Kartal: Em ê sala 2022’an bikin sala azadiyê

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê li dijî tecrîdê ji bo çareseriya demokratîk pêş bixe û pergala neteweya demokratîk ava bike li ber xwe dide.

•
6 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Kartal: Em ê sala 2022’an bikin sala azadiyê

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê li dijî tecrîdê ji bo çareseriya demokratîk pêş bixe û pergala neteweya demokratîk ava bike li ber xwe dide. Lê tecrîda li ser Ocalan her ku diçe girantir dibe û 11 meh in bi tu awayî ji Ocalan agahî nayê girtin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li welatên Ewropayê meşên girseyî û çalakiyên girseyî tên li darxistin.

Beriya salvegera 15’ê Sibatê em bi Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal re axivîn.

Hevserokê Kongra Gel Remzi Kartal ewil komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “23 sal berê çima komplo pêk hat. Ji bo ku hêzên navneteweyî konsept û plana xwe ya li Rojhilata Navîn pêk bînin komplo pêk anîn. Li dijî PKK’ê gavek gavêtin. Bi vê yekê xwestin tevgera azadiyê têxin bin kontrola xwe û tune bikin. Dîsa xwestin bi vê yekê dewleta tirk mahkûmî xwe bikin. Lê 23 sal derbas bûn, îro em dinerin, gel, tevgera azadî û Rêber Ocalan bi hevre ne. Rêber Ocalan li dijî komployê gavek pir stratejîk avêt û kompo vala derxist. Komplo li ber çavê gelê Kurdistanê û raya giştî teşîr kir. Armanca komplogeran teşîr kir. Niha bi paradîgmaya Rêber Apo, Kurdistan û Rojhilata Navîn, tevgera kurd mezin bû. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe li hemû cîhanê deng veda.”

‘Xwestin kurd û tirkan bînin hemberî hev’

Hevserokê Kongra Gel Kartal, bal kişand ser armanca hêzên komploger û encama wê û wiha berdewam kir: “Armanca sereke yên hêzên komploger ew bû ku Rêber Apo bigirin û teslîmî tirkan bigirin. Li hemberî vê yekê di serî de gelê kurd û PKK’ê bi nerazibûnek mezin bînin hemberî dewleta tirk. Rê li pêş şerekî navxweşî vekin. Xwestin kurd û tirkan bînin hemberî hev û wan bê hêz bihêlin. Li aliyê din hêzên komploger jî herdu aliyan bikin mohtacê xwe û serweriya xwe li ser wan pêş bixin. Lê me dît Rêber Apo ev konsept vala derxist û teşîr kir. Belê komplo negihişt armanca xwe, lê komplo berdewam e. Hêzên emperyalîst kapîtalîst ev 100 sal in li ser pirsgirêka gelê kurd siyasetê dimeşînin. Dixwazin li ser kurdan û Rojhilata Navîn li gorî xwe dîzayn bikin. Ji ber vê yekê komplo didome. Tecrîd berdewama komployê ye. Mudaxaleya Rojava, mudaxaleya gerîla û mudaxaleya gel berdewama komployê ye.”

‘Berxwedana Îmraliyê berxwedanek bê emsal e’

Kartal bal kişand ser berxwedana li Îmraliyê jî û wiha pêde çû: “Siyaseta dewleta tirk siyaseta gladyo ye. Şerê taybet e. Dixwaze hemû tiştên gelê kurd tune bike. Vê yekê vekirî li ber çavê hemû cîhanê pêk tîne. Ev siyaseta şerê taybet a dewleta tirk dema em berfireh bînin ber çavên xwe, wê demê em dikarin texmîn bikin ku çi tînin ser serê Rêber Apo. Em dikarin texmîn bikin ku zextek çawa, konseptek çawa li dijî Ocalan pêş dixe. Çawa dixwaze vîna wî bişkîne. Çawa dixwaze di şexsê Rêber Apo de berxwedan û vîna gelê kurd bişkîne. Ji ber vê yekê berxwedana li Îmraliyê berxwedaneke bê emsal e. Berxwedanek dîrokî ye. Rêber Apo bi hemû derfetên xwe li Îmraliyê ne tenê ji bo gelêKurdistanê, ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn rolek stratejîk lîst. Plana wan pûç kir. Bi fikr û paradîgmaya xwe rolek lîst. Saet û saniyê xwe jî vala derbas nekir û bikar anî. Ji bo têkoşîna gelê kurd pêş bikeve, ji bo konsepta li dijî gelê kurd bê encam bimîne, li Îmraliyê berxwedanek bê emsal pêş xist. Şerê mezin li Îmraliyê çê dibe. Divê her kes vê yekê zanibe. Ji ber vê yekê Azadiya Rêber Apo ji bo çar parçeyên kurdistanê, ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelê Rojhilata navîn û mirovên pêşketî jî; çareseriya herî esasî ye. Pêwist e her kes jî li gorî vê rastiyê nêzîkî Îmraliyê bibe.”

