Komeke din a koçberan vegeriyan Efrînê
Koma dawîn a koçberên Efrînê ji bajarên Qamişlo, Dêrik û Hesekê bi rê ketibû û gihaşt Efrînê.

Koma koçberan bi beşdariya cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl û endamê Koma Serokkomariyê ya Bicihanîna Peymana 29ê Çileyê Mustefa Ebdî ber bi Efrînê ve bi rê ket û gihişt Efrînê.
Di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de piştî êrişan di 29ê Çileyê de peymanek hat îmzekirin. Yek ji xalên girîng ên peymanê rewşa koçberên Efrîn û Serêkaniyê bû. Li gorî peymanê divê Tirkiye i Efrîn û Serêkaniyê vekişe û koçberên Efrîn û Serêkaniyê vegerin cih û warên xwe. Heya niha tenê 8 komên koçberan ku ji 8 hezar û 720 malbatan pêk tê vegeriyan Efrînê.


