de gelek konferansên tematîk li dar xistin. Di van konferansan de hem tespîta pirsgirêk û kêmasiyan dihat kirin hem jî plansazî û damezrandina pêşerojê dihat nîqaşkirin. Ji bo van xebatan jî gelek pêşniyarên têr û tijî hatin pêşkêşkirin.

Lê…

Lê belê di navbera naveroka pêşniyarên pêşkêşvanan û tevgera pêşkêşvanan de nakokiyeke mezin hebû. Mînak naveroka pêşniyarê behsa mafê ziman dikir lê pêşkêşî bi tirkî bû.

Rewşenbîr, pêşeng an nûnerên kurd di hişyariya daxwaza gelê kurd a bikaranîna ziman de ne. Lewma destpêka axaftina xwe bi kurdî silav didin û li pey digotin ‘… konuşmama Türkçe devam edeceğim’. Wê demê guhdar gelek xemgîn dibûn û bi piste pistên xwe rexneyan dikirin. Hewldana ku bi kurdî dest bi axaftinê bikin û bi tirkî bidomînin ne tenê di xebatên konferansan de, lê bi taybetî ji aliyê nûner, pêşeng û rewşenbîrên kurd ve di xebatên siyasî, polîtîk, çandî, civakî û hwd. de jî tê bikaranîn. Dema ku li hember vê yekê nerazîbûn tê şandin jî, hincetên hevalan amade ne!

Di van nîqaşan de du hincetên sereke derdikevin holê. Hinceta yekemîn; ‘me bi zimanê xwe perwerde nedîtiye, em di bandora zimanê hegemon de mane, em hatine bişaftin, ji ber wê ez ê axaftina xwe bi tirkî bidomînim’. Dema ku ev hincet tê gotin gel bi devkî dibêje ‘hey ne li ser xêrê be’. Ev hincet demek dirêje di nav pêşeng û nûnerên kurd de tê gotin. Di serî de dema ku em vê hincetê dibihîstin gelek hêrsa me ji dewletê dihat ji ber ku heval mafdar bûn, dewleta yekperest zimanê me qedexe kiribû û me zimanê tirkî fêr kiribû. Demek paşê hevalên me ku dîsa vê hincetê bi kar dianîn em dixwestin ku em derûniya hevalên xwe fêm bikin û hevalên xwe ji bo ziman motîve bikin, lê hevalên me hîna jî bi heman hincetê û bi edebiyata mexdûriyetê gotina ‘… ez ê axaftina xwe bi tirkî bidomînim’ dikin û terka zimanê xwe dikin, xwe diavêjin tora zimanê serdestan. Êdî bes e hevalino, dest ji vê hincetê berdin û li zimanê xwe vegerin. Ger ku hûn naxwazin zimanê we bi temamî têk biçe û hûn bi komkujiya spî bên bişaftin. Ji ber ku hûn pêşeng, nûner û rewşenbîrên gelê xwe ne. Pêşeng, nûner, rewşenbîr û şoreşger di serî de pirsgirêkan tespît dikin, li dû re jî li çareserkirina pirsgirêkan digerin û pirsgirêkan çareser dikin. Hûn jî hewl bidin zimanê xwe di jiyana xwe de bijîn, xwe jî zimanê xwe jî ji bişaftin û tunekirinê xelas bikin û axaftina xwe ne bi tirkî bi Kurdî bidomînin.

Hinceta duyemîn jî; ‘tiştê girîng ew e ku em ji hev fêm bikin, hemû heval bi kurdî nizanin, tirkî zimanekî hevpar e lewma ez ê bi tirkî biaxivim, ji bo ku hemû heval min fêm bikin û ez jî xwe bidim fêmkirin’. Divê her hincet û tespît li gorî civaknasiyê û rastiya dema xwe bê nirxandin. Di destpêka tekoşîna azadiyê de zimanê kurdî li her qadên jiyanê qedexe bû; dibistan, zanîngeh, akademî, pirtûk, gotar, kovar tune bûn. Ev hincet û helwest ji bo wê demê di cih de bû. Lê îro zimanê kurdî û hilberînên zimanê kurdî gelek pêş ketine, xort û ciwanên kurd zimanê xwe hîn bûne an jî hewl didin ku hîn bibin. Îro pêwîstiya zimanê kurdî beriya her tiştî bi statuya civakî ye. Dema ku zimanê kurdî bibe xwediyê statuya civakî ew ê bibe xwediyê statuya fermî jî û ew ê bibe zimanê jiyanê jî. Ji bo ku zimanê kurdî bibe xwediyê statuya civakî divê ev ziman di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn. Heta ku ev ziman neyê bikaranîn ew ê neyê fêmkirin, heta ku ev ziman neyê bikaranîn ew ê nebe zimanekî hevpar. Wekî din jî zimanê tirkî, erebî û farisî ji bo kurdan ne zimanên hevpar in, zimanên desthilatdariyê û zilmê ne. Ev yek divê baş bê zanîn. Ji kerema xwe re û bi taybetî ji hevalên me yên nûner, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û pêşengên gelê kurd zimanê desthilatdariyê ji jiyana xwe derxin û axaftinên xwe bi kurdî bidomînin.