KNK: Gelê kurd komkujiya Helebceyê ji bîr nake
Balafirên artêşa Iraqê di 16'ê Adara 1988'an li ser bajarê Helebceyê, sûcên dîroka mirovahiyê kirin.
Balafirên artêşa Iraqê di 16'ê Adara 1988'an li ser bajarê Helebceyê, sûcên dîroka mirovahiyê kirin. Wê rojê bi çekên kîmyewî herî kêm 5 hezar kurdên sivîl hatin kuştin û nêzî 10 hezar Helebceyî birîndar bûn. Bi minasebeta salvegera komkujiya Helepçeyê KNK’ê daxuyanî da.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) diyar kir ku wê gelê kurd tu carî komkujî û qirkirina Helebceyê ji bîr nake û ji hêzên navneteweyî xwest ku komkujiya Helebceyê weke Qirkirinê qebûl bike û gunehkaran darizînin. KNK’ê di daxuyaniyê de bibîr xist ku 16’ê Adara 1988’an rejîma dîktator û faşîst a Saddam 5 hezar kurd bi çekên kîmyawî bi rengekî hovane qetil kir.
Daxuyaniya KNK’ê wiha ye: “Meha Adarê ji bo Kurdistanê meheke bi naveroka xwe û bûyerên di vê mehê de qewimîn gelekî bi trajedî, têkoşîn û serhildanê tijî ye. Yek ji van rojên herî bi trajedî, komkujî û qirkirinê 16’ê Adara 1988’an li Başûrê Kurdistanê li bajarê Helebçeyê bû. Li bajarê Helebçeyê zêdeyî 5 hezar kes ji aliyê rejîma dîktator û faşîst a Saddam ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin ku di nava wan de zarok, jin û kesên bi temen hebûn. Ev qetlîama hovane hîn di mejî û ruhê gelê kurd de zindî ye û nehatiye jibîrkirin û wê ti carî neyê jibîrkirin. Her wiha di vê mehê de gelek qetlîam û qirkirin weke ya Helebçe ji aliyê dewletên koloniyalîst, faşîst û dîktator li her çar beşên Kurdistanê pêk hatine.
Qatlîamên bi vî rengî ne ji aliye rejîma faşîst a Saddam bi tenê pêk tên. Her wiha dewleta tirk jî, di dîroka xwe ya sed salî de gelek caran bi çekên kîmyawî qetlîam û qirkirinê bi vî rengî pêk aniye û hîn jî dewleta tirk çekên kîmyawî li hemberî gelê kurd, li hemberî xelkên sivil bê cudahî bikar tîne. Dewleta tirk di nav van 2 salên dawî de bi dehan caran çekên kîmyawî li Başûrê Kurdistanê li hember şervanên azadîyê û xelkên sivîl bikar aniye û hîn jî bikar tîne.
KNK careke din dixwaze ku qetlîam û qirkirina li dijî gelê kurd, a li bajarê Helebçeyê bi bîra raya giştî ya cîhanê bixe û dixwaze Neteweyên Yekbûyî,Yekîtiya Ewropa û Dîwana Edaletê ya Navdewletî komkujiya Helebçeyê weke qirkirinê qebûl bike û gunehkaran darizîne.
Gelê kurd ti carî komkujî û qirkirina Helebçeyê ji bîr nake û wê her tim di mejî û ruhê kurd de zindî bimîne. Ruhê şehîdên Helebçeyê şad be.”


