Keştîkaxizek im li vê xemê
Di van kurteçîrokan de motîfa mirinê zêde cih girtiye. Pîra ku li nexweşxaneyê dimire, xwedê dizane bê wê di vê "Keştiya Tijî Xem"ê de çi qas xem kişandine. Kî dizane bê cara dawî li çi fikiriye?

Kadîr Stêra
Heger ev dinê keştiyek be em mirov jî rêwiyên vê keştiyê bixwe ne; lê hin rêwî hene ew ji serî hetanî binî xem in û bi sebir in. Em ê di vê nivîsê de li keştiyekê siwar bibin. Kî wêrek be bila were û li vê keştiyê siwar bibe. Dibe ku ev keştî alabora jî bibe; lê a muhîm ew e ku em ê di vê keştiyê de hînî çi bibin? Helbet em çi biceribînin em ê hînî wê bibin. Ev keştiyeke çawa ye?
Keştiyek, li deryayê xwe li ba dike, ev keştiya xeman e, xemên jinan dide ber çavên me. Gelo ev keştî çima ev qasî bi xeman re rû bi rû maye?
Keştiya Tijî Xem, berhema nivîskar Krîstîn Ozbey a çîrokan qala wê dikim.
Di vê berhemê de, meriv bixwaze nexwaze jî li keştiya xeman siwar dibe û mîna ku hemû çîrok ji hêla resamekî ve hatibin xêzkirin, min li çîrokan seyr dikir.
Berî ez vê berhemê bixwînim ji xwe re difikirîm, min digot: "Adem ji parsûyê Hewayê bihata afirandin wê çawa bibûya û ev meseleya ku Hewa ji parsûyê Adem hatibû afirandin temsîliyeta çi dikir?"
Gelo em dikarin vê peyamê ji meseleya afirandina parsû derînin?
Peyam; jin muhtacê mêr e.
Ez dibêjim ji ber vê tê gotin ku Hewa, ji parsûyê Adem hatiye afirandin. Jixwe Lîlîthê jî gava ew û Adem bi hevdu şa bibûn gotibû, divê ez li ser te bim ya na ez qebûl nakim û bi te re şa nabim. Piştî vê bûyerê Lîlîth li dû xwe nanihêre û ji Adem direve. Mîna ku jinek bixwaze ji mêrê xwe veqete û ji tirsa xwe li cihê xwe bisekine.
Ji ber ku gava ji mêrê xwe biqete wê di çavên civakê de ew bibe bî û hemû xemên xwe daqurtîne. Heger danequrtîne û bibe subjeya/kirdeya jiyana xwe, wê çi bibe?
Em hemû dizanin, bê li civakê bi çavekî çawa li jinên bî dinihêrin.
Mêr bî be nakin pirsgirêk; lê heger jin bî be li derûdora wan digerin ku ji wan re qebhetekê bibînin û qulpekê bi wan vebikin. Mixabin gelek caran ev ji hêla jinan ve jinan tê kirin.
Hemû mesele car din tê ser hevşabûna zayendî. Di civakên ku hevşabûnên zayendî weke tabûyekê têne dîtin, kuştina jinan jî lê pir e. Tewra li hin civakan zêde wateyê didin bekerata jinan û ji bo nehêlin ku hevşabûna zayendî bikin wan sinnet dikin. Ez li Keştiya Tijî Xemê vegerim.
Min bi meraq û bi zewqeke xweş ev berhem xwend, paşê car din lê vegeriyam.
Em rastî tegiha tîpê nayên, qala xweşikbûna lehengan nayê kirin, bi awayê fîzîkî şibyetên wan nayên ber çavên me. Ji ber ku tîp ne li pêş in herî pir keseyata wan li pêş e. Ew ne tîp in bi tena serê xwe ew qarakter in. Em herî pir rastî binhişa wan tên.
Di van çîrokan de qet diyalog tune ne, nivîskar Ozbey bi nêrîna xwedayî balê dikişîne ser binhişa jinan, xemên jinan hwd. Gelo em weke mêran çi qas xwe dixin şûna jinan, em çi qas hay ji xemên jinan hene? An em çi qas ji wan fêm dikin?
Em li ser van pirsan bifikirin û ez ê jî balê bikişînim ser xaleke din a van kurteçîrokan.
Di van kurteçîrokan de motîfa mirinê zêde cih girtiye. Pîra ku li nexweşxaneyê dimire, xwedê dizane bê wê di vê "Keştiya Tijî Xem"ê de çi qas xem kişandine. Kî dizane bê cara dawî li çi fikiriye? Ew jina bî ku her roj diçe ser gora hevserê xwe û axa li ser gora wî tîne dixe ber dara tûreşkê. Xeyalên xwe bi wê darê ve girê dide ew xeyalên wê dibin hêlanek û newiyên wê di "Keştiya Tijî Xem"ê de doş dibin.
Ji hêlekê jî ve meriv sadiqbûna wê dibîne. Di vê serdema îroyîn de sadiqbûn ew qas ne hêsan e. Meriv sadiqî saxan zor bi zor dibe, îjar tewlê sadiqbûna li miriyan.
