Komplo sed sal berê amade kirin

Di xêzkirina sînorên Iraq û Tirkiyê de komploya li serê rastiya Kurd gerandin girîngiya xwe ya diyarker heye. Dema ku ev komplo li dijî yekparebûna Kurdan pêk anîne, hesabên sedsalên pêş kirine.

•
3 deqe xwendin
•Nivîskarên Mêvan
Komplo sed sal berê amade kirin

Di xêzkirina sînorên Iraq û Tirkiyê de komploya li serê rastiya Kurd gerandin girîngiya xwe ya diyarker heye. Dema ku ev komplo li dijî yekparebûna Kurdan pêk anîne, hesabên sedsalên pêş kirine. Ev komplo ji bo Kurdan destpêka qirkirinê ye.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dewletên Iraq û Sûrî hatin çêkirin. Rewşa Kurdên di nava sînorên van welatan de hatin hiştin, ji bo analîzkirina nasnameya Kurd a hemdem gelek dersên kêrhatî pêşkêş dike. Di pêvajoya parçebûna Împaratoriya Osmanî de, li gorî Peymana Sykes-Picot (1916), di bin hegemonya Ingilîstan û Franseyê de rejîmên mandater ên Iraq û Sûrî hatin pêkanîn. Rejîma mandater tê maneya rêveberiyên demî yên mêtingehê. Rêya trênê ya di navbera Komara Tirkiyê û dewleta Sûrî de sînor hat qebûlkirin. Sînorên Iraq-Tirkiyê jî li gorî Peymana Mûsilê (1926) hatin destnîşankirin û di diyarkirina sînoran de berjewendiyên petrolê esas in. Peymanên herdu sînoran jî di ber binpêkirina Mîsaq-î Millî ya pîroz îlankirî de hatin îmzekirin. Berjewendiyên yek ji sê dewletên Lihevkirî yên Şerê Cîhanê Yê Yekemîn Franseyê li ber çavan hatin girtin û hê di destpêka Şerê Rizgariya Neteweyî de Peymana Enqerê di Çileya 1921’ê de hat îmzekirin. Paşê dewleta bi navê Komara Ereb a Sûrî hat îlankirin. Kurdên di nava sînorên wê de hatin hiştin, heta Tirkmenên hatin hiştin qet li ber çavan nehatin girtin, bi tenê tewazuna eskerî û siyasî hesibandin û weke meseleyeke, bû çû qediya, nêzîk bûn. Jixwe rewşa Ereban jî bi çi awayekî qanûnî ve nehatibû girêdan, bi tenê berjewendiyên dewleta mêtinkar ango Franseyê li ber çavan hatibûn girtin.

Komploya li dijî yekîtiya kurdan

Ji ber statukoya destpêkê çêkirin diyar bû ka wê bi serê xwe rê li ber pirsgirêkên çiqasî ciddî veke. Jixwe dewleta Sûrî ji 1920’an ve bi ti awayî nebû normal û neket rêyekê. Hê jî bi awayekî fermî bi îdareya orfî tê birêvebirin. Xwedî sîstemeke destûrî ya ku civakê li ser li hev kiribe, nîne. Beşekî mezin ê Kurdan hê nebûne welatî jî ango ji aliyêhuqûqî ve bi hukmê tinene têne hesibandin. Jixwe yên mayî jî ti heqekî wan ê qanûnî, çandî, ekonomîk, îdarî û siyasî tineye. Rewşa Kurdan pêşî ji ber berjewendiyên mandater ên Franseyê û paşê jî ji ber berjewendiyên millî yên Ereb ji statuya mêtingehê jî gelekî paşdetir e, û li ser hebûna wan (mîna sîstema dewleta netewe ya Tirkî) pêvajoya înkar, îmha û qirkirina çandî hatiye destpêkirin. Ev statuko li gorî hesabên tawazunê yên desthilatdariyên hegemonîk, bi guhertinên qismî, lê di encamê de bi awayekî bêhtir mezinbûyî heta roja me ya îro dewam kiriye. Di destnîşankirina sînorên Iraq û Tirkiyê de komploya li serê rastiya Kurd gerandin girîngiya xwe ya diyarker heye. Dema ku ev komplo li dijî yekparebûna Kurdan pêk anîne, hesabên sedsalan ên piştre kirine. Ev komplo ji bo Kurdan destpêka fermana qirkirinê ye. Li ser vê demê gelekî xweş tê axaftin û wêje tê kirin û tê gotin Kurdistan di vê demê de kirine çar parçe, lê mixabin naveroka wê demê bi awayekî rastî qet nayê ravekirin û şîrove