Konferansa Zimanê Kurdî...
Ez weke delegeye çapemeniyê yê Azadiya Welat beşdarî konferansê bûm. Dixwazim çavdêrî û şopandinên xwe bînim ziman. Konferans di serî de ji çavan dûr, veşartî hate birêxistinkirin. Helbet belkî sedemekî wê yê rewa hebû lê encamên derketin rastê wisa nebûn.

Konferansa Zimanê Kurdî … Bi zanîn min sê noqte dan paş sernavê wê. Her kes li gorî xwe dikare ‘gelo’yekê pê ve bike. Çima? Gelo konferans gelek bi ser ket, gelo mijarên têr û tije ketin rojeva nîqaşan, gelo bi kêmasî çû serî û hwd.
Ez weke delegeye çapemeniyê yê Azadiya Welat beşdarî konferansê bûm. Dixwazim çavdêrî û şopandinên xwe bînim ziman. Konferans di serî de ji çavan dûr, veşartî hate birêxistinkirin. Helbet belkî sedemekî wê yê rewa hebû lê encamên derketin rastê wisa nebûn. Ji aliyê hin endamên organîzasyonê ve hate gotin ku konferans wê polîtîka, rê û rêbazên îro şûnde siyaset, sazî û dezgehên di her qada neteweyî de girê bide, rê û rêbaz, plan û projeyan dayne ber wan. Ji bilî wê ji bo çareseriya pirsgirêkên ziman, di dema çareseriya pirsgirêka kurd de van plan û projeyan dayne ber muxatabên aliyê dewletê, weke siyaseteke neteweyî. Ji bo min kelecananeke mezin bû, van gotinan hêviya min pir zêde kir. Ji ber ku konferansê rol û risteke mezin bilîsta. Ez bixwe jî weke delegeyekî bi van hest û ramanan beşdarî konferansê bûm.
Çavdêriya min a pêşîn ev e; organîzasyon û moderasyona konferansê delegasyon weke xemla konferansê hesab kirine. Rola delegasyonê weke temaşevan û ne zêde aktif tayîn kirine. Ez vê yekê ji helwesta moderasyonê derdixim. Di rastiyê de divê delege aktif beşdar bûna, beşdarî hemû nîqaşan bûna. Tenê bi pêşkêşkirina gotar û panelan konferans nabe konferans, ev yek naveroka konferansê qels dike.
Çavdêriya duduyan; hilbijartina panel û panelîstan e. Ji bilî du-sê heb mijar û panelîstan panel li gorî armanca diyarkirî pêk nehatin. Çi tiştên me dizanibûn hatin gotin û perspektîfa plan û projeyên paşerojê tê de tune bûn. Weke mînak; ji bo geşbûna zimanê kurdî, gotina, ‘êdî parastin na, jiyandina kurdî divê esas be,’ ji bo yekî dûrî kurdî dibe ku gelek cazip be lê ji bo kurdekî hay ji meseleyê heye ne cazip e. Di fetisandina zimanê kurdî de parastin her wiha jiyandina kurdî ye, di şertên îro de û ferz e. Dîsa perwerde û weguherandin weke alternatîfên hev hatin nişandan. Yek hebe divê ya din di bin çi şertan de hebe, nehate ravekirin.
A sisêyan; rojeveke berfireh ji bo nîqaş û pêşniyaran tune bû, ya hate kirin mîna ku ji me ev qas, bû. Rojeveke esas a konferansê divê beşdariya delegeyan a nîqaşan bûya, bi bîst deqeyan nehata sînor kirin.
A çaran; birêvebirina moderasyonê bû. Serkeftin û kêm serkeftina konferans û panelan di helwdana baş a birêvebirina moderatoriyê de ye. Miaxabin hin maderatoran tenê bi ya xwe kir, pir axivîn û kêm an jî qet maf nedan delegasyonê. Nûh gotin lê pêxember jî gotin, ji ber ku pêxember jî ew bûn. Ji kesekî re maf nehiştin.
A pêncan; mijara farqîniyan bû. Ji berê ve dibêjin ku her farqîniyek xwe weke Bad Bîn Dostikê hevdem dibîne. Heta niha ji bo kesên ji Faqînê yên min dîtine tobe be ez tiştekî wisa nikarim bejim. Lê mijara farqîniyan di konferansê de hate axaftin. Moderatoreke me binê wê xêz kir ku piraniya panelîstan farqînî ne, ev şanaziyek e, çepikeke xurt ji salonê hat. Belê bi rastî şanaziyek e lê xwediyê pirê bilêtan bibire helbet farqînî di bin pirê re derbas nabin wê li ser pirê re derbas bibin. Ev jî pirsgirêka organîzasyonê ye.
Ya şeşan; ji serî heta dawiya konfernsê kêmasî, xurtî, başî û xirabî aîdî organîsyonê ne. Di serî de tespîtkirina armanc, proje, mijar, panel û panelîst, moderator, vexwendin, pêşwazîkirin, xwarin, vexwarin û hwd kar û barên organîsyonê ne. Xuya bû ku di bicihanîna van karan de kêmasî hatine jiyandin. Ligel îdiayeke mezin, heta demekê veşartîgirtin encamên derketine holê, amaje dikin ku ev kar baş nehatine organîzekirin. Ne ji bo pêşkêşiyê, ne jî ji bo moderasyonê armanc û perspêktîfên konferansê bi wan re nehatine axaftin.
Ji ber van kêmasî û pirsgirêkên min diyar kirin, li gorî armancên diyarkirî, mebesta konferansê hasil nebû.
Bi giştî em encamên konferansê binirxinîn:
1 – Dûrî armanc û mebestên lijneya organîzasyonê bixwe diyar kiribûn encamek derxist. Ango polîtîka, plan û projeyên ji bo paşeroja zimanê kurdî yek jî dernekete holê.
2 – Nîqaşên bi qalîte û çawanî nehatinkirin.
3 – Panelên pêk hatin ne dewlemend û qels bûn (ji bilî çendên wan).
5 – Moderasyon ne li gorî konferansê li gorî xwe tevgeriya.
Divê îradeya ku organîzasyonê li dar dixe, ji bo konferansên paşerojê ji kêmasiyên konferansa îsal pêk hatî dersan derxe, ji bo hilbijartina lijneyê, tespîtkirina moderatoran, armanc û mebestan, xebatên baş pêk bîne.
Di dawiyê de konferasyon xebateke hêja bû. Di serî de Şaredariya Mezin a Amedê, Şaredariya Peyasê, Şaredariya Farqînê piştgirî da û derfetên xwe seferber kirin. Bi dehan xebatkarên sazî û komeleyan bi kadroyên xwe, xebatkarên xwe kedeke giranbiha peşkeş kir. Ev bi serê xwe karekî gelek kêrhatî bû. Bi min encamên derketine holê ew ne berpirsiyar in, wan peywira xwe anî cih.
Belê konferanseke zimanê kurdî jî tevî kêmasî û serkeftinên xwe di daboriyê de ma. Lê dengê wê hê demekê jî wê vede.