Keştiya Tijî Xem, ev keştiya tenêtiyê nivîskar Ozbey bi awayekî wêrekî nivîsandiye, bi nêrînên şilfîtazî berê me dide jiyana jinan. Piştî ku min ev berhem xwend, careke din min fêm kir ku em mêr mîna Adem dixwazin desthilatdariya xwe li ser jinê bimeşînin; lê heger mêr bi xwe bizanibin û pêşî hebûna xwe pêk bînin wê bêhtir jinê nas bikin. Heman gotin ji bo jinan jî derbasdar e.
Mesele ew e ku meriv weke mirovan di nav enerjiya mêrane û nêrane de hevsengiyekê zeft bike. Çi qas enerjiya mêrane pir be ew qas jî desthilatdarî hikmê xwe li ser "Keştiya Tijî Xem"ê dike. Ji bo ku hûn berhemê bixwînin, naxwazim zêde qala naveroka kurteçîrokan bikim, tenê kurteçîrokan çi bi min da hîskirin, dixwazim li ser vê bifikirim.
Ji ber ku ne dayik im nikarim xemên dayikan fêm bikim, ji ber ku ne jin im nikarim xemên jinan fêm bikim. Jixwe jin jî ji ber ku ne mêr in nikarin xemên mêran fêm bikin; lê helbet xemên jinan ji xemên mêran bêhtir in. Gava em jinan fêm bikin em ê vê Keştiya Tijî Xem jî fêm bikin. Lê ji jin û mêran wêdetir berî her tiştî em mirov in. Em çi qas ji hevdu fêm bikin ew qas jî em ê bibin mirov.
Piştî vê berhemê min lêkolîn li ser nivîskar Kristin Ozbey kir. Rastî çend roportajên ku pê re hatine kirin hatim. Ew di yekê de jinan dişibîne keştiyê. Her çiqas nav "Keştiya Tijî Xem"ê be jî ez dibêjim ev keştiya Tîtanîk e û jin tê de difetisin. Ji xwe re li çareyekê digerin ku xwe bi xelasê bixin. Belkî hewcedariyê keştiya Nebî Nûh bûn ku bi rojan an bi salan keştiya xwe çêbike û jinên hemû dinê li keştiya xwe siwar bike û wan ji vê tofanê bi xelasê bixe. Erê, belkî em hemû mirov jî hewcedarên keştiyeke nû ne.
Di vê keştiyê de, her der bohoz e û li hemberî vê bahozê jin li ber xwe didin.
Dixwazim berî ku nivîsa xwe biqedînim her çi qas min gotibû naxwazim zêde qala naverokê bikim jî anha dixwazim li ser pasajeke berhemê çend gotinan bikim: "Ji bo wê çi qas zor bû ku çav li bedena wî ya tazî biketa û rûyê xwe tirş nekira. Pirî caran lempeyê vedimirand da ku zilam jê fêm neke. Tîna wî ya xwêdandayî û bêhnpêketî ew ji jiyanê sar dikir. Ji bo ku mêrik jê re tim digot “ku tu nenalî, ez dibêjim qey di ser dilê mankeneke lekî de me, bila ferqa te û mankena lekî hebe jinkokê, de, min bi mêrantiya min bihesîne” ji mecbûrî dinaliya.’’
Em dinihêrin ku mêr desthilatdariya xwe bi hevşabûna zayendî ya li ser jinê dimeşîne. Helbet hevşabûna zayendî xaleke ji xwezaya me mirovan e, ne eyb e ne jî qebehet e, lê hevşabûneke çawa? Ez dibêjim hevşabûneke bê hîskirina evînê guneh e, maçeke bê evîn guneh e.
De ka ji xwe keştîkaxizekê çêbikim û li deryayekê bigerim; lê helbet wê ev keştîkaxiza min jî ne bê xem be. Em mirov, bi xemên xwe bêhtir xwe nas dikin. Her xemek me bi me dide nasîn.
Keştîkaxiza min bê xem nabe, li vê keştîkaxizê bi xeman tijî dikim û gava ku di kurteçîrokekê de leheng diçe cenazeyek hevalekî xwe yê şehîd ew şayesandina wê kurteçîrokê bala min dikişîne. Jinên bi rojan digirîn, ew Keştiya Tijî Xem dike malzaroka şînê.
Gava li wê Keştiya Tijî Xem siwar bûm, min berê xwe dabû biranînekê. Herî pir jî wê çîroka mirina şehîd min êşandibû.
Êvarek bû min tevî hevalên xwe ji Mêrsînê dabû Şirnexê. Em diçûn şîna Şivanê xwe yî qeşeng. Ew Şivanê ku gora wî hê jî nediyar e li Kobanê ketibû. Çavên dayika wî li benda me bûn. Çawa em çûbûn odeya jin lê, giriyên me li me hatibûn xezebê.
Em hemû digiriyan xweh û dayika cangorî li ber dilê me didan lê bêfêde bû. Em digiriyan bi her rondika çavên me deryayek ava dibû û me di wan deryayan de xemên me, xemên dayikan avjenî dikirin.
Hetanî êvarê em li wir mabûn, dayika Şivanê me ji dayika ku dûrik diavêtin re digot: "Bes e, bes e! Te dilê van keç û xortan peritand."
Ji ber vê yekê hêza wêjeyê ew e ku jiyanê bi me bide hîskirin, xemên me bi me bide hîskirin.
Weke gotina dawî em dikarin bêjin ku van kurteçîrokên neynika civaka me bixwînin.


