Komên ewil bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' gihiştin Kolnê

Li bajarê Koln ê Elmanyayê wê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di saetên pêş de mîtîng bê lidarxistin.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Komên ewil bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' gihiştin Kolnê

Li bajarê Koln ê Elmanyayê wê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di saetên pêş de mîtîng bê lidarxistin. Ji saetên siharê ve beşdarên mîtîngê ji navendên cuda yên Ewropayê berê xwe bidin bajêr. Kurdistanî û dostên wan di serê siharê de gihiştin qada mîtîngê ya li Deutzer-Werft’ê. Bi govend, tilîlî û dirûşmeyan dîmenên bi reng û balkêş çêbûn. Gel bênavber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz dike.