‘Em ê îsal bikin sala Azadiya Ocalan’

Remzî Kartal, li ser têkoşîna gelê kurd a li Ewropa, helwesta neteweyên yekbuyî û welatên Ewropa û civaka ewropa ya li dijî tecrîd û komployê jî rawestiya û wiha pêde çû. “Niha paradîgmaya Rêber Apo û bi taybetî Şoreşa Rojava li hemû dunyayê deng veda. Dengvddanek mezin çêbû. Mînak jinên cîhanê bi giştî bi jinên kurd re yekitiyek mezin çêkir. Dîsa hêzên navneteweyî ên ku pergala alternatif dixwestin hemûyan li çar aliyê cîhanê bi tevgera azadiyê re xetek enternasyolîst ava kirin. Niha li dervê welat, li Ewropa û li her derê ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo şerê li dijî gelê kurd tê meşandin, teşîr bikin têkoşînek mezin pêş dikeve. Ji bo şerê li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat û ji bo li dijî tecrîdê û şerê li dijî gerîlla teşîr bikin xebatek mezin tê kirin. Ji bo teşîrkirina siyaseta dewleta tirk û dagirkirina dewleta tirk a li Efrîn, Kobanê û Girê Spî, Şengal û Mexmûrê, têkoşînek mezin tê pêş dikeve. Ji bo tecrîd bi dawî bibe û Rêber Apo azad bibe, ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin kampanyayên cûr be cûr têne meşandin. Me îsal biryar daye ku sala 2022’an bikin sala têkbirina faşîzmê. Em bikin sala azadiya Rêber Apo.”

‘CPT li gorî zagonan tev nagere’

Kartal, li ser helwesta CPT û Konseya Ewropa (KE) ya li dijî tecrîdê jî rawestiya û ev agahî dan: “Çalakiyên gelê kurd, bi taybetî li dijî CPT û lidijî Konseya Ewropa, ji sala 2012’an heta niha 10 salin bê navber didom in. Ev çalakî bê guman li ser raya giştî ya Ewropa jî û li ser raya giştî ya gelê cîhanê jî bandor dike. Li ser CPT jî bandor dike. Lê em bizanibin ku CPT girêdayî Konseya Ewropa ye. Endanêm Konseya Ewropa di komploya navdewletî de rola esasî dilîstin. Ji ber vê yekê CPT bi temamî li gorî zagon, mafên mirovan tev nagere. Ji ber ku pirsgirêka kurd pirsgirêkek navneteweyî ye. Ev pirsgirêk bi destê welatên ewropa pêş ket. Niha jî têkilyên welatên ewropayê bi Tirkiyeyê re li ser esasê berjewendiya aborî pêş dikevin. Çiqas di nava welatên ewropa û Tirkiye de pirsgirêk hebin jî di meseleya kurdan de dewleta tirk esas digire. Ji ber vê yekê jî gelê kurd û tevgera kurd a azadiyê û dostên kurdan li dijî vê yekê têkoşînek mezin dimeşînin. Ji bo bandorê li ser raya giştî ya cîhanê bimeşîne û raya giştî li ser van dewletan zext bike em têdikoşin. Li çar aliyê Kurdistanê welat û li dervê welat ev xebat dê dewleta faşîst tenga